Dibistana Hilato û Dihato
Rewşenbîr
Mamoste Omerî
Di vê dema ku, birêz Beşikçî gengeşîyek li ser rewşenbirî û rewşenbîran
vekir, Me jî weke Dibistana hilato
û Dihato rewşenbîr kirin nav diranên cerxa xwe û
ji we re da xuyakirin bê rewşenbîr divê çawa bin!
Îcar hûn raya xwe tê de bidin bê ka, rewşenbîrîya
em didin nasîn, an ya birêz Beşîkçî dide nasîn rast e!
Îcar biryar a we ye.
- Roj baş Hilato!
- Wey ne roj baş! Ne bixêr dîsa tu hat…
- Çima tu dîsa aciz î Hilato, layê bavê min?
- Ma çima ezê ne aciz bim, tu ne bixêr hat, ez zanim dîsa
tuyê pirsên wê dinyayê ji min bike…
- Na layê bavê min na, vêcarê
ez pirsan ji te nakim. Ez hatime cem te
ku bi te bişêwirim.
- Îcar şêwra çi Dihato oxlim?
- Hilato ez ketime bextê te û yê xwedê, ka rehme li dê
û bavê xwe bîne û ji min re bêje, bi çawa ez dikarim bibim
rewşenbîr?..
- Aha ev ji me kêm bû, Dihato
wê bibe rewşenbîr, îcar me li bavê xwe zêdekir…
- Çima layê bavê min, ma ez ne weke kê me?
- Oxlim Dihato! Tu van serên di malperê
înternetê de dibîne? Xudanê van seryan hemû rewşenbîr
in; Em dibên xwedêyo, hinek kêm bibin! Dihato jî dibê
ez dixwazim bibim rewşenbîr!..
Ji bona tu karibe bibe rewşenbîr, deh tenûr nan
ji te re divên ibnî Dihato. Û xweynî wê; tu bibe rewşenbîr
jî, em nikarin cîhekî ji seryê te
re bibînin, ji ber cî di tu deran de nemaye.
- Hilato! Layê bavê min, birastî naha xudanê van seryan hemû rewşenbîr in?
- Erê rewşenbîr in, ma qey te
nizanîbû, oxlim Dihato?
- Na welehî, ez bi serê te yî
giloverkim min nizanîbû. Min digot qey evana kesê ku di
şerê Qibris de şehît ketine…
- Weyla te di qirtkê min de rîto
Dihato!
- Tiştek nabe layê bavê min Hihato, hetanî ez bibim
rewşenbîr xwedê mezin e, heta wê demê, dibe hinek
ji wanan şehît bikevin, an partîyek me yî Kurdanî din li ser înternetê vebe, wê çaxê
wê cîhek ji seryê min re jî çêbibe…
- Binêre, oxlim Dihato! Naha ezê ji te
re bêjim, bê çawa tu kare bibe rewşenbîr… Guhên xwe
veke û li min baş guhdarî bike:
Ji bona tu karibe bibe rewşenbîr, divê tu ji serî
de pêde bimeşe; pêşî divê tu têkeve nav rêxistinekê,
di rêxistinê de bilind bibe û bibe hetanî ku tu bigihije
qomcka wê… Piştî tu gihişt qomckê, îcar tê tiştekî
bike mahne û xwe ji qomckê bavêje xwarê…
Heke ku xwedê tu bele nedan, gava te
xwe avêt tiştek bi te nehat û tu sax filitî, tê here
cem wênevanê me Henayê fileh, wêneyekî rengîn bikşîne
û tê bîne ji min re, ku xwedê got erê, me di malperekê
de, cîhek ji wêneyê te re pêda kir, ahva tu bû rewşenbîr!
- Wey mala te ava, Hilato! Pirsekî
din layê bavê min: Heke ez bûm rewşenbîr, piştre
ezê çi bikim?
- Piştre tu tiştekî nake, tu destê xwe di ava
sa û germ jî da nake. Tê li mala xwe, li pişt kompyutera
xwe rûne û li xelkê guhdar bike… Wê xelk kar bikin tu
yê jî karê wan şirove bike. Karê wan, fikr û ramanên
wan baş ne baş tê wan rexne bike… Lê rêxistinên
bi hêz, nexasim yê bi çek bin,
car caran divê tu pesnê wan bide, da ku bele mele li te
nekevin û sûk ji te re vebe û tembîya min li te be, durî
karên rêxistinî û rêxistinan be.
- Hilato, layê bavê min, ma ku karê wan baş be çima
ezê wan rexne bikim?
- Oxlim Dihato!Heke tu rexne
neke û tu karê wan baş bibîne û pesnê wan vede, ma
ne wê çaxî wê ji te re bêjin were bi me re kar bike. Ma
rewşenbîrî û karê rêxistinî?..
Ma ne min wê rojê ji te re gotibû,
karê rêxistinî dargrubcîtî ye, ma çi zû te ji bîr kir?
Hey bi tirkî oxlim, bi erebî ibnî û bi kurdî layê min,
Dihato!
|