Em
bi malper û bi nav nîşaneke nû we şana
xwe didomînin
Wek tê zanîn, ev demek e , vekirina malpera me li Tirkiyê
ji xwendevanan re hatiye astengkirin. Heta nuha jî, dema
xwendevan li ser navnîşana malperê ditikînin, notekî
“Serokatiya Telekomunikasyonê” dibînin. Li wir tê ragihandin
ku li gor biryara “Dadgeha Cezayên Giran ya Istenbolê”
ya roja 04.08.2011-a, malpera www.kurdistan.nu hatiye astengkirin..
Malpera Dengê Kurdistan ya ku ev 12 sal in, siyaseta
xwe ya ji bo çareserkirina pirsa kurd li ser bingehê wekheviyê
dimeşîne, hinek der û doran aciz dike. Di zemanê
vê biryara astengkirinê de, vegera Kemal Burkay wek sedemekî
bi taybet xuya dibe. Ji ber ku nûçe û nivîsên li ser
vegera Kemal Burkay û eleqeya mezin ya ku ji Burkay re
hat nîşandan, di malpera me de bi awayekî fireh cîh
girt û digre. Loma ew dixwazin bi astengkirineke weha
pêwendiyên gel ji malperê qut bikin.
Îro li Tirkiyê sazûmana edaletê hîna jî wek yek ji astengên
herî mezin li dijî azadiya ramanê tevdigere. Sazûmana
kevnare dixwaze bi rê û metodên paşdamayî bigihêje
armanca xwe.
Zordest û neyarên gelê kurd ji bîr dikin ku, îro, di
dewra teknîka înformasyonê da, pêşîlêgirtina ragihandinê
ne çare ye, ne jî mumkun e!
Ew qedexeya ku li ser malpera me heye, wê hîna çiqasî
dewam bike em nizanin, loma me pêwîst dît ku em bi navnîşaneke
nû ya web-ê malperê belav bikin. Navnîşana malperê
ya nû www.dengekurdistan.nu ye.
Malpera Dengê Kurdistan ya ku 12 sal in di weşangeriya
kurdî de xwedî ciyekî taybet e, wê ji vir şûnda jî
bi helwest û biryar riya xwe bidomîne.
TÊBINÎ:
-Em hêvîdar in hemû malperên dost û welatparêz lînkê
malpera
www.dengekurdistan.nu . di nav lînkên xwe
de biweşînin. Em ji nuha ve spasiyên xwe pêşkêşî
wan dikin.
Dengê Kurdistan
|