Ji bo Partî Demokrata
Kurdistan
Sekreterê giştî ya Parta Demokrata Kurdistan,
bir êz Mesut BARZANÎ, Rêvebir, endam, û layengirên
Partî.
PLATFORMA KURDÊN EWRUPA – Bi rêz û silavên xwe,
bi dilekî pir xweş û bi şahnazî rizgarbûna
Başûrê Kurdistan li we û hemû gelên Kurdistanî
pîroz dike.
Birêzan
Gelê Kurdistan di pêvajoya tekoşîna xwe de
bi dehan salane, şerê rizgarîya welatê xwe
di pêşengîya rêxistinên xwe de dan. Di vê pêvajoyê
de sedhezaran ciwanmergên kurd şehid ketin.
Hezaran gund û bajar wêran bûn û gelê kurd êş
û azarên bê hempa dîtin.
Sedemê xwînrijî, zordestî û zordarîyê bê şik
rejîma dagîrker a Saddam bû. Gelê me di hemû warên
jîyanê de gelek dijwarî dîtin. Lê eger îro rejîma
dagîrkr a Saddam hilweşîya be, gelê me bi pêşengîya
hêz û rêxistinên xwe yên netewî roleke serekî dîtîne.
Bi hilweşana rejîmê, Başûrê Kurdistan
bi tevayî azad bû. Gund û bajarên jêr desthilatdarîya
rejîma Saddam geheştine azadîya xwe, li gel
xwîşk û brayên xwe tama azadîyê bi hevre sehkirin,
hev û du pîrozkirin.
Evê bûyera mezin ne tenê guhartinên bingehîn li
Iraqê pêkanîn wek erdhejekê belkî temamê Rojhilata
Navîn ber bi guhartinên bingehîn ve dibe. Bila
şika çi kesê têde nebe ku ev serkevtine berhema
xebat û tekoşîna gelê rizgarîxwazê Kurdistan
û bi rêvebirina sîyaseteke rasteqîne û hem demî
bi layan hêz, rêxistin û rêberên vî gelî ye. Tekoşîna
gelê me bi hemû awayî li başûrê Kurdistanê
gehîştîye qonaxekî herî bilin û bi rûmet. Em
wek PLATFORMA KURDÊN EWRUPA bi têkoşîna, rêkxistin
û dezgeyên netewî gelek serbilindin.
Gelê me li başûrê welat di pêvajoyêk pir hessas
da derbas dibe. Dijminên gelê me ne rawestane çavsorî
û gefên wan, xebata wan li ser bingehê dijminatîya
kurdan berdewam e. Ev planên qirêj divê bêne berterefkirin.
Serkevtin û destxistinên pîroz kar û bar û watinîyên
li ser rexistin û rêvebirên gelê kurd siviktir nake.
Yekgirtina hemû hêzên niştimanperwer li vî
beşê welat dê bibe bingeh ku hemû hêzên niştimanperwer
li temamê Kurdistanê bêna ba hev, dijî pîlanên dijminên
me yên qirêj bibine yek deng û yek helwest.
Hêvî û daxwaza me û hemû Kurdistanîyan eve, pevajoya
kû PDK û YNK di van 5 salên dawî da dest pê kirine,
li ser bingehê dostî, aşitî, xebateke hevbeş
de mîna tacekî zêrîn danin ser serê gelê kurd.
Platforma Kurdên Ewrupa - dubare rêz û silavên
xwe ji berêz kek Mesud Barzanî, rêvebir, endam û
layengirên Parta Demokrata Kurdistan ra dişînin.
Rêz û silav ji bo pêşmergeyên qahreman û tevayîya
hezên parêzvanên Kurdistanê.
Rêz li şehîdên kurd û Kurdistanê.
Hezar silav li ser Kurdistana azad û hemû sazî
û dezgehên netewî.
PLATFORM - Platforma Kurdên Ewrûpayê
(PNK Bakur, IKE - Însîyatîfen Kurdên Ewrupayê,
DEMKURD)
Navnîşana Pêwendîyê:
FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, fax: 0046-8-6502120
info@kurdiskarf.orgg
|