Şaîr û nivîskarê bi nav û deng Eskerê Boyîk
nameke vekirî ji bo Serokê PDK-Iraq Kek Mesud Barzani
û Sekreterê Giştî ya YNK Mam Celal Talabanî
ra şand. Nama bi vî awayi ye:
Nema Vekirî:
Kek Mesud Barzanî û Mam Celal Telebanî ra
Ez nivîskarekî kurd im. Li welatê
Sovyêtê da hatime dinyayê û ji dûrî axa kal - bavên
xwe; Kurdistanê mezin bûme. Evîna axa welêt dilê
evdên xerîbîyê da pir mezin, şîrîn û pîroz
e. Me derdê bê weletîyê û xerîbîyê pir dîtiye.
Di dawîya salê 50’î da, dema
Barzanîyê Mezin, ji welatê Sovyêtê vegerya, bi mêranî
di tebîyê parastina mafên gelê xwe yê bindest da
sekinî û dewa azadîya welatê xwe kir, bû ala serfirazî,
azayî û kubarîya gelê Kurd, kete dilê me hemya,
bû guman û hêvî... Guhdarîya cihanê jî vegerand
ber bi pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê.
Eva devedevî nîv sedsalî ye, gelê me, bi hêvîke
mezin qehremanê Başûrê welatê xwe dinhêrin,
bawer in, ku li wur şerkarîya rast, dewa heq
tên meşandin û berjewendîyên azaya Kurd û Kurdistanê
li ser her tiştî ra tên girtin.
Barzanîyê Mezin li ser vê rîya
pîroz bû şehîdê Kurdî herî mezin, çira azadîyê,
kilama qehremanîyê û berxwedanê.
Cîyê şahnazîyê û kubariyê
ye, ku ew çira ronayê û sondê, we bi hizkirin û
xîret, bi hurmet û qedir, bilind girtîye û ber bi
pêşîrojê dibin.
Dîroka van salên buhurî, em
hîn kirin, ku li dorpêça der-dorên nexwaz û neyar
da, li nav neheqî û zordestîya zorbe û hukumdarên
cihanê da, li nav berjewendîyên wane eşkere
û dizî da rîya gîhîştina armancên heqîyê û
rastîyê pir dijwar e.
Di vê rîya dijwar da, çiqas jî kêmasî û carna
jî şaşî hebûne ( bê xûn jî nîbye ), ez
bawer im, we ala azaya welatê xwe bi serfinyazî
pêşda birye...
Rê bi kelem bûye, neyarên welat û gelê kurd pir
in, bi fêl û fen, zalim û xurt in, dewlet in. Xiyanet
û xayîntîya navxweyî, piropaganda eşkere û
veşartî jî karê xweyî reş, karê bêtifaqîyê,
bêgumanîyê û teslîmbûnê kirine. Welatê me hatiye
wêrankirin, bi çek–sîlihê cihanê, yê here zulm û
komkujîyê gelê me hatiye qirkirin û qetilkirin...
Dijwar e, maleke Kurdê usa hebe, ku birînên bûyerên
vê berxwedana pîroz dilê wan da tune bin...
Dîroka me bi xwîna bi seda hezara pêşmergên
qehreman û qurbanên Helebçeyên bê hesab hatiye nivîsar.
Ji pey sala 1991’ ê ra, dema destê remê kete Kurdistana
Başûr û ew ji zulma rêjîma Sadam parast, çiqas
jî hidûdên çêkirî ketin li nav we, lê dîsa jî we
nîşanî evd û hukumdarên cihanê dan, ku Kurd
miletekî medenî ne, karin xwe ji xelqê çêtir û dêmokiratîktir
rêva bivin û ji gelê der–dora xwe baştir îdare
bikin. We merîfet, xeyset û kûltûra gelê me ya rastî
nîşanî cihanê da. Bi serê we dinya alem pê
hisya ku gelê kurd ew nîn in, çi dijminê wan ew
nîşanî dinyayê dane...
Îro dîrokê borcekî pir cawdar danîye li ser milê
we. Wext hûn danîne li ber çerxa qedera gelê Kurd.
Îro hûn karin meşa dîroka gelê me, ya dewrana
malwêran biguherin ber bi azadîyê, ronayê û serfirazîyê...
Her tişt yekîtî û tifaqê va girêdaye.
Hûn tek serokê partîya û civaka nînin. Hûn pêşîkêş
û lîdêrê temamîya gelê kurd in... Bextê gel we va
girêdaye. Roj hatiye û rojên wa, dijwar e, ku carke
din dest me kevin. Azaya vê para welêt gerekê li
ser her berjewandîyan ra bê girtin... Serokên kurd
deyndarên gelê xwe ne, deyndarên dîrokê ne.
Di van çend mehên dawîyê da we bi camêrî nîşanî
gelê xwe da, ku hûn bi mêranî tebyê parastina mafê
wan da sekinîne.
Ez bawer im, bi sedî–sed dawî
rêjîma Sedemê xwûnxar, celatê gelê Kurd hatiye,
lê meydan rehet, aram û paqij nîne. Neyar û nexwazên
Kurda yê dewrana, bi çek û sîlihê xwe, bi sîyasî
û karên xwe yê qirêj, hazir sekinîne û ku destê
wan bê wê xiravîya here netexmînkirî gelê me ra
bikin . Ez bawer im, û tu şik jî tune, ku yekîtî
û tifaqa we ya şexsî, sîyasîya we ya xurt û
bi mêrxasî sekinandina we di tebyê parastina mafê
gelê xwe da, hûnê li vê bazara dijwar, ya hukumdar
û zordestên cihanê da serkevin û azaya gelê Kurd
ji zalima xilazkin.
Tifaq û yekîtîya we ye şexsî, wê bive hevgirtineke
xurt navbera endemên herd partîya û temamîya kurdên
wê heremê da, ku li ser parevekirina nav–nîşana,
cî- mezinaya, kursîya, berjewandîyan, yên kevn û
nû dijwarî û tolhildan çê nebin.
Vî şerî da jî êş û birînên hebin. Gelê
kurd rojên dijwar pir dîtine. Belkî vê carê, dawîya
şêr gelê me ra bive mizgînîya xêrê.
Nav û meznaya here bilind gel dide mezinan.
Destê me li ser dilê me, em li Başûrê welatê
xwe dinhêrin.
Bijî yekîtî û tiqaq !
Azadî gelê meyî zêrandî ra !
Eskerê BOYÎK
Nivîskar
06.04.2003.
|