|
Prof.
Dr. Þakro Xido xelata qedirgirtinê di
warê lêgerîna dîroka
Kurdî da, ji destê nivîskar
Wezîrê Eþo girt. |
|
Hunermend
Dilþad Saîd xelata xwe di warê muzîka
Kurdî da, ji destê hunermendê
bi nav û deng Þivan Perwer girt |
|
Munzur
Çem di warê edebîyat û
zimanê Kurdî da, ji destê
Alî Haydar Sever xelata qedirgirtinê
girt |
Merasîma Xelatên
Qedirgirtinê
Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR, di 21’ê meha
Îlonê a sala 2003’an da, li Elmanya, li bajarê Wuppertalê
merasîmek çêkir û xelatên qedirgirtinê dan dîrokzan,
nivîskar, şaîr û henermendên Kurd, ku kar û
xebateka giranbiha kirine di warê lêgerîna dîroka
Kurdistanê, edebîyat, ziman û muzîka kurdî da.
Herwekî tê zanîn, îsal sedsalîya nemîrên Kurdistan
Mela Mustafa Barzanî û Cegerxwîn e. Herusa îsal
dehsalîya qetlîema Sêvasê ye. Bona vê yekê jî KOMKAR
xelatên qedirqirtinê peşkeşê sedsalîya
herdu nemiran û şehîdên Sevasê kir.
Di merasîma xelatan da, ku nêzîkî 200 ronakbîr,
nivîskar, mamoste, akademîker, hunermend, nunerên
rêxistinên sîyasî, çandî û demokratîk têda beşdar
bibûn, hunermend Dilşad Saîd xelatê xwe di
warê muzîka Kurdî da, ji destê hunermendê bi nav
û deng Şivan Perwer girt. Prof. Dr. Şakro
Xido xelata qedirgirtinê di warê lêgerîna dîroka
Kurdî da, ji destê nivîskar Wezîrê Eşo, Eskerê
Boyîk di warê edebîyata Kurdî da, ji destê Mamoste
Ehmed Akbaş, Munzur Çem di warê edebîyat û
zimanê Kurdî da, ji destê Alî Haydar Sever girtin.
Herusa Hasret Gültekîn jî bona bîranîna şehîdên
qetlîema Seevasê û kar û xebata wî ya di warê muzîka
Kurdî da hat xelatkirin. Herwekî dizanin Hasret
Gültekîn di qetlîema Seevasê da hatibû kuştin.
Bona vê yekê jîna wî xelata Hasret Gültekîn ji destê
Serokê Koma Dedeyan a Federasayona Elewîyên Elmanya,
Hesen Kilavuz girt.
Di dawîya merasîmê da filmeke kurt a vîdyoyî li
ser xebata Hasret Gültekîn hat nîşandan.
|