Dibistana Hilato Dihato
Mamoste Omerî
Mamoste Omerî
ji malpera me
ra çend
nivîs şandin
û pişt re jî nivîsên teze
dê bişîne.
Ew nivîs pêkenî
ne. Pêkeni
him merivan didin
kenandin him
jî didin fikrandin.
Ken jî bo mirovan
hewce ye û carina
wek derman
e… Emê li jêr
nivîsa M. Omerî
a pêşîn diweşînin (Dengê Kurdistan)
DARGRUBCİTÎ…
-Hilato ez
ketime bextê te û bextê xwedê, tê rehmê
li dê
û bavê xwe
bîne û tê ji min re
bêje, bêka
ev maneya DARGRUPCITÎ’yê
çîye?
-
Hey bi tirkî
Oxlim, bi erebî
ibnî û bi kurmancî layê min! Dihato! Çi tiştê ji
xwedê re
nelazim li cem
te derdikevin. Ma tu û ev
gotinên wilo oxlim!
Dargrupcîtî çi
bi serê te ketîye? Tu her bi pez û dewarê
xwe biştexil,
Dihato, hey oxlim!!
-
Hilato, malmîrat
ne min xwe
avêt dexîle te lawo, ma tu ji
min re bêje
qey wê xwîna
reş têkeve ser mêjyê
te lawo?
-
De yabo! Were
vî kerî
bi vî kurtanî derbaske.
Oxlim Dihato,
ma ez bêjim
dargrupcîtî partîya
sererd û binerdê ye, tu fêhm nakî.
Ez bêm
komeletîya civakî
ye…
Ez bêm
parastina fikr
û ramana ye…
Ez bêm
xebata rêxistinî
û prensbî ye, dîsa tu fêhm
nakî.
Deka bêjin yabo!
Ezê çi xwelîyê
li serê
xwe kim û çawa
te li berxînim?
-
Wey mala te
ne ava, ne tu be û ne jî mamostaya te be. Lawo min got
tu çend gotinên seldim beldima tirkî dizane, ma tu ji
minre mana wê bêje qey wê kevir bi ser te
de bibibarin Hilato? Lê sûc ne yê te
ye, yê min e, ez hatime cem Hilatê ku, mirişka xêr
ji gûyê wî ne ditîye.
-
De ka, ka..
bêje bi ew quzilqûrt te ji kuderê
bihistîye oxlim, Dihato?
-
Kuro ev
hozanê me Ibrahim Güçlî ye bê cêyî! Îro nebixêr min şerîta
wî danî ser teybê…
-
Êêê?
-
De bihêl ez
temam bikim, wek
Xaltîka Fatê xwe
nevêje navberê,
bi xwe karibe.
Birastî ez
bêjim, stranên ku digot, nîvê
gotinên wî
min fahm nekir. Lê
ew strana
wî ku digot,
”bela bişewite
mala dargrupcîtîyê” ewqas
bi şewat digot,
dilê min jî şewitand
û ji berxwe
êsir bi çavên min ketin. Îcar min jî mitale kir, bêka maneya wê
dargrupcîtî çîye…Û jibo wilo
ez hatim
cem te û min ji te pirsî. Ma qey dinya
xerab bû?
-
Dihato hey bi tirkî
oxlim, bi erebî
ibnî û bi kurmancî layê min! Hey te di binê bêrîka min kutayo, Dihato! Ez yekî weke
Mamoste Hilato
ku bi Tirkîya Osmanî,
bi Erebîya fesha,
bi kurdîya sorkurmancî û bi çend zimanê gawira
dizanîm, tiştekî
ji stranên Hozan
Îbrahîm Guçlî
fêhm nakim. Îcar
tu Dihatê ku,
Kîre xwe û singê
golik ji
hev nasnake tê
ji sitranên
wî fêmbike? Ew
ne karê
teye oxlim
Dihato!
-
Kuro Hilato,
ne min got, Mirîşka
xêr ji gûyê
te ne dîtîye,
çawa ezê xêrê
ji te bibînim.
Ya baş ezê
ji Xaltîka Fatê
re binivîsînim.
Ew dermanê hemû
derda ye.
Ewê min li berxe.
|