Rastî û durustî, an vir
û derew?!
Newroz Bawer
Gelo ewan kes û alîyên ku di cihên xwe da rûniştine
û bi gor dinya xwe deng û basan belav dikin, eger ku ji
xwe şerm nakin û ji Xudê jî natirsin, ma ji gel û
dîrokê jî nasilikin, şerm nakin?
Ji bo nimûne, di rojekê da li ser babeteke gelek giring
nûçeyek hatîyê belav kirin.
Ev nûçe li ser Ala Kurdistanê ye.
Dema ku niyet ne li ser xêrê be, armanca xirabkarîyê
di holê da be, mirov nikare bê deng bimîne.
Nûçeyek li başûrê Kurdistanê, li bajêrê Zaxo
belav dibe. Berpirsê nûçê Serokê Koma Ala Kurdistanê,
Rêzdar Lawan Heyderî ye. Rêzdar Heyderî li ser pêkhatina
konfiransekê ji bona armanca yêkdengî û pejirandina Ala
Kurdistanê di her sê parçên dinê yên Kurdistanê da ye.
Rêzdar li ser vê konfiransê ji Ajansa Peyamnêr li
Zaxo ra dibêje: "Armanca me guhartina li ser reng
û dizayna Ala Kurdistanê nîne, belkû armanca me ev e ku
ew Ala bibe sembola hemû netewa kurd û li her çar parçên
Kurdistanê û li esman raheje.
Her wekî tê zanîn, ev Koma Ala Kurdistanê li başûr,
ji ber nasîn û belavbûna Ala Kurdistanê li seranserî Kurdistanê
da, hatîye damezirandin. Ji bo nasîna Ala Kurdistanê ewan
kar û xebata xwe li derveyî welat jî dikin. Ev kom çend
salan berî niha li çîyayê Zaxo alayeke 500
metre çargoşî çêkirin.
Belê armanca vê komê, ew ala ku niha li esmanê Kurdistana
Azad da bi şikawa hatîye ragirtin, li seranserî Kurdistanê
û di nava her sê parçên dinê yên Kurdistanê da bê nasîn.
Bê guman, ev ala yadigara Komara Muhabatê ye, ku îro
di rojhelata Kurdistanê da piranîya Kurdan, bi xasima
rêbaza Qazî Pêşewa, Qasimlo daye ser milê xwe, li
başûrê rojava da her wusa, li bakûr jî bilî xeta
Îmralîyê ango PKK û mirîdên Ocalan "Serokê Netewan",
her Kurdekî dilsoz û hemû partî û rêxistinên hûr û gir,
çep û rast, nas dikin. Ji bilî hevalbendên PKK ew ala
di nava dilê her Kurdekî dilsoz da ye. Ewan jî ji bilî
resmên Serokê xwe û hindek rengên xweşik tiştekî
dinê nabînin.
Eve her PKK ye ku li dijî navê Pêşmerge, li hember
Surûdê Netewî Ey Reqîb û Ala Rengîn dijatî
û dijminatîyê dike û nahêle ew ala di nava kom û hevalbendên
wan da cihgîr bibe. Di nava komel û civat û sazîyên wan
da li dar û dîwar bê raxistin.
Bi gotina wan ew ala ya hindek hizb û komelan e.
Ev ne rast e.
Ew ala netewa Kurd e. Ew nîşana Kurdistana mezin
e.
Ya rastî jî derdê wê konfiransê ev e, gelo sedemê
vê çi ye ku rêxistineke wek PKK ala Kurdistanê qebûl nake
û çend rengek li der û dorên xwe girêdane û navên şervanên
Latîn Emerîkî li ser pêşmergên Kurdistanê danîne.
Belê gerîlayên PKK pêşmergên Kurdistanê ne û
ewan bi xwîna xwe û bi keda xwe li ser axa Kurdistanê
xwe dikine cangorî. Ew jî mal û mulkê netewa Kurd in.
Lê pêşeng û serkêşên wana divê vê rastîyê
baş fahm bikin; gel û dirok wê gelek bi vekirî, sebebê
wan qeyd û bend û zincîrên li ser navê pêşmerge,
Ala Kurdistan ê û Ey Reqîb ji wana bipirsin.
Niha li vêderê pirseke min ji rêvebirên malpera KURDISTAN
POSTê jî heye.
Nûçe li başûr, li Ajansa Hewal û Beduwada
Çonî Kurdistan-Peyamnêr da belav bûye û ya rast di
Avestakurd da bi kurtî hatîye belav kirin.
Lê li ANF bi destêwerdan û bervajî hatîye belav kirin.
Kurdistanpost jî her wekû ANF belav kirîye. Dîyar e ku
wan ji ANF ê wergirtîye û bi nuqte û vîrgul wek hev in.
ANF ew nûçe du saet berê belav kirîye.
Nûçe girîng e, ji ber ku babet Ala Kurdistanê ye.
Belê dema ku nîyet xirab be, kar û kiryar jî wusa
xirab dibe.
Gazinda min ji helwêsta ANFê nîne. Ji ber ku ew ajans
kar û xebata xwe li ser vir û derew û buxtanan danîye
û gor dilê xwe teşîya rîsê xwe badide û destanan
ji xwe ra radiçîne.
Her wusa partîyek ku serokê wê ala aşbetalîyê
ragirtibe û bibe pira berbelavbûna Kemalîzmê di Kurdistanê
da, çu caran naxwaze sembolên netewî di nava civata Kurd
da bi hêz û mezin bibe. Loma hewce nake ku em tiştekî
dinê li ser rewşa wana bibêjin.
Lê gelo ma hewce dike ku malpera Kurdistanpost
gotinên ne rast yên wana belav bikin?
Bi gotineke dinê bibine kopyaçîyên wana?
Ez yêk jî hezkirîyê vê malperê me û her roj lê mêhvan
dibim.
Ez hêvîdar im ku ji niha pê da bala xwe bidine ser
çavkahnîyan û nekevine nava tevnê ne rast û bêbingeh yên
nûçên ANFê.
Belê Koma Ala Kurdistanê kar û xebatê dike, heta ku
ew Kurdên ku Ala Rengîn qebûl nakin yan ji nas nakin,
binasin, qebûl bikin û wek netewa Kurd em hemû bi yêk
deng û yêk dil Ala Kurdistanê biparêzin û di nava dil
û mala her Kurdekî da cîwar bikin.
Ez wana pîroz dikim.
Ala Rengîn, rojek bê wê li seranserê cîhanê temsîla
netewa Kurd bike.
Ji ber ku ji hemû partîyan û ji serokan mezintir e.
Bijî Ala Kurdî û Kurdistanê.
|