65 Sal in…
Newroz Bawer
2’ê Rêbendanê bû li Meydana Çarçira ya Mahabadê da, roja
Kurd li rojhelata Kurdistanê da helat.
22.01.1946, an ku di roja 2’ê Rêbendanê da Pêşewa
Qazî Muhemed bi beşdarîya civateke mezin ji her çar
parçên Kurdistanê li meydana Çarçira da Ala Rengîn li
darxist û ji dayik bûna Komara Mahabadê ragihand.
Belê 65 sal berî niha bi Pêşengî ya PDK-Î li rojhelata
Kurdistanê Komara Xudmuxtare Mahabadê hate damezrand.
Belê Komara Mahabadê her çîqas temenî xwe salek jî nekir,
lê belê gelek destkevtên hêja û giranbiha xulqandin.
Li dîroka dûr û dirêjê netewa Kurd da, ev Komar wekû
rûpelekê zêrîn hatîye tomar kirin.
Wek sitêrkê geş û birîqedar e li esmanê Kurdistan,
ji bo xebat û tekoşana gel û welat armancekê pir
bihagiran.
Netewa Kurd bi xasima gelê me li Rojhelata Kurdistanê
bi pêşengatîya PDK-Î, rojekê zêrîn li dîroka netewa
Kurd da tomar kirin û bi xwîna sorxelata şehîdên
K omarê hate xemilandin.
Temenê komara savayê Mahabadê, di 10’ê Xakeleva (30 adar)
ya heman salê da her li wê meydana ÇARÇIRA da, bi sêdarê
dana Pêşewa Qazî Muhemed, Sedrî Qazî û Seyfî Qazî,
rejîma dagirkerê Şahenşahî, Komara Mahabadê
jî holê rakir.
Ala Rengîn, Pêşewa Qazî Muhemed emanetî Generalê
navdar,serkirê meydanî, Mela Mistafayê rêber, kir û Barzanî
ew ji dagirkerên Kurdistanê wek rohanîya çavên xwe parast,
hita ku ew rumetî bû nesîbê Serokê Herêma Kurdistanê li
B aşur, emanetê Pêşewa, bi destê xwe li asmanê
Kurdistanê li jêra surudê Ey Reqîb li darxist.
Bi vê yêkê nemiran Pêşewa û Barzanî hatine piştrast
kirin.
Nevîyên wan, rêving û ala hilgirên wan ew erka xwe bi
cîh anîn, soz û peymana xwe bi cîh anîn.
Wana rumetîyeke mezin kirin.
Her bijî desthelatdarîya Sîyasîya Başûra Kurdistanê.
Belê eve li ser hev 65 sale PDK-Îranê , hizba Qazî û
Qasimlo û Şerfkendî her di vê rêbazê da bê rawistan
berxwedide.
Xebata wan camêrana bi gotarekê wusa kurt da nayê nivîsandin.
Lê belê ez dixwazim tenê karekê wana yê bi rumet li vêderê
da destnîşan bikim.
Li ser ziman û çanda xwe çawa çeper girtin.
Dema ku rejîma şahenşahî hilweşa, derfet
xulqa, Hizbê dest bi perwerda zimanê Kurdî kir.
Berî her tiştekî di nava refen Hizbê da dest pêkir,
mamostayên dersdar perwerde kirin, li her gundekî rizgarî
kirî da, xwendigeh ji bo zarokan û dersa fêr bûna zimanê
Kurdî ji bo mezinan desteber kirin.
Hizba Qazî, Qasimlo û Şerefkendî li jêr xebata şerê
çekdarî da qet û qet sistî nekir, sengerê çandî û civakî
û abûrî û sîyasî bi hevra domand.
Her çîqas Kurdî û Farisî pismamê hev bûn jî, dest bi
cîh ziman û çanda Kurd vejîyand.
Bê guman alozîyekê mezin li wêderê da jî heye, gel bi
çar zara diaxive, Kurmancî, Soranî, Hewramî û Lorî.
Hizbê her di vê rewşa giran da hemû alîyên jîyanê
bi zimanê Kurdî zarava Soranî xemiland.
Di bargehên xwe da, di karê rojane da, di nava refên
pêşmerge û kadiran da zimanê Kurdî hate cihgîr kirin.
Hita gelek kesên ku ne Kurd bûn, wek Fars, Belucî, Azerî
ku di nava rêzên Hizbê da bûn, fêrî axivtin, nivîsandin
û xwendina Kurdî bûn.
Di vê derê da ez dixwazim ji hevalan bipirsim.
Baş e gelo em Kurdên Bakurê, wê kengî bikarîbin,
di mala xwe da, di nava refên teşkîlat û rêxistina
xwe da, di nava komel û civatên xwe da, dawet, bêhî û
civînên xwe da zimanê xwe bi kar bînin?
Ji ber ku bê ziman jîyan nabe.
Belê,bê guman wek mirov jîyan bi her zimanekê ku têda
dijît dibe, lê wek Kurdekî welatperwer û dilsoz nabe.
Kengî me xwe ji wan qeyd û bendana rizgar kir emê hingê
bikarîbin gel û welat jî, ji bindestî rizgar bikin.
Ji ber ku rizgarî di nava destê me da ye.
Lê belê gelek mixabinî me ew di nava qeyd û bendan da
hêlaye.
|