DESTPÊKA ZİMÊN Û GİRİNGÎYA
ZİMÊN
Mehmet Unludere
Eger mirov ji netewekê
bindeste, eger welatê xwe hatîye parçe kirin û
dagîr kirin, zulm û teda her warê da Eger hukmê
xwe ser dajo, bizanin ku,
divê berxwedanekê bi regez û bê westan pêwîst dibe.
Divê her warî da dijî
zordestîye û neheqîye bisekini.
Bona vê yekê, ji bo gelê Kurd berxwedan û tekoşin
her hebe û ev
hewcedarîyekê gelek girînge!. Ez tu gelên din nasnekim
ku, ji gelê me
zêdetir zulm û teda dîtibûn. Ez bawer nekim ku,
wekî dijminên me tu minakên
din li ser axa vê dînyayê hebin. Û ez bawer nekim
ku, qasî dijminahîyê ku
me ji dijminan kişandî û tiştê xirabî
yên ku me ji dijminên xwe dîtîbû û kişandî,
kesên û gelên dinê ji dijminên xwe kişandîbû
û dîtîbûn..
Belê dijminên me xuya ne! Evana dixwazin, ango daxwazên
wan ew e bû ku, me
Kurdan li ser axê dînyayê tune bikin. Armanca dijminên
me yê herî mêzin
ew e. Heya îro jî, ji bo ku me Kurdan tune bikin,
ew dijminên me,
zordestîyekê li dînyê hatîye ne dîtin û bê mînak,
li ser gelê me heya îro meşandin.
Me ji wan gelek zulm
û teda dît, eza û cefa kişand.. Lê dijmin ne
tenê bi şûr û
mertal, an jî bi demê îro, ne tenê bi tifing û top
û teyaran... Wan her warî da pêşî
Kurdayetî asteng danîn. Her tistî me yê netewî qedexe
kirin.
Pişaftinî (asîmilasyon) polîtîkaya dijminanê
serekeye. Bi taybetî jî, ev
polîtîkayê pişavti li Kurdistanê bakûr bêtir
xuya ye. Dewleta Tirk wî warî
da giranîye xwe ji dagîrkerên din zêdetir dide ser
pişavtiye. Çimkî ew
dizanin ku, eger mirovekî zimanê xwe bîr û winda
kir, wî/wê keseyatê xwe jî
hema hema bîr dike û winda dike. Dewletê Tirk vê
yekê baş dizanî û ser mijul
dibe. Sedemê vê jî ew e ku, ew Tirk nevîyên Osmanîyanin.
Ango bi rastî, ew
wekî rovîyanin! Wekî tê zanîn rovî bi awayekî dostanî
nêzî zindîyan dibin,
lê mixabin heya hişê meriv were serê meriv
pir dereng dibi û dinerî ku hatîye
xapandin.
Xwendevanên delal, ev nivîsa minê bi zimanê zikmakî
ya yekemîne. Min xwast
vê nivîsa yekemîn da bi kurtahî be jî, li ser giringîya
zimên bisekînim û
picek bala we bikisînim. Çimkî ez jî heya çend salan
berê hêsîre zimanekî
bîyanî bûm. Lê êdî nuha ez gelek bextewarim, çimkî
min kêmasîyên xwe piranî
paşva hiştin di hole rakirin. Eşkere
bikim ku min di saya berhem û xelata PSK, pîroz
Komkare, hundirê ev
cend salan da zimane xwe gelek pêsva xist. Bona
vê jî cardin
spasîye xwe bi dil û can wê rêxistine ra pêskes
dikim!
|