Hilato
û Dihato
”Kurdistana
Swêdê”
Mamoste Omerî
- Kuro hilato,
ji sibeha xwedê
de hingî ku
ez li te digerim,
av bi binê lingê
me ket, ez
gêj bûm,
ev tu ketibû kîjan
qulê, layê
bavê min?
- Çima tu li min digere, ma qey nok
û nîskê me
di nav hev de mane, oxlim
Dihato?
- Tu ne xuya
bû, min mitala te kir û ez tirsîyam, min digot xudê neke belkî
tu jî bi faîlî
meçhûlkê çûbe, layê bavê min…
- Tu Dihato! Tu mitala
min bike û li ber min bikeve?.. Te got û min
jî bawer
kir…
- Hilato, tu dixwazi
rastîyê, layê bavê
min? Gava ku
ez li te digerîyam,
min di dilê xwe
de digot; ji zûve
kesî li
gund mulid
nedane, me bêrya goşt
kirîye, tiştik
bi vî Hilato bihata
û bimra, belkî ahl û mervê
wî mulidik
lê bidana, meyê
jî bi xêrka
mulida wî çend
hestî bikevijandana!
- De hêvya min ji
xwedê heye ku
hestî di qirika
te de bimînî û tu jî bixeniqe!
- Eselamuelêykim!
- Wey eleykumisilam!
- Rehme li dê û bavê we, ev Mamoste Hilato kî ji weye?
- Ez im seyda, kerem bike.
- Mamoste, ez Ebû Rizgaro me, min xwe li nav û dengê
te girtîye, aqsimbizatillah nava min ji we kurdê serxetê
tije bûye, ku ez nava xwe ji te re vala nekim, ya wê celta
li min xe, yan jî wê nexweşîya zeletanê bi min re
çêbibe.
- Xêr e seyda? Çima nava te ewqas ji me tuje ye?
- Ya exî, mane çima! Em dikin nakin, hûn xwe ji vê quzilqûrta
tirkî xelas nakin ya exî. Hûn li zimanê xwe xwedî dernakevin;
nîvê gotinên we bi tirkî ne.
- Seyda welehî tu rast dibêje, lêê…
- Hizabê we dibên emê Kurdistanê çêkin, lê neşrîyatê
wan hemû bi tirkî ne. Di muzahrê xwe de bi tirkî diaxivin,
Di heflên xwe de bi tirkî diaxivin, Cerîdên wan
bi tirkî ne, Mucelê wan bi tirkî ne, Li ser serhê
bi tirkî bi hev re diaxivin, Kuro tu li seyarê wan
suwar tê, heta bekera ser musecelê bi tirkî ye… De
ka bêje ya exî, ma kurdîtî wilo ye?
- Welehî,billehî tu rast dibêje û heqê te heye; lê seyda
ma tu qey pênizane ku, rêxistinên me dibên emê Kurdistaneke
bi tirkî çêkin?
- Çi? Kurdistanek bi tirkî? Ya exî ez mirina xwe dixwazim
û Kurdistanek bi tirkî naxwazim. De bi xatirê we!
- Oxir be seyda.
- Layê bavê min, Hilato, ew Ebû Zingaro qey ji Kurdistana
Swêd e…
- De îcar yabo! Talîya talî mirinek vî Dihato hebe wê
bi destên min be! Bi zorê nîv perçe xelas bûye, daketîye
sê perçe û nîva û em dibên xwedêyo perçak ji Kurdistanê
kêm bibe, Dihato perçekî lê zêde dike kuro! Hey bi tirkî
oxlim, bi erebî ibnî û bi kurmancî layê min? Te ev Kurdistana
Siwêd ji me re ji ku derxist, Dihato?
- Ez rebenê xwedê ji ku zanim lo, te
carna digot, kurdên me yî Swêd bi kurdîke bilind diaxivin,
ji ber ku min nîvê gotinê Ebu Zingaro fêhm ne dikir, min
got hebe nebe ew ji Kurdistana Swêd e, layê bavê min.
- Weyla, te di qirdkê
min de rîto. Ew ne ji
Kurdistana Swêd
e ew kurdê binxetê
ye, hey
oglim, dihato!
Ferheng: Hizb:
rêxistin
Muzahre: çalakî
Hefle: şev
Cerîde: rojname
Mucelle: kovar
Serhe: kolan
Siyare: tirimpêl
Bekere: kaset
Musecele: teyb
|