Birêz
Celal Talabanî
Sekreterê Giştî ya Yekitîya Niştîmanî
Kurdistan
Di roja 1ê meha şibatê de, di roja cejna pîroz
ya qurbanê de, me xeberek reş girt ku li bajarê
Hewlêrê li liqa 2´an buroya PDK û malbenda 3´an
YNK teqîna terorîstîyê çê bûye û gelek kes şehît
bûnin. Di nav van şehîdana de gelek ji her
du alîyan jî gelek endamên serkirdayetî û kadirên
hêja wek Samî Ebdurehman, Şewket Şêxêzdîn,
Mehmûd Halo, Mehdî Xoşnav, Seed Ebdullah, Ekrem
Mentiq, Ehmed Rojbeyanî, Emîd Nerîman, Şaxewan
Ebbas, Xesro Şêre,Fuad Çelebî û gelek din hatin
şehîtkirin. Nêzî 100 kes şehît bûnin û
150 kes jî birîndarin.
Di rojekî usa ku gelê me li bajarê Hewlêrê cejna
xwe ya qurbanê pîroz dikirin û her ji bo wê munasebetê
jî endamên serkirdayetî û kadirên hêja ya partîya
we pêşewazîya xelkê xwe dikirin. Dijminê gelê
me evîya ji xwe re firset dît û terora xwe ya qirêj
ya xwekujîyê li dar xist.
Ew terora hanê kî kiribe ya jî kîj hêz û dewlet
li pişt vê terorê hebe, pir eşkereye ku
ji azadbûna kurd û Kurdistanê gelek ditirsin. Ji
azadî demokrasî û ji aşîtîyê ditirsin. Lê gelê
kurd di hemû Kurdistanê de bi taybetî li başûrê
Kurdistanê bi 10 an salane li dijî erîşên dijmin
ber xwe dide û heya îro hatîye. Gelê kurd tu carî
li hember erîşên dijmin danexwarîye, ji bo
azadî û demokrasî û mafên xwe yên netewî bi sedhezaran
şehît daye. Wê ji vir weha jî berxwe bide û
Kurdistanek azad û demokratîk ava bike.
Ew destkeftîyên ku îro li başûrê Kurdistanê
heye, berhema xebata van şehîd ezîz in. Îro
kurd ji hemû wextan xurtire û ji hemû deman pirtir
nêzîkê hev in. Gelê me li başûrê Kurdistanê
ber bi dewletbûnê diçe, ev yeka dijmê me har dike
bi hemû metodên hov erîşên ser gelê me dike.
Ev karesata terorîstî ya dawî jî nîşan dide
ku dijmin di tirsek pir mezin da ye.
Em di vê bawerîyê danin ku bersîva herî xurt ji
bo dijmin, yekitîya gelê kurd e. Hêvî û daxwazên
me ewe ku li başûrên kurdistanê partî û rêxistinên
welatparêz yên kurd yekitîya pêk bînin û bi taybetî
jî her du hukumetên heremî rojekî zûtir yek bin.
Em wek Platforma kurdên Ewrûpayê, êş û xemgînîya
we, êş û xemgînîya hemû milletê kurd dizanin.
Em vê terora kirêt û hov mehkûm dikin û di ji şexsê
te birêz de ji ji hemû endam û rêvebirên YNKê ra
û ji malbatên şehîdan re, sersaxîyê û ji birîndaran
re jî silametî dixwazin.
Bimre dijminên gelê kurd û karên wan yên terorîstî!
Bijî Yekitîya Gelê Kurd!
Bijî Azadîya Kurdistan!
Bijî Kurd û Kurdistan!
Şehîdên Kurdistanê ne mirin!
Ewrûpa 2004-02-04
Platforma Kurdên Ewrûpayê
|