Li
Rojhilata Navîn statu wê bê guherin
Pişti kongra ya 9’an a Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK
li bajarên Evrupa civînên agahdariye tên li darxistin.
Civîna siftê li Hollanda bajare Denhaage hat çêkirin.
Paşê jî li Elmanya bajarê Bremen e. Li bajarê Munihê,
ku paytaxtê Bavyera ye li Komela Komkarê ya Munîhê da
ji di 15.10 2011’an da hat lidarxistin. Her wisa di 16.10.
2011’an da li Mannheime jî eynî civîn hat amade kirin.
Civina Munihê ji aliye Komkar- München û alîgirên PSK
li Basurê Almanyayê va hat amade kirin. Di konferansê
da wek axaftvan birêz Mesut Tek, ku bixwe Sekretere Giştî
ya Partiya Sosyalist a Kurdistanê ye cih girt. Piştî
kurêzgirtina bo şehiden Kurdistan û sosyalizmê birêz
Mesut Tek dest bi axaftina xwe kir.
Birêz Tek „em grîngiyek mezin didin kongreyên partiya
xwe, loma jî di nav van 36 salên ku derbazbûne, me 9 car
kongraya partiya xwe çêkir. Ev serbilindiyek mezin e serfiraziyek
e. Kongrêyen partiyan ji bo danûstandinek li ser kar û
xebatê çêdibe. Kêmasî û calakiyên wê tên niqaş kirin.
Kongrêya me jî tevlêbûnek mezin va hat lidarxistin.
Pêwistiya Kurdan bi parti ya me heye. Em wisa dibinîn.
Biryaren
me di komcivîna xwe da girtine mirov dikare bi du beş
bi nav bike. Beşek ji van ditîna me ya bo Rojhilata
Navîn û Kurdistane û ya din jî konjukture dinya ye. Pêvajoya
ku li Bakure Afriqa destpêkiriye û li Rojhilata Navîn
berdawam e, faktorê Kurd rolek giring dileyîze. Tevgera
Kurd li Rojhilata Navîn tevgerekî dinamîk e. Tekoşîna
gelê me li her parceyek Kurdistanê çalak e.
“Tevgera guhartınê li Espanya, Ameîrka bi rêyen
demokratîk û aşiti xwe nişan dide, lê mixabin
li Efrîqayê Bakur û li Rojhilata navîn bi xwin û lêdanê.
“Bereyên ku li ser Rojhılata Navin hene, bandore
xwe lı ser hemu buyerên herêmê datine. Bereyek dıxwaze
statuya heyi weki xwe bimine, bereyê din ji dıxwaze
statu bê guhartin. Berêyê, ku statuparêz e, jı Îran,
Suriyê û Hizbullah pêktê. Dıvê kurd dı bereyê
dıj statu de ci bigrin.
Lê mixabin qismek ji tevgera Kurd wek PKK li tifakek
Şî bi irane va digerinîn. Ev xeletiyek herî mezin
e ku Kurd bikin. Mesajên Öcalan û Buran Kalkan bi vî avayî
ne.
Tu feydeye tifaka hanê ji kurda ra nine.
„İsrail li hereme hêzek e û kurd dıvê li ber
çavê xwe bıgre. Dıvê politayên me lı ser
bingeha rastiye cêbibin, nu u liser vijdan„ got.
Her wisa birêz Tek liser lihev hatina Pejak û îrane jî
bir ûraya xwe anî ziman. Li ser mesajên ku Karayilanê
serokê KCK daye usa got: ”Ger pejak li İrane bi riya
siyasetê de karê xwe bike, çima li Tirkiye PKK dest ji
şêre cekdariyê bernade.
Li
iranê derfet ji bona karê siyasi nine, lê Tirkiyê kemasiyên
demokrasiyê jî hebin sistemê pir partî hene. Ne hewce
ye ku kurd li Tirkiye xebata çekdariyê bikin. Her wisa
partiyê banê ku bi xwastina Ocalan tê amade kirin, bi
raya me kêmasiyên pir bi xwe ra tine, lê hîn zu ye ku
li ser vî biaxafin. Her wisa protokolê ku ji aliye Hakpar-kadep
û Bdp va hat îmza kirin me pistgrî da. Li hevhatina tevgera
Kurd li bakurê Kurdistanê jî pêwistiyek mezin e. Em xoşbîn
in mezin tevgera siyasî ya Kurdistane astêngen ber yekitiyê
rake. Em gringiyek mezin didin herekata Kurd ya legal
li Tirkiye.”
Pişti axaftina xwe, birêz Tek bersiva pirsên bêşdaran
ku liser babetê bûn, da.
Dema nu Munih
Rênas Sutcu
|