Mesaja Şivan Perwer
Jı bo Kemal Burkay
Kekê min Kemalê Hêja û xwedî rûmet !
Ez li ser vegera cenabê we ya Welat agahdarim û gellek
kêfxweş bûm bi biryara we ya pêwîst ku vê rojê gelê
me ji nêzîkve hewcedarî xizmeta we ye.
Min jî-ji dil dixwest li gel cenabê we û dost û hevalan
amade bibûma, lê mixabin ji berya salekê ve me soz dabû
hevalên Fransiz ji ber tevlêbûna Festivalek Navnetewî
ku nemaze qet nikarim têkwerdim...
Ji ber vê yekê her çendî bi vicût neamadebim jî, bi dil
û ramanên xwe li gel we me.
Herkes û ez jî dizanim ku di pêvajoka xebat û xizmetê
de, çi bi siyaset, çi helbest û çi di edebiyatê
de, cenabê we herdem bi dengê aştî, azadî û
pêşketinê bang daye û nivisandiye. Ji ber vê
yekê ye ku vegera we dê bibe bingeha aştî,azadî,
demokrasî, toleranz û dostiya gel`an. Ez dibêjim xwezil
em pêkvebûna li vegera welat Lê ez hêvidarim dê ew roj
jî were û da ku ez jî li dûriyê bi tenê û li dûr nemînim
û Kekê xwe jî bi tenê nehêlim. Her çi kar û xizmetek bikeve
layê me, bifermî, li xizmetin
Dîsa ez hêvîdarim ku Dewlet, yan Hikûmeta Tirkiyeyê
rêca xizmetê li kesayetek wek cenabê we negrin, rêza we
bigrin û xizmeta we ya giranbuha baş û rast
binirxînin û Gelê Kurd jî bi we serbilind bibe.....
Piştî temenekî dûr û dirêj hûn bi xêr û xweşî
bighên ser axa pîroz û pêşberan...
Hêvîve jiyan bi xêr û bêr bigere...
Rêz û slav ji bona Mîvanên we yên berketî û xweşewist....
Şivan Perwer
Bonn... 27.07.11
|