Du axivtinên li dijî hev, kîjan rast
e?
Newroz Bawer
Li ser mesela perwerdeyî bi zimanê Kurdê du dîtinên
ji hev dur.
Kîjan ras dibêje gelo?
Herdu serkirde di bin banê partîyekê da li ser perwerde
û bi fermî nasîna zimanê Kurdî li dijî hev beyana diden.
Di heftîya derbazbûyî da birêz Ahmet Tirk li xwepêşandana
bajêrê Bitlîsî da axivtina xwe bi Kurdî kir û li ser zimanê
Kurdî rawista û ragihand ku bê zimanê Kurdî tiştek
nabe û dibê zimanê Kurdî bi fermî di perwerdeyê da bê
bi kar anîn.
Lê belê heman di wê rojê da Serokê BDP Selahatin Demirtaş
li civîneke çapemenîyê da bersîva rojnamevanan da, li
ser bi fermî nasîna perwerda zimanê da bervajî ya axivtina
xalê Ahmed da digot.
".. Em çu cara li ser vê mukur nebûne ku zimanê
Kurdî li Tirkîyê wek zimanê duduyan bi fermî bê nasîn
û bi fermî di perwerdebûnê da bi kar were. Hita niha çû
parlementerên me di parlemanê da bi Kurdî ne axivtine
ji bilî yêk du parlementerên partîya me ku wana jî yêk
du pev bi Kurdî kirine. Em wek partîya BDP ne museger
in li ser bi fermî nasîna zimanê Kurdî wek zimanê duduyan
bê nasîn. Em dibêjin bila xelk bi dilxwazîya xwe zimanê
xwe bi kar bîne û bila Tirk li hemberê zimanê Kurdî bêhnfireh
bin..... "
Bi Kurdî û bi kurtî serokê BDP Salahatin dibêje ez benî
bila zimanê Kurdî jî hema li nava malan û sukan da bimîne.
Her wek rêzdar di dirêjîya axivtina xwe da ji hukumetê
dipirse gelo çi ferqek di navbera navên Kurdî li ser tabela
û weşana TRT 6 da heye?
Bê guman di vê pirsa xwe da ji vir hita nava mala xudê
da heq e, êdî hukumet û serokwezîr serokkomar bila bes
siyaseta banek û du hawa bikin û henekên xwe bi me bikin
û bi me Kurda bilêzin.
Lê belê bira can rast e, hem serok wezîr hem serokkomar
û hem jî generalan bi yêk destî û bi yêk helwestî ragihandin
ku bi zimanê Kurdî perwerdeyî nabe û ne mimkun e ku bibe
zimanekî fermî li Tirkîyê.
Ev helwêsta dewleta Tirk e. Leşker û parlaman,
Mît û dem û deygehên tarî û ne dîyar li ser vê mukur in.
Li vir derdê me ev e ku gelo ji ber çi terefê Kurd ku
bi xwe hêzezil û serekî bi nav dibe wusa bi dudilî û bi
tirs ber bi meselan ve diçe û paş û pêş dilîyîze.
Gelo ma gelek zehmet e ku ev camêrana bi yêk deng û
helwêstekê li ser vê meselê bisekinin.
Wek kemalîstan xwe bidin pêş, wek generalan bi
vekirî baxivin, wek serokwezîr û serokkomar û xelef û
selefên dewletê da bibêjin.
Ez beni em li ser vê meselê serê misqalekê paşda
navekişin. Dibê hun bi fermî zimanê Kurdî binasin
û wek zimanê perwerdêyî di herêmê da zimanê serekî, û
her wusa di seranserê Tirkîyê da bi be zimanê fermî yê
duduyan bê nasîn.
Aha wî demî her boykota ku dikin em tev dibin, her helwêsta
ku digirin em pêda dibin.
Ji ber ku ew pîvaneke jî pîvana welatperewrîyê.
Gelo kî wê ji we bipirse ka we ji ber çi wusa got an
jî we çima ne got?
Hûn piştrast bin ku dîrok her bûyarekê tomar dike,
wê xêr û bêra we jî li rûperên xwe da li xana xebata Kurdewarêyêda
tomar bike, li ber nivşê pêşeroje gelê Kurd
da xal xal rêz bike.
Dema ku tîr ji kewanê firî fayde nake bira can fayde
nake.
|