Li
Komeleya ÇIRA merasima “Roja Şehîdên Kurdistanê”
Bi mebesta “31ê Adarê Roja Şehîdên Kurdistanê”
li Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Diyarbekirê merasimeke
bibîranînê hat lidarxistin. Peyama Sekreterê Giştî
yê PSKê Mesût Tek ku di merasimê de hat xwendin, ji aliyê
beşdaran ve bi coşî hat pêşwazîkirin.
Dengê Azad/Amed
Bi mebesta bibîranîna
şehîdên kurd û Kurdistanê li Komeleya Çand û Hunerê
ya ÇIRA ya Diyarbekirê merasimek hat lidarxistin. Merasim,
bi rêznîşandan ji yadên şehîdên Kurdistanê re
hat despêkirin û bi xwendina sirûda neteweyî “Ey Raqîb”
dom kir. Piştî xwendina sirûda neteweyî, derbarê
wate û giringiyê “31ê Adarê Roja Şehîdên Kurdistanê”
de ji aliyê yek ji endamê komeleyê Arif Sevînç ve axaftinek
hat kirin.
Sevînç, bi xwendina sonda
Serokomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qadî Mehemed
dest bi axaftina xwe kir. Sevînç, di despêka axaftina
xwe de bal kişand li ser girîngiya vê rojê û weha
got; “Wek tê zanîn, Serokomarê Komara Kurdistanê ya Mehabadê
Qadî Mehemed û hevalên xwe piştî têkçûna Komara Mehabadê
di 31ê Adara sala 1947an de ji aliyê rejima dagirker ya
Îranê ve hat îdamkirin. Bi vê mebestê ev roj ji aliyê
Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ve wekî “Roja Şehîdên
Kurdîstan” hatiye destnîşankirin.
Gelê
kurd ku welatê wê Kurdistan ji aliyê welatên emperyalîst
û dagirker ve hatiye parçekirin, bi biryarî tekoşîna
azadiyê didomîne. Ew alaya Kurdistanê ku ji aliyê Serokomarê
Mehabadê Qadî Mehemed ve radestêm generalê nemir Mele
Mistefa Barzanî hatiye kirin, piştî tekoşîn,
fedekarî û bedelên bêhempa li parçeyekî welatê me li Başûrê
Kurdistanê bi azadî
liba dikeve. Tê zanîn ku alaya rengîn, bi xwîna şêhîdên
Kurdistanê hatiye xemilandin û axa Kurdistanê bi xwîna
bi sedhezaran tekoşerên kurd hatiye avdanê.
Şehîdên azadiyê ku
li Qoçgirî, Diyarbekirê, Agiriyê, Dêrsimê, Mehabadê, li
Barzan li Helebçe, Qamişlo, Ormiyê, Botan, Serhedê
û li hemû dol û deverên Kurdistanê bust bi bust bi xwîna
xwe dan avadan û alaya rengîn li bejna xwe pêçan, rûmeta
hemû kurdan in û em li ber yadên wan serê xwe ditewînin.
Rêznîşandan û xwedîlêderketina herî mezin ew e ku
em di rêya wan de, têkoşîna wan heta bidestxistina
azadiyê bidomînin.
Sazî û rêxistin dibe ku
biguhurin, têk biçin, belav bibin, lê ew qehremanên ku
di riya azadiyê de şehîd ketine, wek “stêrka bakur”
in; dê heta û heta bijîn û rêzanên me bin. Bi vê mebestê,
em di kesayetiya Apê Selîm, Metîn, Mistefa, Yilmaz, Ebdulselam,
Huseyîn, Elî Xoce, Kamil, Apê Seîd, Remzi, Edîb, Yavuz,
Nuredîn, Zana, Mamo û yên din ku di refên riya azadî de
û herweha, hemû şehîdên Kurdistanê ku ji bo azdiya
kurd û kurdistanê canê xwe feda kirine, bi rêz û hurmet
bibîr tînim û serê xwe li ber yadên wan ditewînin.”
Sevînç, di berdewamiya
axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya damezrandina
Komara Mehabadê, rol û helwesta
Qadî Mehemed, Mele Mistefa Barzanî û hevalên wan.
Piştî axaftina Sevinç,
Peyama Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSKê
Mesût Tek ji aliyê Sekreterê Komeleya ÇIRA Diyar Arcan
ve hat xwendin.
Peyama Mesût Tek weha
ye;
“Xwişk û birayên
delal,
Roja 10’ê Xakalêva, ango
31ê Adarê ku yekem Serokkomarê Kurdan Pêşawa Qazî
Mehemed di vê rojê da hatiyê darvekirinê, ji aliyê Partiya
Demokrata Kurdistana Îranê ve wekî “Roja Şehîdên
Kurdîstan” hatiye destnîşankirin û Partiya me jî
ji sala 1985an ve 31ê Adarê wekî roja şehîdan pejirandiye
û ji tarîxê virda her sal ji bona bîranîna şehîdên
Kurdistanê an bi tenê an jî ligel Partiya Demokrata Kurdistana
Îranê va civîn, çalekî û merasim pêk tîne.
Hevalên hêja,
Hinek nirxên civakî hene
ku ji bo gelan girîng in, wate û naveroka wan ji bo me
hemûyan wek yek in. Nirxên hanê, orf û arafatên dînî û
neteweyî bendên qehîm in, çîn û tebeqeyên civatê bi hevdu
ra girêdidin. Al, sirûd, cejnên olî û neteweyî nirxên
usa ne. Nirxên hanê ji bo neteweyên bindest yên wek me
hîn girîngtir in.
Li seranserê Kurdistanê
Ala Rengîn wekî alaya Kurdan tê qabûlkirinê û bûye xemla
hemû mal û ofîsa Kurd.
Li ba hemû Kurdan “Ey
Reqîb” sirûda neteweyî ye. Gava Ey Reqîb tê xwendin, hemu
Kurd radibin ser piyan û bi hevra “Ey Reqib maye qawmê
kurdziman” dibêjin.
Ji mêj ve ye ku Kurd hersal
di 20ê meha Adarê da, bona pêşwaziya Newroza Sultanî,
li ser çiyan agir hildikin, bi gor zirufên siyasî û civakî,
bona pîrozkirina Newrozê diçine seyranê, di salon û meydanan
da govend dikşînin, mafên xwe yên neteweyî û demokratîk
dixwazin..
Ligel nirxên hanê, hinek
rojên şadî û xembarî jî mirovan nêzikê hev dikin.
Festîvalên çandî, dawet û serxweşiyê rojên usa ne.
Gelek kes di rojên hanê da têne ba hev; pêwendiya wan
bi hêz dibe. Û hestên neteweyî di rojên hanê da qehîmtir
dibin. Ku bi baweriya min, Kurd îro ji her demê pirtir
hewcedarê vê qehimbûnê ne.
Di vî warî da Roja Şehîdan
jî gelek giring e.
Heval û hogirên tekoşer,
Destnîşankirina rojeka
hevbeş bona bîranîna şehîdan erkeke pîroz û
gelek giranbiha ye. Daku gelê me li seranserê Kurdistanê,
di vê roja destnîşankirî da, bi gor zirufên siyasî
û civakî, şehîdên xwe bibîr bîne; nîşan bide
ku wefadarê şehîdên xwe ye.
Em hemû dizanin, rojek
nîn e ku tekoşerên Kurd, rêber û serokên me şehîd
nebûne...
Ji ber vê yekê jî 365
rojên salê, şayanê destnîşankirina Roja şehîdan
e.
Îro li Kurdistana Îranê
“10’ê Xakelêva”, (31ê Adarê), li Başûrê Kurdistanê
jî 16ê meha Adarê wekî “Roja Şehîdan” hatine destnîşankirin.
10’ê Xakaleva roja bi
darda kirina Pêşava Qazî Mehemed û havalên wî ye.
Karesata Helebçe jî di 16ê meha Adarê de çêbû.
Serokê Nemir Mela Mistafa
Barzanî roja 24ê Nîsanê, ku di vê rojê da bajaroka Qeladizê
ji aliyê firokeyên BAAS ve hatiye bombebarankirinê, wekî
“Roja Matemînî” îlan kiriye.
Bê guman rojên hanê û
yên dinê jî şayanê destnişankirina roja şehîdan
e. Lê belê bi baweriya me
10ê xakelêva şayantir e. Ji ber ku Qazî Mehemed
Yekemîn Serokê Komara Kurdistanê ye, ku bi pêşangiya
partiyên siyasî ya nûjen ve hatiye damezrandin. Her usa
beşdarbûna Barzaniyan di damezrandin û parastina
Komarê da, nîşan dide, ku Komara Kurdistan li Mehabadê,
dewleta hemû Kurdan bû. Li seranserê Kurdistanê Kurdan,
Komar û Serokê wê, yên xwe zanine, parastine.
Xwişk û birayên berketî,
Rêberê mezin yê gelê Kurd,
şehîdê nemir Dr. Qasimlo digot, “baştirîn diyarî
ji bona şêhidan berdewamkirina rêka wan e.” Helbestvanê
mezin Hêjar jî dibejê, “bo şehîdan şîn û girîn
nevê, ew nemir in, di dile Milet da dijîn.”
Belê şehidên me şîn
û şîvê naxwazin, ew dixwazin em alaya xebata wan
li erdê nehêlin û xebata wan berdewam bikin.
Şehîdên me nemir
in!
Şehîd serwerê me
ne.”
Piştî pêşkêşkirina peyama birêz Mesût Tek, sînevîzyonek
ku ji bo şehîdên riya azadî hatibû amadekirin, hat
nîşandan û merasim bi dawî bû.
|