psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Merasîmek ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê

Merasîma 10ê Xakalewe (30ê Adarê) Roja Şehîdan di bingeha Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDK-Î li bajarê Koyê, bi rêveçû.

Dengê Azad/Koya

Merasîm bi rêveçûna endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDK-Î, Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK û malbatên şehîdan bo qebristana şehîdan dest pê kir. Endamê Deftera Siyasî ya PDK-Î Rustem Cîhangîrî deste gulek ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê danî li ser qebrê şehîdek û pêşmergeyên PDK-Î li qebristanê sirûdên ku li ser şehîdan hatiye danîn, xwendin.

Piştî xwendina sirûdan, li ber qebristanê ji bo pakî şehîdan çend dar hatin çeqandin.

Piştî serdana qebristanê beşdarên merasîmê serdana salona şehîdan kirin ku têde wêneyên şehîdên Kurdistanê yên endamên PDK-Î hebû.

Beşa duduyê ya merasîmê di salona Azadiyê de birêveçû. Beşa hanê, bi xwendina sirûda Ey Reqîp destpêkir. Paşê, peyama Deftera Siyasî a PDK-Î ji aliyê endamê Deftera Siyasî Rustem Cihangîrî ve hate pêşkêşkirin.

Herwisa, peyama hevbeş a Yekitiya Xwendkarên Demokrat ên Kurdistan a Îran, Yekitiya Jinên Demokrat ên Kurdistan a Îran û Yekitiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistan a Îranê jî hate pêşkêşkirin.

Di merasîmê de gelek pexşanên ku li ser şehîd hatine nivîsandin û sirûdên ku li ser şehîd hatine danîn, hate pêşkêşkirin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011