Pirtûkek nû ji bo zarokan:
Mam Xidir diçe Warê Hirçan
Pirtûka Haluk Öztürk ya
ji bo zarokan ”Mam Xidir diçe warê hirçan” ji nav ”Weşanên
Roja Nû” derket.
”Cîranên Mam Xidir yên koçer hersal diçine zozanan. Îsal Mam Xidir jî dixwaze
biçe zozanan. Lê ew ne wek koçeran ji bona rûn û penêr
diçe zozanan. Ew tenê ji ber hezkirina ji xuristê û jiyana
li çolê dixwaze here.
Mam Xidir dixwaze li wir dengê
çûk û teyran guhdarî bike; wêneyên wan bikişîne,
gul û kulîlkan bîhn bike, masiyan bigire û bi hirçan re
demeke xweş derbas bike...”
Zarokên 9-12 salî bi hêsanî dikarin
wê bixwînin. Dê û bav dikarin ji zarokên xwe yên piçûktir
re bixwînin. Mamosteyên zimanê kurdî dikarin wê wek alavekî
perwerdeyê bi kar bînin. Nivîskar pirtûkê, ku bi xwe mamostayê
zimanê kurdî/kurmancî ye, berî çapkirinê pirtûk bi şagirdên
dibistanê re bi kar aniye.
Yên ku dibêjin ”Zimanê me hebûna
me ye” û ”Zarok pêşeroja me ne” wê ji ”Mam Xidir”
û serpêhatiyên wî hez bikin. Bi hêviya ku pirtûk bi dilê
we be.
Nivîs: Haluk Öztürk
Wêne: Arif Sevinç
Cildkirî, 48 rûpel, bi wêneyên rengîn û kaxezê kalïte
bilind.
Çapa yekem: Gulan 2011. Stockholm
ISBN: 978-91-7672-072-1
Bihayê pirtûkê 12 Euro (€) ye.
Navnîşana xwestinê:
Weşanên Roja Nû
Gustavslundsvägen 168 A, 1 tr
Box: 10 150
167 51 Bromma / Sweden
Tel: (46 )+(08)+ 253857
www.komkar.se E-post: komkar@komkar.se
|