Hem bikuje hem jî xwe biparêze!!?
Newroz Bawer
Hita dengê gel li hemberê van reşekujîyên ku bi
destê PKK’ê ve têne kirin bilind nebe, Kurd û Kurdistan
rizgar nabe.
Her carekê komeke mirovên welatperwer û Kurd wê bikujin
û di ser da beyanekê diden-ne hergav-, dibêjine gelê Kurd
me biburînin.
Duhu li Batman û Sêrtê, îro dîsan li Batmanê.
Ez wek kurdek vê reşekujîya we naborim. Ez wan
destên kû bi xwîna law û xortên Kurd sor bûne, paqij nabînim.
Ez vê kiryara we teroreke kor û hov dibînim.
Bes e lulîyên van çekên xwe ji ser jîyana mirovên Kurd
û civata azadîxwaze Kurdistanê rakin.
We dema ku li Batmanê 4 kadirên kurdperwer û her wusa
alîgirên we bûn, kuştin, roja dinê we behîyên wana
girtin û lêborîn ji wana xwastin.
Her ew şanogerîya xwe we li Sertê jî kir.
Axir ez çi bibêjime we, qebehet û tawan ne ya we ye,
wexta ku gel ber û singê we girtiba we jî nediwêra wan
reşekujîyan bikin.
Dema ku gelê me li hember van kiryarana û bê berpirsatîya
PKK’ê da dengê xwe bilind kiriba û li hember da helwêseteke
camêrana kiriban, îro ewan jî wusa bi nermî xwe ji nav
bûyeran nedikêşan.
Dema ku bûyara Batmanê rûda, PKK 4 kadirên kurperwer
kuştin, yêk jî binemalê wan cangorîyan bi telefonê
ji min pirsî, "gelo PKK wê sizayê bide wan kesên
ku ev terorê kirine? Ji ber ku gotine me biburin û em
wan kesên ku ev kare kirine destgîr bikin.”
Min di bersîva wan da got: Ne xêr tiştekê jî nakin
û PKK rast nabêje.
Li sêrtê jî, her ew kiryar kirin û vêcarê 4 qîzên kurdperwer
teror kirin.
Roja dinê hemû bi vêkra çone behiyan û serxweşîya
wana danîn.
Her wusa lêborîn jî gelê Kurd xwastin.
Li Anqerê, li Amedê li gelek cihên dinê yê bajêrên Metrepolê
û Kurdistanê bi navê TAK û TîK xwîna xelkê bê bervan û
sivîl dirêjin.
Navê vê bi aşkirayê xunrêj îye, tero re.
Li pi şta vê meselê hizra hov û dijî mafê jîyana
mirov û azadîyên taqe kesî û demokrasîyê heye.
her wek Polpotîzma Kamboçyayê.
Belê hizra wan û serokatî û taktîk û sitratejîya wana
her wek ya polpatan e.
Vê hizra totalîter û ne demokratîk welatê xwe Kamboçya
û gelê xwe perîşan kirin.
Li dijî kiryar û hizra wusa dibê dengê gel bilind bibe.
Her çiqas dengê lome û gazindên xelkê kêm be jî bilind
dibe.
Bi salan e PSK û welatparêzên Kurdistanê evê belayê
destnîşan dikin û ji gelê xwe ra bê tirs rastîya
heyî destnîşan dikin.
Serokê Şehredarîya bajêrê Sêrtê Selîm Sadak gazinda
dike û vê kiryarê qebul nake. Her wusa daxwaza bê deng
kirina çekan dike ji PKK ê dewletê û her wusa dibêje dibê
parlemanter herine parlamanê.
Bi kurtî ew jî hevdeng dibe tev helwêsta rêzdar Kemal
Burkay.
Bi salan e hewara ku em bi dengê bilind dikin, di nava
refên PKK ê da jî dilive.
Ev nîşaneke baş e.
Eger ev deng xwe bilind neke, PKK û destên tarî wê her
bi ya xwe bikin.
Dibê çawa ku em li dijî sîyaseta dewleta kur û ne kur
ya dagirkerê Kurdistanê helwêst digirin û li hember da
berxwe didin. Dibê em jî li dijî kiryarên PKKê yên ne
demokratîk û dijî kurdewerî û dijî mafê mirov û azadîya
Kurdistanê helwêst bigirin.
Li cihê evê ku Qarayilan daxwazîya jêborînê ji gelê
Kurd bike, bila destê xwe danine ser wujdana xwe û ji
xwe bipirsin gelo ew ji kê ra kar û xizmetê dikin? Ji
ber ku şerê çekdarî zerer û zîyaneke mezin didene
doza Kurdistanê.
Bila wek camêran îrada xwe bêxine nava destê xwe û nebine
leyîstokên der û doran.
Aha wî demî konfirans û kongirên netewî bersîvderî rastîya
dibe.
Bi kurtî hedî bes e, PKK bila bes xwîna kesên bêbervanê
Kurd birêje.
PKK bi çekan xizmeta netewa kurd nake, berevajî ew bi
van kiryarana kevtîyê xizmeta Ergenekoncîyan.
Hun nikarin bi du gotina, xwe ji wan kiryarên xwe yên
kirêt û ne mirovî xilas bikin.
Dibê roşenbîrên kurd, li hemberî vê hoviya PKK’ê
da helwêst bigirin û berokên wana bernedin.
Bes xwîna qiz û xortên bêberevan birêjin.
Bes e teror û reşekujî.
Bes e serhişkî û zoremilî.
Dîrok û gel wê demekî nezîk da ber û singê we bigire,
evê ji we ra na çe serî.
Ev rêka we daye pêşya xwe ne rêka rizgarîya gel
û welat e.
Li xwe vegerin.
|