Nama ronakbîrên Kurd
ji Serokwezîrê Alamanya ra
Birêz Gerhard Schröder
Serokwezîrê Alamanya
Serokwezîrê birêz
Li rayagiştî hate ragihandin, ku hunê herin
seredana Tirkîyê ye. Bi munasebeta vê, em Kurdên
lijêri mora me heyî, ku jiber zagon û polîtîkayên
ne domokratî yên Tirkîyê li welatê we dijîn, bi
destura we, em dixwazin bona demokratîkbûn û aşitîya
Tirkîyê, çend xalên girîng pêşkêşî we
bikin. Ev çend xalên ku emê li jêr birêzkin, him
bona aşitîya nav Turkîyê û him jî bona aramîya
herêmê gelek giring in.
Serokwezîrê birêz,
Seredana we ya Tirkîyê di demek gelek giring da
diqewime. Bi hêlekê ve, di encama operasyona li
dijî dîktatorîya Iraq'ê da, pêvejoya damezrandina
dewletek federal li vî welatî, di nav Iraqek yekgîrtî
da çareserîya kêşeya Kurdistana başûr
û helbet helwesta Tirkîyê ya di vê mijarê da, di
hêla din da pêvejoya tamendamtîya Tirkîyê û kêşeya
Kurdistana bakur li benda çareserîyê ye. Hun jî
baş dizanin, di panzde salên bihurî da şerekî
gelek dijwar û bêhiquq hate meşandin. Gelê
Kurd zirar û tahrîbatek mezin dît û niha jî, di
nav şertên neçarî û belengazîyeke kûr da dijî.
Ji ber ku li Tirkîyê, bona çareserîya pirsgirikan,
bilî Enqerê ti kes û der ne xwedî biryar in, lowma
hemû pirsgirêkên gelê Kurd bê çareserî di halê xwe
da disekinin.
Dema ku şer rawestîya, an jî Partîya Karkerên
Kurdistan'ê-PKK bi yek alî şer rawestand, hêvîyek
gelek mezin rûda, daku derfetên çareserîyê dê derkevin,
eger bi rastî jî bona çareserîyê nîyetek paqiş
hebe, rewş jêra misaît bûbû. Sal diherikin
lê, mixabin wek ku gelê Kurd û derdorên aşitîxwaz
hêvî dikirin, heta îro bilî hinek guhertinên kozmetîk
ti pêngavên bingehî nehatin avêtin. Guhertinên ku
Tirkîye xwe pê dipesine, mîna pêkanîna "Pîvanên
Kopenhaginê" dinimîne, her çiqas ji berê rewşek
pêştatir derdêxe jî, bona çareserkirina kêşeya
Kurdistanê li Tirkîyê pê nake, divê ev rastî bê
dîtin. Weke ku di dîroka wê da gelek mînak jî hene,
mixabin Tirkîye li hemberî hemû pirsgirikan polîtîkayên
ku wext di navberêkeve, kêşe bêtir di navhev
da gilok be û bi hinek faktorên din ve alozî bêtir
bibe, dimeşîne. Di kêşeya Kurdistanê da
jî, di nav helwestek wisa da ye. Bomînak "Pîvanên
Kopenhaginê" li ber çavan ne, dev ji pêkanîna
Pîvanan berdaye, ketiye nav qilqalê (telaş)
ku hindirê wana vala bike, li hemberî rayagiştî
bê wate bihêle.
Serokwezîrê birêz,
Em hemû dizanin, ku ev guhertinên kozmetîk jî di
pêvejoya tamendamtîya Yekitîya Ewrupa-YE da pêk
hatin. Mirov dikane bêje, ku hemû jî li ser daxwaza
YE bû. Bi ya vê dewletê be, 'li Tirkîyê hemû Pîvanên
Kopenhaginê pêk hatine, tenê di çend xala da kêmaya
jîndar kirinê heye.' Lê, tê zanîn ku Pîvanên Kopenhaginê
ne ew bitenê ne, çarçowa wana firehtir e û armanc
b irasti jî bi cih kirina demokratîyek tam e. Di
vê mijarê da xala herê giring, lazime ev guhertinên
ku YE di nav çarçowa Pîvanên kopenhaginê da dixwaze,
divê pêşîya çareserkirina kêşeya Kurd
veke. Eger pêvejoya çareserkirinê venebe, aşîtî
û herweha aramî li Tirkîyê cih nagre. Hema mirov
dikane dîrek bêje, wek ku salên bihurî jî hate dîtin,
aramîya hindirê vî welatî bi çareserîya kêşeya
Kurd ve yekûyek girêdayî ye. Herweha tê zanîn, ku
aramîya Tirkîyê ewlekarîya Ewrupa jî bi nîzik ve
eleqeder dike.
Em jî dizanin ku tamendamtîya Tirkîyê ya YE, bi
hemû şiweyê dê kêşeya Kurd çareser neke
lê, ya herê giring ev e, ku pêşî li çareserîyê
vedibe û herweha rêbazên demokratîk û sîyasî bikar
têne. Di halê îro da, barekî giran ketîye ser milê
YE û taybet jî dewleta Alaman. Lewra Alamanya, di
nav YE da xwedî giranîyek bi qîmet e. Bona vê rastîyê,
em ji we dixwazin ku ev çend xalên li jêrê hatine
rêzkirin, ligel Tirkîyê, hun di vê seredana xwe
da bînin rojevê û li ser vê dewletê tehde bikin,
daku ew pêngavên aşitîye bavêje.
1. Tirkîyê her çiqas qala guhertinên demokratîk
dike jî, hê bi temamî astengên li pêşîya serbestîya
fîkr û tevgerbûne ranekirîye. Li pêşîya sîyasetê,
li ser weşanê û li ber serbestîya fîkrê gelek
zagonên qedexeyî hene û li ser partîyên, ku bi nasnameya
Kurd têne naskirin bi armancê girtina van partîyan
zordestî, çewsandin heye. Berîya hertiştî,
wek dewletên demokratî, divê serbestîya fîkr, weşan
û serbestîya tevgerbûnê hebe û herweha astengên
li pêşîya partîya jî rabin. Kurd divê bi nasnameya
xwe xwedî partî bin, di nav çarçoweya demokratîk
da sîyaseta xwe bimeşînin.
2. Divê asteng û qedexeyên li pêşîya ziman
û çanda Kurdî rabin, bi zimanê Kurdî hemû çûrreyên
weşanê hebin û herweha alîkarîya dewletê ya
bona weşanên zimanî Tirkî herçend e, lazim
e bona zimanî Kurdî jî ewçend be.
3. Mafê radyo û televîzyona Kurdî, wek yên bi zimanî
Tirkî çawa ne, divê wisa be. Qedexe û astengên pêşîya
radyo û televîzyona Kurdî divê rabin.
4. Perwerdeya bi zimanî Kurdî, mafê her Kurd e.
Di hiquqa navneteweyî da, heqê her zarokê Kurd heye,
ku bi zimanê Kurdî perwerde bibe. Çarçoweya Pîvanên
Kopenhaginê jî wisa ne. Kurd li Tirkîyê ne kêm netewe
in, hêcmara gelê Kurd ji 15 mîlyonê zêdetir e. Seranser
li Kurdistanê gel, ser li birêvebirên wîlayetan
dide ku zarokên xwe bi zimanî Kurdî di dibistanan
da perwerde bibin lê, hemû têne red kirin.
5. Tirkîye dewletek merkezî ye. Biçûk an jî mezin
hemû pirsgirik li Enqerê dicivin. Ji dest vê çareserî
nabe. Taybet pirsgirêken civakî û aborî yên Kurdistanê,
heştê salên ku bi çavên sêwêtî hatine lêmezekirin.
Her dem herêma Kurdistanê ya herê neçar û paşmayî
ye. Di her cîhetî da di navbera Kurdistanê û rojavayê
Tirkîyê da ferqek gelek mezin heye. Mirov dikane
bêje, ku rojavayê Tirkîyê nizikî sewîya Yewnanîstanê
lê, herêma Kurdistanê jî wek Bengladeşê ye.
Divê di pêvejoya tamendamtîya YE da, ew ferqa di
navbera herdu herêma da rabe, qet nebe kêm bibe.
6. Ji ber ku gelê Kurd li ser çareserkirina pirsgirikên
xwe ne xwedî biryar e, bi paşve maye, di nav
belengazîyê da maye. Eger şaredarîyên (beledîye)
herêmê, bi zagonî xwedî biryarbin, deshilatîya wana
wek dewletên demokratî fireh bibe, di demek kin
da emê bibînin ku gelek pirsgirikên ku bi salan
temenê wana hene, dê çareserbibin. Mijarek gelek
giring e, lazim e YE di pêvejoya tamendantîyê da
li ser vê mijarê bi rastî raweste.
7. Jı bona kesên ji dervayî Tirkîyê dijîn
û yên di girtîgehan da ne, divê afûyek giştî
bê dîyar kirin. Ev, him bona hîssîyata rayagiştî
û him jî bona aşitîya navxweyî pêngavek ewil
e û moralî ye. Bi pêngavek wisa ve, bi hezaran kes
dê ji welatên Ewrupa vegerin welatê xwe. Û herweha
kesên çekdar jî dê çekan berdin.
8. Tirkîyê dixwaze mudaxilê karê hindirê Iraqê
bibe. Heqê Tirkîyê tine ye. Wek ew dibêje, bi rastî
ji Kurdistana başûr, ango ji bakurê Iraqê ti
êrêş û xeter bona Tirkîyê naqewimin. Tirkîyê
gotinên wisa bona xwe dike sedem û dixwaze di Kurdistana
başûr da herdem bêaramî û alozî derkeve, Kurd
nebin xwedî mafên xwe yên neteweyî. Herçend Tirkîyê
destê xwe di nav karê Kurdistanê ke, ewçend jî evê
bibe serçavîya bêaramîyê ye. Dema ku tiştekî
wisa dest pêbike, elbet bêaramî dê hilciniqe Tirkîyê
û zirara vê dê bigehê Ewrupa jî. Lazim e YE, wek
dema operasyonê, îro jî, di vê mijare da hessas
be, bala Tirkîyê bikşîne.
Serokwezîrê birêz,
Elbet pirsgirêkên Tirkîye ne ev bi tenê ne. Lê,
encax em dizanin ku sedema bingehîn ya van pirsgirikan
ne demokratîkbûna sazumana Tirkîyê ye. Pêvejoya
YE bona demokratîkbûna vî welatî derfetek giring
e. Lê divê bêtawîz bikar bê. Nîzikbûnek pragmatîk,
wek ku di dîrokê da gelek mînakên wê hene, çareserîyê
ji wir berdin, dê telvêhevîyê zêde bike.
Em, ji we bawer in ku hun jî aşitî û aramîya
Tirkîyê dixwazin û herweha bona gelê Kurd jî dilgerm
in. Kurd jî bona we û Partîya Sosyaldemokrata Alamanya
erênî û piştevan in. Dema ku di vê seredana
we da, ev mijar bêne rojevê û rayagiştîya gelê
Kurd bibîne ku hun hestyar in, wê demê eleqe û peştevanîya
gelê Kurd bona we û partîya we dê pirrtir bibe.
Ji niha ve em, spasîya xwe pêşkêş we
dikin û di seredana we da serketin dixwazin.
Bi silav û rêz.
Mahmut Kilinc (Parlementerê
DEP'ê); Şivan Perwer (Hunermend); Nejdet Buldan
(Serokê Şaredarîya Geverê yê berê); Fikret
Yildiz (Doktor); Ali Haydar Koç (Dirokzan); Munzur
Çem (Niviskar, lêger); Mehmet Bayrak (Nivîskar lêger);
Osman Aydin (Parêzger, nivîskar); Zerdeşt Haco
(Nivîskar, Serokê PENA Kurd) Yilmaz Çamlibel (Nivîskar),
Abdül Rahman Kejo (Doktor), Ahmet Akbaş (Mamoste),
Ahmet Çamlibel (Nivîskar), Ahmet Zemji (Doktor),
Akif Hasan (Rojnamevan), Akram Naassan (Doktor),
Ali Atalan (Polîtolog), Ali Baran (Hunermend), Ali
Tahran (Doktor), Ali Tuku (Mamoste), Baki Coşkun
(Parêzger), Bedil Güden (Hunermend), Berivan Roj
(Zmanzan), Cahit Kaplan (Mamoste), Cankurd (Nivîskar),Celel
Vural (Parêzger), Çeko Kocadağ (Nivîskar),
Dilbixwîn Dara (Rojnamevan), Evina Welat (Hunermend),
Fahrettin Adsay (Doktor), Fatma Aslan (Hunermend),
Fettah Timar (Mamoste), Feyyaz Ekmen (Mamoste),
Fikret Zengin (Doktor), Giyasedin Zaroj Stêrk (Mamoste),
Gohdarz Hajo (Doktor), Gulistan Sarıbaş
(Doktor), Gulmurad Muradi (Prof.Doktor), Güney Aslan
(Rojnamevan-Nivîskar), Halil Raşov (Doktor),
Hasan Taşkale (Mamoste), Haşim Saydan
(Wênevan), Hejar Maroof (Doktor), Hemin Rasch (Doktor),
Hüseyin Bektaş (PD Dr. – Perwerdekarê Zanîngehê),
Hüseyin Güneş (Hunermend), Hüseyin Habasch
(Şair - Werger), Hüseyin Temurlenk (Mamoste),
İbrahim Mahmud (Rojnamevan), Kamran Bêkes (Doktor),
Kazım Özdemir (Mamoste), Kemal Tolan (Nivîskar),
Kemel Sido (Doktor), Lorin Bektaş (Parêzger),
Mehmet Deniz (Doktor), Mehmet Tanrıkulu (Mamoste),
Mesut Bayram (Mamoste), Muharrem Yıldız
(Mamoste), Mustafa Birden (Mamoste), Mustafa Seydo
(Doktor), Muzaffer Özgür (Rojnamevan), Nazif Telek
(Nivîskar), Nesmil Ghassemlou (Doktor), Newroz Saidpour
(Nivîskar), Nishtaman Rasch (Doktor), Nuh Ateş
(Nivîskar), Omar Sımo (Doktor), Osman Kızılkan
(Doktor), Ömer Tuku (Mamoste), Ramazan Kaya (Hunermend),
Ressoul Akmed (Doktor), Sedat Karakaş (Hunermend),
Senem Çamlıbel (Mamoste), Serefettin Kaya (Parêzger),
Serhat Bucak (Parêzger), Sertaç Bucak (Muhendis),
Sexo Kartal (Hunermend) , Seyidxan Kurij (Rojnamevan
– Nivîskar), Şükrü Gülmüş (Rojnamevan
– Nivîskar), Süleyman Ateş (Mamoste), Süleyman
Gülpınar (Mamoste), Şirin Perwer (Hunermend),
Şükrü Güler (Doktor), Vanike Elixan (Rojnamevan
- Nivîskar), Yaşar Kaya (Nivîskar – Serokê
PKDW ê berê), Zeki Öztürk (Parêzger), Zorab Aloian
(Dîrokzan – Zimanzan), Zübeyde Öner (Mamoste)
|