Nameya
Kemal Burkay ji bo raya giştî ya Swêdê
Kemal Burkay, ku di 30’yê tîrmehê da vedigere welat,
di nameyeke vekirî da ji gelê Swêdê ra spas kir. Kurdîya
vê nameyê ev e:
Tack Sverige!
Spas ji te ra Swêd!
Ez, Kemal Burkay, wek sîyasetmedar, şair û nivîskarekî
Kurd, 31 sal 4 meh berê mecbûr mam ji welatê xwe derketim.
Ji ber ku rêvebîrê partîyeke sosyalîst û Kurdistanî bûm
û li wî welatî him sosyalîzm qedexe bû him jî navê Kurdan
û Kurdistanê. Tevgera azadîyê û demokratîyê, tevgera bindestan
bilind dibû û dengê solên faşîzmê dîhat.
Piştî derketina min pir ne borî, li Tirkîyê derba
leşkerî pêk hat û wek hemû azadîxwaz, demokrat û
aştîxwazan gelek heval û hogirên min jî hatin girtin,
eza û tedayên giran dîtin û hinek ji wan hatin kuştin.
Piştra, wekî gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên
Kurd, min xwe li te girt. Ji ber ku him welatekî demokrat
bûyî, him jî delal û paqij… Dilê min ê şair ji te
hez kir.
Ez li vir bûm penaber, wek gelek kesên ji çarkoşeyê
dinyayê; Tirk, Filistîni, Şîlî û hwd… Te hembêza
xwe ji me Kurdan ra jî vekir. Zarokê me Kurdan ku nikaribûn
-û hîn jî nikarin- li welatê xwe bi zmanê xwe bixwînin,
te ji bo wan jî rê-olax vekirin, ku bikaribin bi zmanê
xwe bixwînin. Heya te mekteba mamosteyên Kurd vekir. Dezgeyên
te yên civakî û çandî piştgirîya rewşenbîrên
Kurd kirin, ku bikaribin bi Kurdî weşanan derînin,
kitêban çap bikin. Çanda me li welatê me qedexe bû, lê
li vî welatî gul veda. Bi dehan nivîskar, şair, romannivîs
û lêkolînerên Kurd gihîştin.
Serokê te yê delal, Olof Palme got: ”Kurd milletekî
mezlûm in û divê alîkarîya wan bê kirin.”
Spas ji te ra Swêd!
Ez li vî welatî wek mirovekî azad jîyam. Swêd bû welatê
min ê duduyan. Te jina min û zarokên min jî hewandin.
Bi pasporta te ez welat bi welat gerîyam û min bi serbestî
sîyaset kir û nivîsand. Bi saya dorberê te yê delal; bi
saya delalîya kendav û cizîrên te, çem û robar û gir û
çîyayên te, bi saya daristan û gul û gîya, dar û berên
te, min bi sedan şiêr nivîsandin. Ew şiêr jî
bila dîyarîyê te bin.
Ne tenê biharen te yê rengîn û şevên te yên sipî,
zivistanên te yên bi şevên dirêj û bi berf û qeşa
jî bo min gelek delal bû.
Nuha, piştî 31 sal 4 mehan, rê vebû, vedigerîm welatê
xwe yê berê. Welatê min jî bi çiya û çemên xwe, bi deşt
û zozanên xwe, bi gul û gîyayên xwe delal e. Hêvîdar im
ku dem bê û ew dem ne dereng be, ew jî wek te bibe warê
azadî, demokratî û aşitîyê. Xelkê welatê min ji bo
azadî û aşitîyê bedêlek mezin daye û ew tişt
heq kiriye.
Belê ez diçim, lê ezê bîra te bikim û eger emr û jîyan
dest bide, dîsa car cara bêm, te bibînim. Tu welatê min
ê duduyan î.
Nuha xatirê te Swêd!
Xatirê te Olof, xatirê te Anna, xatirê te Mona!
Xatirê we hemû dostên min ên delal!
Tack Sverige!
Kemal Burkay
Tirmeh 2011-Stokholm
|