Buxtankerê
bê xîret, bê...
Newroz Bawer
Gelek caran mirov nikare
li hemberî hindek kiryarên kesên xwe nenas û bê wujdan
û bê xîret û namerd da xwe mat û bêdeng bike.
Bi xasima eger ku ewî kesî
hemû kar û xebata xwe li ser buxtanrêsînê û tomet û derewan
da pêgir kiribe û tevnê rureşîya xwe li ber xwe ra
êxistibe, hewce ye ku bi tenê bi du peyvan bersîva wî
xwe nenasî bê dan.
Mexseda min, kesek bi navê
Îbrahîm Aksoy ye, ku destaneke dinê tejî ji vir û direw
û buxtanên xwe têda rêz kirine û b inavê nivîsa xwe ya
hefteyî di malpera navkurd da belav kirîye.
Derdê wî zikreşî ew
e ku hita niha rêzdar Burkay û hevalbendên PSK û xebatkarên
Rîya Azadî ew li cihê mirovan ne danîne û bersîva wî rebenî
nedane.
Min xwast ku ez bersîva wî
simbêlboqê hinavrîz bidem,ji ber ku ez wî gelek baş
nasdikim. Ew jî min baş nasdike.
Eger ku hewceb e ez dikarim
careke din jî derbaz bûyîna xwe û wî bi bîrbînim.
Belê bi rastî dema ku ew
nivîsa wî ber bî çavê min kevt ez gelek aciz nebûm, ji
ber ku ez cenabê buxtankerî baş nasdikim.
Min ji ber ewan kesên ku
vî namerdî nasnakin, di cih da zanî ku ez hindek ristên
kin û nivîseke ji hemu nivîsên kuncnivîsan kurtir binivîsim.
Ji ber ku ne hewce ye bihayî
û giringî bi wî û buxtanên wî bê dan.
Ji ber ku ew nivîs hema raste
rast nîyet û meraz û xasiyeta wî kesî ye.
Ez dikarim bi dengekî gelek
bilind bêjim kû hita niha di van 33 salên xebata xwe ya
di nava rêxistina Rîya Azadî da, rastî kesekî wek te buxtanker,
namerd û bêxîret û derewker û bê wujdan û bê kesat û xweperest
û helperest ne hatime.
Tê bîra te, deh sala beri
niha li bajêrê Nurunbergê da, di mala alîgirekî KOMKARê
da, bi tev hindek hevalê Rîya Azadî min ji ter a ci gotibû?
Ma eger xiret di te da heba,
te ew roj ji bîra xwe nedibir.
Ez ji te ra bêjîm çi heyê
buxtankerê bê ar!
|