Lİ
MANNHEIM Ê ÇALAKÎYA JI BO QURBANIYÊN HALEPÇEYÊ
Keraseta Helebcê, di salvegera xwa ya 23. de li Elmanyayê
li bajarên Mannheim li Paradeplatz ê bi çalakîyên
cuda şehîdên Helebçe bi bîr anîn,
di 16.03.2011´an, saet 15.00´an heya 18.00 de li navenda
bajêr Paradeplatz ciwanên Kurd kom bûn û masayek
agahdariyê amade kirin. Li dor masayê find û mûm pêxistin,
Sûretên şehîdên Helebcê raxistin û belavoka ji bo
Helepce´yê ya bi Zimanê Elmanî belav kirin.
Di
vê çalakîyêde tiştin herî balkêş ev bû ku Ciwannin
Komciwan ê bi însîyatîfa xwe ev çalekîya amade kiribûn
di çalakîyêde tiştin herî balkiş evbû ku Gelek
Find Sûretin Şehîdên Helepce û Şano û
Sitrana Şivan Perwer ya Helepce gelek bala
kesan kişand serxwe.
Di destpikêde belavok hatin belevkirin û bi magafoni
ev belavoka hate xwendin û agahdarî dan raya giştî
ya Elman û berpirsîyarya Elmannan Anîn Ziman û şermezar
kirin.Wekî tê zanîn di sala 16yê Adara 1988an de li Helepçe
di bîhnekêde 5.000 kurd Hatibû kuştin û Ev çekên
kimyawî ku Sedam Hüseyîn bi kar anîbu ji alyê Elmanande
hatibu çikirin. Ew Belavoka bi megafonê bi Elmani çend
caran hat xwendin. Û çend caran jî Şano ji bo Temasevanan
hate listin
Şana bi serixwe miryên Helepce temsîldikir ciwanin
kurd bi kincin sipî bi havar xwe avêtin erdê û dura serwan
bi kefenên sipî hate veşartin û gûlin sor dane ser
wan. Ev çalakîya ji alyên polisên Elman û ji yên der û
dorê Paradeplatzê diçun û derbas dibûn jî gelkî baldikşand.
çalakî gelkî biserkeftî derbas bû û endamê PDK-Irak Serhad
Gafurî Ji hat û Cîwanên Komciwanê Pîrozkir. Ev çalakya
gelkî tehsîrek mezin da gelê Elman û Kurdên beşdar
bûbûn.
Amadekar:Zeynel Yatci
|