Newrozek bi çoş
li Atîna
Îsal rêxistinên herçar parçayên Kurdistanê wek
PSK, YNK, PDK-İran, PDK-Iraq, PYK-S û Komela
Xwendevana Kurd Newrozê bihev ra pîroz kirin. Nêzikê
700 Kurd û Yunan di 20’ê Adarê, li paytexta Yunanîstanê
hatin ba hev û bi strana Fatê û govenda KOMA NÎŞTÎMAN
newrozee bi çoşeke mezin pîroz kirin.
Nunerên sê partîyên Yunanî wekî SINASPISMOS, DIKKI,
AEKA jî beşdarî Newrozê bûn û axaftin. Nûnerên
partîyên Yunanî di axaftina xwe da piştgirîya
xwe li gelê kurd bi taybetî li kurdistana Başur
anîn ziman.
|