GIRDPIL Û EM BÊXWEDÎ NÎNIN
Macîde Senem Çamlibel
Radyoya Dengê Rîya Azadî, Girdpil û hevaltîya me
Du meh berê min wek mêvanek dest bi guhdarkirina Radyoya
Dengê Agirîyê kir. Paşê hevala min, Kenok rojek hatibû
mala min. Me qala radyoyê kir, vegerîya ji min ra got:
„Tu çima nick hilnadî? Ku tu bi hevalên xwe ra li ser
radyoyê bipeyîvî.“, min jî got „Nizanim mirov çawa nickek
hildide. Dicerbînim nacerbînim nabe. Ehmed jî çend caran
ceriband nekarî.“
Hevala Kenok, bi ken ji min ra got: „ Heke tu bi rastî
dixwazî, ezê bi Murat ra bipeyivim û nickek bo te bigrim.“
Bi wî awayî ez jî xwedî nickek bûm. Xortê dilsoz ya
bajara min va hevaltîya min çêbu. Pişt ra ez bi wê
nickê diketim radyoyê. Him sitran guhdarî dikir him jî
bi hevalên ku bi naznavan xwe didane nasînê va hevaltî
dikir.
Hevalên ku li wira me bi hevra sohbet dikir. Di demek
kurt da wek neferên malek hestek di mabeyna me da peyda
bû. Me her roj sohbet dikir û her diçû hin baştir
me hevûdu nasdikir.
Lê paşê, ji hevalê bi navê Dezayê ku carna radyoyê
rêvadibir bîhîst. Beşdarên berê ji zû va ne hevdu
nasdikin. Min bi guhdaran va, me gelek bir û ani paşê
ewana jî min naskirin. Lê pir caran xwe ji hevalên xwe
vedişartin, qestîka navên xwe yê rastî nedigotin,
dîsa jî min texmînî digot tu filankes î, an jî hevalê
filan filan î. Wî çaxi yên li ser radyoyê têr li ser
min dikenîyan.
Tiştê ecêb ew bû ku hin navên usa xwe ra hilbijartî
bûn ku meriv tênegihîşt ku mena wî çî ye, çi nîne.
Ji wan yek jî GIRDPIL bû. Min jê pirsî heta wî ez serwext
kirim gelek wext derbasbû.
Rojek jî bi ser pirsa wî, min Girdpilê ra sedema hatina
xwe ya Elmanyê got, wî jî çend caran ji min ra got, ez
nizanîbûm. Ji ber ku pêwendi bi nivîsari dibû li ser ekranê
dîyar dibû, hevalên din jî ji wê yekê agahdar bûn.
Ji ber ku di van rojên dawîyê da medresa min tetîl bû,
ez her roj dihatim ber pc’yê rûdiniştim, me gel hev
li radyoyê guhdari dikir. Li ser babetên cûda cuda me
dan û standin dikir. ji Danimarkayê, ji Swisrayê, ji Agirîyê,
Istenbolê, Enqerê, Îzmirê û hevaltîyek bi şiklekî
nû destpêkir. Me bi hevdu ra henekan dikir, li ser karê
sîyasî, li ser nivîsaran, nuçeyên nû, kar û barên malê,
derd û kulên xwe qise dikir. Em dikarin bêjin em bibûn
wek malbatek.
Helbet ciyek kar hebe, neyar û dijmin jî nasekinin.
Carcaran hin heyker êrîşî radyoya me dikirin, dijûn
dikirin, usa dibû ku carcaran radyo dihate girtinê. Rêvabirên
radyoyê di demek kurt da ew pirs çareser dikirin. Bi gotinek
din em guhdar jî tev şer û pevçûnên
xirabkar û rêvabirên radyoya me dibûn. Me kesên xirab
ji radyoya xwe diqewirand.
Hevalê me yê Mergesor û min, rojek li ser bernama radyoyê
nîqaşek vekir. Ji ber ku me dixwast weşanek
baş bê çêkirinê. Gor min hevalên ku weşan îdare
dikin, di nav xwe da planek çênekirine. Dema karê Weşanger
derketa, usa radyo vekirî dihîşt û diçû. Eger tesadufî
hevalekî weşanger ê din bihata û me bigota, computer
vekirî ye, hilde tu bi rêvabibe, eger kar û barê wî an
jî wê tunebûya, ew hildida û berdewam dikir. Gelek caran
jî weşana radyoyê bi rêk û pêk berdewam dikir.
Lê, guhdarên radyoyê, ango me dixwest, li ser deng û
behs, hevpeyivîn, tarîfa xurekan, gengeşî û hwd.
bernameyên cuda bên çêkirinê. Lê pir mixabin min ji hevalan
bihîst ku li pêşîya wan da gelek pirs û pisgirik
hebûn. Ev mesele ji zûva di nav hevalan da hatîye nîqaşkirinê.
Pisgirikek herî mezin jî bêguman problema diravî bû.
Her roj piştê kar dihatime malê, min radyo vedikir
û min karê xwe ya malê diqedand, paşê bi hevalan
ra sohbet dikir, heta ku rojek me Girdpil winda kir.
Nîvro bû, navê Girdpil li ekranê hebû, min lê silav
kir lê bersîva min neda. Heval hazir gotin, hêca herfên
tevlihev nivîsî. Me jî pê henekan kir û got: „Tu şîfreyek
nû didî me?“. Le mixabin Girdpil bersîva kesî neda. Rêvabirê
wê demê Ayhan got, dibe ku zarokên wî nivîsîne. Demek
paşê Murat hate ser ekranê û got: „Weşana radyoyê
bigrin, mûzîqe lênexin.“ Me got: „Çi bû, çima, dîsa çi
bû?“ Wî jî „Girdpil mirîye „ got û derket çû. Me fehm
nekir bi temamî. Min telefonî Murat kir û tê gihîştim
ku , Girdpil li ber Computerê çûye ser heqîya xwe. Bi
rastî em hevalên li ser radyoyê hemû ricifîn û şok
derbas kir.
Her heval ji tanga xwe dest avête telefonan û telefonî
der û doran kir. Hevalên me yên ku ji KOMKARê di rê da
bûn, ber bi bajarê wana diçûn. Pey wan têlefonan mixabin
ew xebera reş rast bû, Girdpil kriza dil derbaz kirîbû
û ji nav me bêxatirxwastin zû çûbû.
Me di radyoyê da heval agahdar dikirin û xemgînîya xwe
bi wan ra parve dikir. Radyoya me vê carê xên ji sitranên
ku GIRDPIL hezdikir tu sitranên dinê lênexist. Nuha ew
ber bi welatê ezîz rêketîye, dibe ku çûye ketîye nav hembêza
axa dayîka xwe ya ezîz. Bila ew rehet razê, karwanê Azadiyê
heta menzîla dawi bê rawestan
Her bimeşe.
Di dawîyê da divê ez tiştek li ser vê Radyoyê rasteqîn
bînime ziman.
Li vir welatên Ewrûpayê da gelek kes ji ber pir sedeman
diçine ba pîskîyatristan. Derd û kulên xwe dibêjin, bi
terapi û dermanan lap nebe jî piçek qenc dibin. Di Radyoya
Dengê Rîya Azadî da jî me pirs û pirsgirikên xwe ji hevra
digot. Me hevdu terapî dikir. Ji ber ku dema însan têne
ba hev ango rû bi rû ewqas zêde hevdu ra derdên xwe nabêjin.
Ji ber ku li ber pc’yê me hevdu nedidît, çi mêr çi jin
bi rehetî dilê xwe ji hevdu ra vedikir. Her beşdar
gor zanetiya xwe alîkariya hevalên xwe dikir.
Ango ev Radyo têrê neke jî bo me hewcedarîyek girîng
e.
Ez ji hemu xwendavanan tika dikim ku, pişt bidine
vê radyoya ku gencên me vekirine.
Di bin siwana komela ÇIRA ya li bajara Agirîyê karên
bi rûmet dimeşinin ewana tenê nehêlin.
Ez nav û nîşana wana li jêr dinvîsînim.
www.dengeagiri.com
|