psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Mesûd Tek; “AKP li van êrîş û xwîn rijandinê de berpirsiyar e”

Nivîskarê rojnameya Agirî Selîm Zencîrî bi Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek re hevpeyvînek li ser girîngiya hilbijartina Tirkiyê, rola partiya desthilatdar û siyaset û riftara wan li gel pirsên siyasî, pirsa kurd û herweha yekîtiya hêzên siyasî ên kurd li vê hilbijartinê de, pêkanî.

Mesûd Tek: “AKP jî li van êrîşan de tawanbar e, ji ber ku nekariye pêşiya wan bigre, lewma ew jî li vê xwîn rijandinê de berpirsiyar e”

Hevpeyvîn: Selîm Zencîrî/Rojnama Agirî-Hejmar 160

Tirkiye niha li qunaxek hesas û dijwar a siyasî de ye, ji hêlekê ve guhertina hevkêşeyên siyasî li deverê de gefê ji wî welatî ku awisê gelek kêşe û guhertinan e, dixwe û ji hêla din ve jî hilbijartinek gelek girîng li pêşber de ye ku qirar e çend rojên din birêve biçe. Bo vê yekê jî part û aliyên siyasî ketine xwe û li rikeberiyê de ne bo bidestxistina korsiyên zêdetir. Li ser girîngiya vê hilbijartinê, rola partiya desthilatdar û siyaset û riftara wan li gel pirsên siyasî, pirsa kurd û herweha yekêtiya hêzên siyasî ên kurdî li vê hilbijartinê de me çend pirsiyar arasteyî hêja Mesûd Tek, Sekreterê Giştî ê Partiya Sosyalîst a kurdistanê kirin ku bi vî awayî bo me hate axavtinê. Birêz Tek derheq girîngiya vê hilbijartinê wiha raya xwe anî ziman:
Hilbijartina 12 Heziranê ji ber du-sê xalên serekî girîng e. Yek ji wan ew e ku piştî hilbijartinê, amade kirina destûreka serdemî û nû wê bibe xala yekê ya rojeva siyasiya Tirkiyê. Destûra heyî, ku berhema kûdetayê 12'ê Îlona 1980’ê ya faşîst e, ne tenê nikare pirs û pirsgirêkên Tirkiyê yên siyasî û civakî çareser bike, her wusa bûye û dibe sedema gelek kêşe. Demek dirêj e bi taybetî di proseya endametiya Yekêtiya Ewropayê de hin xalên Destûra Tirkiyê hatine guhertin. Lê belê ligel hindê jî nebûye dermanê derdan. Bûyer û pêşhatiyên dawî, bi taybetî veto kirina hinek berandamên serbixwe yên Kurd ji aliyê Dezgeya Bilind a Hilbijartinê(YSK) ve, nîşan dide ku destûra heyî bi pînekirinê ve nabîte destûreka serdemî. Bona vê yekê jî divê destûra nû bi gor prensîbên navnetewî were amade kirinê. Îro li Tirkiyê ji bilî hinek aliyên faşîst û leşkerparêz, hemû partî û aliyên siyasî behsa destûra nû dikin. Lê belê di proseya hilbijartinê da li ser destûrê bi giştî diaxivin, bi zelalî eşkere nakin ku destûreka çawa dixwazin.

Ji aliyê dinê jî amade kirina destûreka nû ne tenê karê Meclîsê ye, ku piştî hilbijartina 12'ê Hezîranê wê pêk were. Ji ber ku bo destûreka serdemî pêwîst e hemu çîn û pêkhatiyên civakî di amadekirina wê da beşdar bin. Lê belê rêjeya (baraja) sedî deh %10 nahêle ku nûnerê hemû çîn û pêkhatiyên siyasî, civakî, netewî û olî di Meclîsê da hebin. Ji bona vê yekê welatparêzên Kurd, hêzên aşitîxwaz, demokrat û dezgeyên sivîl ji bona destûreka nû, ku divê têda hebûn û maf û azadiyên hemû pêkhatiyên netewî û olî were misoger kirinê, bihevre kar û xebatê bikin.

Xaleka dinê ku piştî hilbijartinê dibîte xala serekî ya rojeva siyasiye Tirkiyê, pirsa Kurd e. Doza Kurd berhema siyaseta resmî a dewleta Tirk e, ku li ser înkar û asîmîle kirin û ji navbirina neteweyên ne tirk hatiye demezrandin û heya niha jî nehatiye çareser kirinê. Ji ber ku hikûmetên Tirkiyê siyaseta fermî ya dewletê birêva birine.

Piştî du dewreyan ji serokatîkirina welat ji aliyê AKP'ê ve û dana soza çareseriya pirsa kurd, niha ew pirs li çi qonaxekê de ye?

Bê guman hikûmeta Partiya Dad û Pêşveçûnê (AKP) di hinek waran da ciyawaz e ji hikûmetên berê xwe. Hikûmeta AK Partî û serokê wê Erdoxan îtîraf kirine, ku li Tirkiyê kêşeyê Kurd heye û bi demokratîze kirina welat ve tê çareser kirinê.

Divê bê gotin ku him di proseya endametiya di Yekîtiya Ewrûpa û him jî di proseya “vekirina demokratîk” da, AK P'ê hinek gavên baş avêtine, wekî televîzyona TRT-6 û vekirina beşên Kurdî di hinek zankoyên Tirkiyê da û serbest berdana bi karanîna zimanê Kurdî di çalakiyên siyasî de û hwd..

Guman têda nîne ku gavên hanê baş in û rê li ber çareser kirina pirsa Kurd xweş dikin, lê belê kêşeyê Kurd hinde mezin e ku bi du-sê gavên wusa nayê çareser kirinê û pêwîst e gavên din yên mezintir werin avêtinê. Lê, hikûmeta AKP ne tenê gavên din neavêtin, belkî paşgez bû.

Çi bû sedem ku ew paşgez bin? Gelo em dikarin vê paşgezbûnê weke taktîk bona bidestxistina dengên zêdetir bihesibînin yan bo naveroka wan vedigere?

Bi gor bîr û baweriya min sedema bingehîn a paşgez bûna Erdoxan û hikûmeta wî, naverok, bername û rêbaza wê partiyê ye. AKP ne partiyeka şoreşger e û tixûba demokrat bûna wê jî berteng e. Ne hinde berfîreh e ku em dixwazin. Her wusa AKP di xebata demokrasî û azadiyê de kêm tecrube ye, ji ber ku derbazbûyiya wê partiye di warê demokrasiyê de tu nîne, bingeha wê partiyê olî ye, ji partiyeka îslamî cuda bûye. Ji ber vê yekê jî em nikarin çavnihêr bin ku AKP heta dawiyê şoreşger û demokrat be.

Ligel vê yêkê jî deshilatdariya 8 salî a AKP'ê, partiya hanê guhartiye ku ew yeka jî tiştekî siruştî ye. Her partiyek wek AKP'ê were ser hikum û deshilatê bigre destê xwe, demokrat bûn û guhartinxwaziya vê partiyê sal bi sal kêm dibe, dibine astengek li pêşiya proseya demokrasî û peşkevtinê.

Bi gor bîr û baweriya min AKP hêşta negihîştiye vê qonaxê ku bi temamî bibe asteng li pêşiya demokrasî û guhartinê. Rast e hinek kar û kiryar û helwestên AKP'ê ne tenê xizmeta demokrasî, aşitî û guhertinê nakin, belkî dibine astengek.

Lê îro jî astenga herî mezin li pêşiya proseya aşitî û demokrasiyê, her dewleta Tirk û sîstema resmî ya dewletê ye û AKP jî nikare û nexwaze vê sîstemî bi temamî biherifîne û sîstemeka nû û serdemî ava bike. Ji ber vê yêkê jî di pêşerojê de divê em piştgiriya gavên AKP'ê, yên ku ber bi demokrasî û aşitiyê ve davêje bikin û zextê lê bikin ku gavên baş û maqultir bavêje.

Carna em dibihîsin ku serokwezîr Erdoxan dibêje pirsa kurd nemaye û carna jî dibêje heye. Ev dufaqiye li siyaseta Erdoxan de hûn bo çi vedigerînin?

Demek e Serokwezirê Tirkiyê, Erdoxan dibêje: “kêşeyê Kurd nemaye, me çareser kiriye, hinek kêşeyên hevwelatiyên Kurd yên civakî û aborî hene”, ku ev yeka ne rast e. Ji ber ku hêj hebûna Kurdan û mafên Kurdan yên netewî nehatine nasîn. Bi gotineka dinê Kurd hêj jî ji mafên komî bêpar in û hikûmeta AKP'ê jî amade nîne mafê destecemî bo Kurdan binase û dixwaze bi nasîna mafê takekesî pirsa Kurd çareser bike. Ku bîr û bawerî û daxwaz û rêbaza hanê her wusa yê arteşa Tirk e jî. Çend sal berê Serokerkanê Tirkiyê gotibû ku “me mafên takekesî û çandî qebûl in, Kurd dikarin bi zimanê xwe biaxivin, bînîvîsin, stranên xwe bibêjin, çanda xwe pêşve bibin, lê belê em rê nadin bo mafên destecemî û komî. Bi vê çendê jî xuya dibe ku ertêşa Tirk û Hikûmeta AKP'ê li ser çareser kirina pirsa Kurdî bi nasîna mafên takekesî lihev hatine.

Ez ne dijî nasîna mafên takekesî me, lê belê pirsa Kurd bi vê rêyê ve nayê çareser kirinê û divê nasîna mafên destecemî jî ligel de be. Bê guman nasîna mafên takekesî û kûrtir kirina proseya demokrasiyê rewşa siyasî aramtir dike û bi vî awayî rê li ber çareser kirina pirsa Kurd vedibe.

Serbarê agirbenda yekalî a PKK'ê, lê niha jî operasiyonên leşkirî û siyasî li dijî kurdan dimeşin. Gelo ew yeka niyet û semîmiyeta wan a çareseriyê nabe bin pirsiyarê? Yan jî gelek kes li ser vê baweriyê ne ku AKP dixwaze siyaseta xwe ya piştî hilbijartinê bo êrîşek berfirehtir dabirêje. Raya we?

Wek tê zanîn PKK'ê heya 15’ê Hezîranê agirbes ragihandiye û gotiye ku carenivîsa agirbesê di destê desthilata Tirkiyê da ye, eger desthilata Tirkiyê nîşan bide ku bi rastî dixwaze doza Kurd çareser bike û di wî warî de semîmî ye, agirbes berdewam dibe.

Lê, li Tirkiyê hinek hêz û aliyên siyasî û rêxistin û dezgehên dewletê hene ku naxwazin demokrasî û aşitî li Tirkiyê de cîgir be, pirsa Kurd were çareser kirinê (ertêşa Tirk û general ji wan hêzan in). Hêzên hanê aşitî û aramiyê naxwazin û dixwazin rewşa siyasiya Tirkiyê aloz û tevlihev be, daku daxwazên xwe yên kirêt bidest bixin. Ji bo vê armancê jî fitne û ajaveyan digerînin.

Divê bêjin ku dewleta kûr a Tirk jî di vî warî da zana, pispor û xwedî tecrube ye û di nava Kurdan da jî hinek kes û alî hene ku ew ji naxwazin aşitî û demokrasî cihgîr be.

Armanca operasyona dawî ya erteşa Tirk aloztirkirina rewşa siyasiya Tirkiyê ye. Bi wan operasyonan dixwazin li Tirkiyê tevlihevî hebe, şer û pêvçûn, tund û tûjî pirtir be, daku bikarin pêşiya hilbijartinê bigrin. Ez ne ligel vê hizr û ramanê me ku dibêjin operasyonên leşkerî bi qezanca AKP'ê ye. Bi raya min berevajiya wê rast e. Alozî her wusa bi zirara AKP'ê ye jî. Lê AKP di van oparasyonên leşkerî de bêtawan nîne. Ji ber ku nekariye pêşiya operasyonan bigre, lewma ew jî yek ji berpirsên xwînrijandiyê ye.

Niha em dibînin ku bi awayekê hevahengî û yekêtiyek li navbera hêzên siyasî yên kurd li bakûr de pêk hatiye. Hûn vê gavê çiqas girîng dibînin û ew çiqas dikare rê li ber yekêtiya netewî li bakûr de xweş bike?

Bêguman bandora yekdengî û yekhewestiya hinek partiyên Kurd li ser hilbijartinê wê erênî be. Ne tenê di warê zêdekirina kursiyên Kurdan di Meclîse de, herweha di proseya nû da, ku piştî hilbijartinê wê destpê bike. Bo minûme di proseya amadekirina destûra nû, proseya pêşvebirina xebata aşitî û demokrasiyê, di proseya bidest xistina mafên demokratîk û netewî de û hwd…

Em dizanin ku tevgera azadiya Kurdistanê hêzeke bi bandor e di proseya demokrasî û guhartinan li Tirkiyê de. Eger hêz û aliyên siyasî yên Kurd li ser daxwazên hevbeş yekdeng û yekhelwest bin, tevgera azadîxwaza Kurdistanê jî bi hêztir dibe. Tevgera azadîxwaziya Kurd ya bihêz jî ne tenê bi qazanca me ye, belkî li berjewendiyahezên aşitîxwaz û demokratên Tirkiyê de ye jî. Herweha proseya aşitî û demokrasiyê pêşve dibe.

Xala girîng ew e ku yekîtiya hêzên Kurdî li Bakûr, ne tenê li ser hilbijartinê ye, belkî Partiyên ku ew yekîtiya hanê pêkanîne(HAK-PAR, BDP û KADEP), di nava xwe de jî Protokolek 7 xalî îmza kirine. Naverok û armanca protokola hanê tenê li ser hilbijartinê nîne, belkî li ser proseya piştî hilbijartinê ye.

Bi gor bîr û baweriya min eger protokola hanê nebe gorî û qurbana berjewendiya teng ên hizbayetiyê û ew aliyên siyasî ku têda cî girtine, bona cîbicî kirina protokolê dilsoz û samîmî bin, dikarin bibin bingehek ji bona tifaq û yekitiya netewî li Kurdistana Bakûr de.

Ji bona vê armancê jî divê bingeha protokolê bi beşdarbûna hêzên din yên welatparêz bihê berfireh kirin û hinek daxwazên netewî jî li ser daxwazan werin zêde kirinê. Ku ev yeka jî bi dan û standinên dilsozane pêk tê.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011