Zarok
pîrozbayiya Newroza FKKSê geş kirin!
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) di
26ê Adara 2011ê de li Stockholmê li Solnahallenê bi girseyekî
qelebalix şahiya Newrozê pîroz kir. Newroz bi grûbên
govendê yên Koma Folklora Kom-Ciwan û Koma Folklora Helperkê
dest pê kir. Gûbên folklorê bi reksên xwe reng dan şahiya
Newrozê û geş girin.
Nûnerên
Partiyên Swêdî ji Partiya Çep(V) Jacob Jonsson, ji Partiya
Muhafezekar (M) Rebuar Fredon, ji Partiya Liberal a Gel
(Fp) Fredrik Malm ku di parlamentoyê Swêdê de serokê
netverka Kurdistan-Swêd e axifin û bi kurdî Newroz pîroz
kirin. Herweha dosta kurdan û seroka berê ya Partiya Sosyaldemokratan
Mona Sahlîn jî yek jî mevanê şeva Newrozê bû. Ew
di şevê de axaftinek kir, serkeftin bo kurdan daxwaz
kir û bi kurdî got Newroz pîroz be!
Seroka FKKS ê li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swêdê spasiya Mona Sahlin bo pişt g iriya w ê
ya bi salan bo gelê kurd û bo xebatê w ê ya bo civateke
piralî û pirkulturî û bo xebatê we ya li dij nîjadperestîyê
jê r e wek xetire 3 pirtûkên balk ê ş li ser kurdan
diyarî kir.
Seroka FKKSê Şermîn Aycan Bozarslan di axaftina
xwe ya bi kurdî û Swêdî li ser bûyarên rojane yê kurdan
sekinî û xebata FKKSê a ji bona demokratî û yeksan anî
zimên. Muloud Abdelzadeh li ser navê Hevkarî peyama wan
xwend.
Hunermend û dengbêjên ji çar parçeyên Kurdistanê; Nasir
Rezazî(Rojhilat), Muhamed Taha Akreyî (Başûr), Mahmud
Ezîz(Rojava) û Helîn (Bakur) bi awazên xwe şevê geş
kirin û bêşdarên Newrozê bi muzika wan heta derengê
şevê govend gerandin.
fkks.se
info@fkks.se
|