Heyfa te xalê Ahmed!
Newroz Bawer
Wek tê zanîn evê serê çend rojan e, dengê neviyana
li hember gefên kuştina hunermend û roşenbîrên
navdarê Kurd, ji alîyê TAK’ê, ku herkes jî vê rastîyê
dizane ew rêxistina reşekûjîyê ser bi PKK’ê ye û
raste xwe girêdayî kesatîya “Serok“ e, di rojêvê da ye.
Belavoka TAK’ê jî piştî beyana Ocelan hate belav
kirin.
Heta Ocelan di axavtina xwe da navên wana dest nîşan
kir û got, ku dibê hinek kes ji wan ra bibêjin bes e û
wana bê deng bikin...
Ferman ji alîyê Ocelan ve hatibû dan. Karê wan deste
û komikên çekdar ku bi xwîna mirovan sor bûye, bi tenê
encamdana fermana “Serok“ e, ne tiştekî dinê ye.
Her çend Serokê DBP Selahattin Demirtaş li dijî
wê gefa ku li kestaîyên wek rêzdaran Kemal Burkay, Şivan
Perwer, Mehmet Metiner, Muhsîn Kizilkaya da hatî kirin,
helwêsteke camêrane girt û got : “Em wan gefên ku li
wan rewşenbîran hatiye kirin, weki li me hatiye kirin
dizanin û heqê kesekî nîne ku kiryarên wûsa bikin. Em
vê yêkê qebûl nakin ji kuderê tê bila bê.”
Her wusan Leyla Zana jî dengê gazindên xwe li hember
vê bûyarê beyan kiri bû.
Ev pirs di weşan û medya Kurd û Tirkan da, deng
veda û pêlên nerazîbûna welatperweran bilind bû. Dîyar
dibe ku helwestgirtina camêrane ya wan navdarên, ku ber
bi gefa TAK a “Serok“ ketîn, her wusa piştgirîya
berfireh ji civatên xelkê, xewa “Serok“ revand û dîsan
li ser vê xalê sekinî û xwast xwe ji ber meselê bavêje,
lê dîsan jî di nava peyama xwe da gefên xwe kirin.
Ocelan wusa difermît : „Ez bîçekê vê mesela Şivan
vekim. Dijatîyeke min ya teybet li hember Şivan nîne.
Hevdîtina Şivan di gel Arinç ne mesele ye, ew dikare
bi kê ra bixwaze hevdîtina bike. Nabêjim neke. Lê ne li
ser berjevendîyên xwe ya şexsî, bila li ser mesela
Kurda dan û sitandina biket. Li ser mafê Kurda çi dibêje?
Ji bo çereserîyê çi dikin bidine ber xwe. Baş e
tu tev Arinç rudinî çi dikî gelo? Ji bo çareserîya kêşa
Kurd pilan û pirojeyeke te heye? Bi navê Kurda mûzakerê
dikî? Çi temînatekê werdigirî? Ew nivîskarên ku li dijî
me dinvîsîn gelo çi pilan û pirojên wana hene ji bo çereserî
ya kêşa Kurd? Pirojeyeke Kemal Burkay heye? Bi navê
Kurda digel dewletê mûzekara dike? Gelo ma heye rewşeke
wusa?“ Her wusa di dirêjîya axivtina xwe da dîsan
dibêje „“Hem bi navê Kurda we wê pirojeyek nebe, hem
bi navê Kurda muzakerê nakeyî, hem jî di TV fermîyên dewletê
da li dijî me gotûbêja dikî.“ Ocelan dibêje: “Me ji bo
cara evilî ye ku delîva tev dewletê dan û sitandineke
micid girtîye. Hûn jî dixwazin vê xirab bikin.. Eger çareseriyeke
wan ji bo mafên Kurdan heye, bila baxivin, bila rexne
bikin. Pilana me ya çareseriyê heye, ji bo raya
giştî hate pêşkêşkirin. Eger rexneyeke
wan heye bila bêjin, Bila hema ne bêjîn Ocelan
gefa dike, bila micid bin.“ ( Anf )
Di nava peyvên Ocelan da dîsa peyama gefên wî bi ber
çavan dikevin. Li cihê vê ku ji wan camêrana bi teybet
û bi giştî ji gelê Kurdistanê lêbihûrîna xwe bixwaze,
dest bi kawêjtina axivtin û çîrokên xwe yên caran dike.Her
piştî vê beyanê serokatîya rêxistina legal ya DTK
civîneke çapemenî li darxistin û bêdengî ya xwe şikandin,
lê çawa ?
Meseleyeke Bab û Kalên me heye, şahidê rûvî her
bû kilka wî.
Xalê Ahmed Tirk dest bi sunda kir ku axivtina ”Serok
” bi şaşî hatîye fahimkirin. Rexne hatine kirin,
lê hindekan jî ew gef zanîne...
Xalê Ahmed jî di nava axivtina xwe da wan kesên ku ber
bi gefê ketine, bê eve ku navê wana bîne, hişyar
dike ku nekevine nava pilanên dijmin û hişyar bibin.
Heyfa te xalê Ahmed, gelek mixabinî ku hûn jî xwe wusa
dêxine nava qeyd û bendên wê rewşa tawanbar. Xwezî
we jî wek Selahattin Demirtaş kiriba û li ser wê
axivtiana roja evilî rawistaban.
Dîsa wek her car piştî beyana ” Serok ” we qubla
xwe û beyana xwe guhart. Ji hizar dol û nihalan bi hizaran
sund û kilaman we pakrewanîya ””Serok ” anî ziman.
Lê ez bawer im ku hûn jî wê rastîyê dizanin, lê hûn ditirsin
û nabêjin.
Ez hergav dibêjîm û careke dinê jî dubare bikim.Yêzdanê
mezin we biparêze!
Xalê Ahmed, ev TAK wê rojekê, li mirovên wek te, û kesatîyên
wek Baydemîr, Leyla û Demirbaş jî bike tak tak
tak tak... Hûn ji li xwe şîyar bin. Fayda tirsê ji
bo ecelê nîne.
Wêca hingê emê çi bibêjine gelê xwe gelo?
|