Komcivîna HAK-PAR’ê
Mamoste Omerî
- Roj
baş Hilato!
- Roooj baş, ehlen we sehlen, li
ser seran li
ser çavan, wey tu bi xêr hatî oxlim
Dihato.
- Hilato, layê bavê
min, ev xêr
e tu waha bi kêf e, ji kêfan re
şûr simbêlên
te nabirin?
- Kuro kêf kêfa
min e, bi sê telaqên
jin berdanê, ji
kêfan re
hindik maye ez
bifirim.
- Hilato layê bavê
min, xwedê meriv
bisitirîne, ev hineka ji te re
nivişt cêkirine
an li te hatîye xwendin?
- Çima dihato, ma
ecêb e ku
meriv kêfxweş be, ibnî?
- Na
layê bavê min, ne ecêb e, lê
ecêp ew
ecêb e ku
ev cara
ewil e tu bi dîtina
min kêfxweş dibe!
- Kuro ez ne
bidîtina te, ez
bi komcivîna HAK-PAR’ê kêfxweş im.
- Komcivîna çi, layê
bavê min?
- Kuro Dihato, ev
xuya ye
qey tu bi tiştekî
ne hisyaye.
- Na,
ez bi serê te yî
gulover kim, hayê
min ji tiştekî tune ye.
- Oxlim dihato, hey
malxerab, kuro
heta bi hacuc û macuca pê hisyane, ma
tu çawa pê
nehisyaye? Ma qey tu di guhê gê de bû,
hey ibnî?
- Erê layê bavê
min, ka bêje
bê çi çêbûye,
te ez teqandim.
- Kuro Partiya HAK-PAR’ê
berya çendakî
li Enqerê komcivîna
xwe li
darxist…
- Êêeeee?
- Ê
û qizilqûrt, bihêl ez temam bikim. Di civînê de tiştên nebûyî qewimîn. Komcivîn bi merşa netewî EY REQÎB
vekirin û bi şiarê
BIJÎ AZADÎ û BIJÎ
KURDISTAN xemilandin û gotin
em mafê
xwe dixwazin
kêmayî fedresyon bi telaq çimek , ji federesyonê
kêm be jî
em qebûl nakin.
Ev şîarên
ku sih sal e hevala
em bi hisreta
wan hiştibûn. Piştî
sîh salî ku ev
hisret ji
dilê min derket, de îcar ezê çawa
kêfxweş nebim.
- Hilato, layê bavê
min, bi sê teleqa
ger waha be, heqê te ji vir û heta ba
xwedê heye.
Ma ji vê xweştir?
Lê layê
bavê min, ez
her roj dikevim malperên
kurdan qet
min nuçeyeke, an şiroveyeke li ser vê komcivînê
tê de ne
dît. Gelo min ne
dît, an wan
ne nivîsandibûn?
- Dihato oxlim rojnemevan
û nivîskarên me
li ser tiştên waha biçûk nasekinin,
dema komcivîna
HAK-PAR’ê çêbû di heman demê de hilbijartina
senatoya Emerîka
jî hebû; ji
bo şopandina wê
piranî rojnamevan û nivîskarên me çûbûn
Emerîka!
- Ev tu bi rastî dibêje, layê bavê
min, an tu qerfên xwe
dikî?
- Na
dihato na. Gelek
Malperên kurda
li ser kûr û dirêj
nivîsandin lê
xuya ye, tu ketîye
malperê kurdên
baximsiz!!
- Hilato, îcar baximsiz
çi ye,
layê bavê
min?
- Baximsiz, ango serbixwe... Ez çawa ji te re
bêjim, ,,weke
ne ez bim,
min tijê ye....
Kesê weke xaltîka
min Eyşê ne,
zikreş in, ne kar ji wan tê
û ne jî
karê kesî
diecibînin. Kuro hema bi kurtayî;
”baximsiz” weke
lastika derpî ye,
vedizile û hew.
- Hilato, layê bavê
min, te got HAK-PAR ev
kar kirîye, gelo ev
HAK-PAR kî
ne?
- HAK-PAR......, HAK-PAR partîyeke kurda ye, ji dargrûpçîya
pêk tê!!
- Dargrûpçî?
- Erê, dargrûpçî, oxlim…
- Kuro Hilato, layê
bavê min, bi qesem,
ger dargrûpçî li Enqerê
Ey raqîp
dixwînin û dibên bijî Kurdistan, ji îro pêve ez
jî dargrûpçî
me û dibêm bijî
kurdistan û bijî
dargrûpçîtî!
|