PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Berlîn:
Tabloyeke jibo bîranîna şehîdên Mykonosê

Li bajarê Berlînê, 20ê Nisanê tabloyeke jibo bîranîna şehîdên Mykonosê hat cî becîkirin.

Di civînê da siyasetmedarên Elmanan, wek Senatorê Navxweyi Körting, parlamenê PDS Giyasettin Sayan jî beşdar bûn. Her usa hin siyasetvanên Elman û partîyên Kurdistanî jî peyam birêkiri bûn. Nêzikê 500 Kurdên welatparêz ji çar perçên Kurdistanê, endam û alîgirên PDK-İran ji çar aliyên Ewrupa (Swed, Norveç, Nemsa, Danîmark, Fransa, Holland) û pir bajarên Almanya beşdarê civînê bûn.

Wek tê zanîn Sekreterê Giştî ya Partiya Demoqrata Kurdistana-Îran, Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wi Fettah Abdulî, Humayun Erdelan û Nurî Dehkurdî, di roja 17.09.1992an li restoranta Mykonosê, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatibûn terorkirinê.

Senatoya Berlinê par ev biryar girtibû û jibo cibecîkirinê jî Belediya  Charlottenburg-Wilmersdorfê kar girtibû ser xwe. Divîya bû civîn 31ê Adarê pêk bihata. Lê wezareta derva ya Almanya, “Konferansa Afganistanê” wek sedem nîşan dabû û ji beledîyê daxwaz kiribû, ku tarixek nû diyar bike. Serokê beledîyê jî tarixek nû, ango 20ê Nisanê dîyar kiribû.

Civîn bi axaftina serokê Beledîya Charlottenburg-Wilmersdorfê, Xanima Monika Thiemen dest pêkir. Thiemen di axiftina xwe da li ser biryarê sekini û got, ku “12 sal berê di nav sinorê belediya me da ev tiştê qiret çêbû. Da ku ev tişt di mêjîyê însanan da cîh bigre, me ev biryar girt.”

Thiemen axaftina xwe usa berdewam kir: “Hukma Tahranê xwest ku zextê li ser me bike, da ku em vê karê nekin. Me paşda gav ne avêt. Hetanî îro pir caran me tabloyên bîranînê danîbû. Lê bi rastî jî ev car ji bo vê biryarê eleqe û piştevanîyek xurt çêbû. Me ji Kurdan, bi hezaran fax û name girtin. Wana yek bi yek piştevanîya xwe bi vê biryarê dan nişandan û spasdarîya min kirin. Her usa Kurdan, alîkarîya dirawî jî nîşandan.”

Siyasetvanê Partiya Keskan Claudia Roth jî peyamek ji bo xanima Thiemen şandibû û ji bo karê wî yê qedir spasdarî lê kirîbû.

Paş axaftina serokê beledîyê, avukatê Şerefkendi peyivî. Avukat li ser pêvajoya mehkemê sekinî û behsa biryara mehkemê kir û ruşvet, tehdita hukma mollan anî zman.

Bi navê PDK-İ Miro Aliyar jî nama Sekreterê Gişti ya PDK-İ, Mamosta Ebdula Hesenzade xwend. Hesenzade spasdariya xwe ji bo serokê beledîyê dida nîşandan. Her usa di namê da hatibû destnişandan, ku mehkema Berlinê biryareke adilane dabû.

Paşê jina Fettah Abduli, Kejal Abduli axaft. Xanima Abduli li ser pirsa terorê sekinî û rejîma mellan rûreş kir.

Paşê keça Nurî Dehkurdî axaft û behsa bîranîna xwe li gel bavê xwe anî zman û spasdarîya xwe bi kesên beşdar nîşan da.

Heciyê Cindî jî bi navê PDK-Îran, beşê Almanya axaft. Cindî di axaftîna xwe da spasdarîya xwe li hemû kes, rêxistin û partîyan kir, yên ku di vê karê da pişgirî nişan dabûn. Her usa daxwaz ji hemû Kurdan kir, ku ji bo berjewendîya netewa Kurd werin ba hev, wek ewroj di bin siya Ala Kurdistanê da bi hevra kar û xebatê bikin. Cindî paş axaftina xwe, bi navê Sekreterê Partîya Demoqrata Kurdistana Îranê, Mamosta Ebdula Hesenzade, baqeq gul da Xanima Monika û spasdarîya xwe pêşkêş kir.

Berê ku ev tablo bê cîhkirin, hukma Îranê çendîn caran hewl da, ku pêşî lê bigre, lê biserneket. Serokê belediya Tehranê, nameyek ji bo serokê senatoya Berlinê ra Klaus Wowereit ra birêkiribû û jê daxwaz kiribû, ku ev tablo neyê bidarxistin. Nama xwe da gotibû, ku ger hun vê karê çêkin, em jî tabloyek li ber derê Konsolxana Elman a li Tehranê danin û tê da binivîsin, ku Almanan çekên kimyewî daye Saddam û ew ji hember Kurdan bi karanîye. Lê ev tehditên Îraniyan bi serneket. Elmanan paşve gav ne avêtin û tablo hat çikandin.

Tabloya bîranîna şehîdên Mykonosê, ji aliyê hîn rêxistinên Kurd û kesên welatparêz ve hat fînansekirin. Yek ji wan ji KOMKAR Berlîn e.

Di 17.09.1992an da, 4 qetilkar (ji wan dudo Îranî û dudo ji Libnanî bûn) vê qetlîamê çêkirin. Qetilkarek revî Îranê û nehate girtin. Yên din, Kazem Darabî û herduyên Libnanî hatin girtin û derketin pêşîya dadgehê. Dadgeha Berlînê, di biryara xwe ya roja 10ê Nîsan sala 1997an da diyar kir, ku serokê komara Îranê û serokê rehbera dini (Ayetullah Xameney) biryara kuştina van siyasetvanan dane û qetilkar ji ev bicih anîne. Gor biryara dadgehê,  Darabî û hevalek wî, jîyana xwe di zindanê da derbaz bikin.

TABLOYA BÎRANÎNÊ
Li ser tabloyê ev tiş hatîye nivîsîn:
“Di roja 17.09.1992an, li vî ciyî, di restoranta Mykonos da, Sekreterê Giştî ya  Partiya Demoqrat a Kurdistana Îran, Dr. Sadiq Şerefkendî, Fettah Abdulî, Humayun Erdelan, di gel siyasetvanê nişteciyê Berlînê Nurî Dehkurdî, ji aliyê desthilatdarên Îranê yên wê demê ve hatin kuştin. Wana jiyana xwe jibo xebata azadiyê û mafên mirovî ji dest dan.”

 

  Dengê Kurdistan © 2004