Birêz
Celal Talabanî
Sekreterê Giştî ya Yekitîya Niştîmanî
Kurdistan
Serê Milletê Kurd Sax be.
Ji bo azadî û serfirazî ya Kurdistanê, evqas salin
we bê rawastandin tekoşînek dijwar domand.
Tekoşîna milletê Kurd, li Dêrsimê, Agirîyê,
Helepçê, Mihabatê, Newala Qasabayê da tu car nesekinî.
Dijminê me yê zikreş, çavsor û xwînxar disa
êrişê me kirin.
Divê îdî were zanîn, tu kes nikare me ji rêya azadîyê
vegerîne. Em ji gor duhê, hê xwedan hêz û kuvetin.
Ji bo şehîden me yê nû, em pir xemgînin. Em
wek her car, tev şehîdên Kurdistanê bi hurmetek
mezin jibîrtînin.
Dilê me jinên Kurd tim bi we ra ne. Êşa we
êşa me ye. Em ji bo şehîdan rehmet, ji
bo malbatên wan sabir dixwezin.
Em wê êrîşa bêbext rûreş dikin.
Bila serê milletê Kurd sax be.
Bijî Kurdistan!
Bijî azadîya gelê Kurd.
Buraya Jinên Kurd-Elmanya
|