TAK û TÎK yan Taktîk!
Newroz Bawer
Gelek bûyer hene, nîşana pêşdahatina hindek guhartinên rewşa
heyî ne.
Ji bo cara duduyan dîsa bi piraniya dengan hilbijartina birêz Mam Celal Talabanî,
ji bo postê serkkomarî ya Îraqê, û her wusa pêşdestxirêya
serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî, ji bo ava
kirina hukumeteke berfireh û safî kirina aloziya siyasiya
desthelatderiya Bexdayê, dostên netewa Kurd dilgerim dike.
Bi gotineke kurdewarî îro jî neviyên Eyubiyan serdariya Bexda dikin.
Her wek konsolosê Tirk li Hewlêr, payîtextê başûrê Kurdistanê da, vê rastiyê
destnîşan dike. bi vekirina konsolosgerî ya dewleta
Tirk li başurê, destpêka hindek guhartinên erênî
ne li ser desthelata Kurdan li başûra cîran da. Loma
Aydin Selcan konsolgerê Tirk dibêje " .. Me dîtinên
xwe li ser deverê û buyeran guhart, dema ku Ala Kurdistanê,
İraqê û Tirkîyê li tenişta hevda dibînin, xweşbin
dibin."
Belê eve di dîroka komara Tirkiyê da, di bin banê ajotina siyaseta înkar û pişavtin
û qetilamker da helwêsteke gelek balkêş e.
Banek û du hewa.
Li Anqerê qedexebûna li ser zimanê Kurdî bi destê zorê berdewam e. Her di wî
demî da li Hewlêrê konsolosê Tirk li ber Ala Kurdistanê
wan peyvên bihagiran dibêje.
Belê dibêjine vê rastiyê, yêkitiya dijîberîyan e û gelek siruştî ye.
Wê ev pêvajoke wusa bi jan û êş berdewam be. Çu hêz û aliyek êdî nikarin
pêşiya vê herîkîna guhartinê bigirin. Tîr ji kevanê
firî.
Hita niha hertim serdarên dewleta Tirk digotin, ku em û Kurd birê hev in! Lê
vê carê serokkomar ew jî serrast kir û got ku" em
û Kurd xizmê hevdu ne".
Mala Serokkomar Abdulah Gul ava be, xizmatî ji biratiyê baştir e. Ji ber
ku dema mirov birayê hev be, nikare ji xwe ra bira destnîşan
bike, bi dilê te be yan ne, ew bira birayê te dibe, lê
dema ku xizmatî be mirov ne mecbur e ku bi her kesî ra
bibe xizim.
Eve jî bûyereke qenc e, her çiqas hindek kesan ew weku xal bo xwe diyar kiri
bin jî.
Em bêne ser babeta pêngavên baştir.
Biryargirtina BDP li ser bi kar anîna zimanê kurdî karekî gelek pîroz e. Her
wusa di nava kar û barên siyasî da zimanê kurdî weku xala
bingehî û erkekî serekî bi kar înana wana, cihê dilgermiya
her kurdekê ye.
Bi kurdî xwe parastina KCK’yiyan helwesteke camêrane ye.
Dirêjkirina agirbesa yêkalî, li ser xêra gelê me ye.
Min di nivîseke xwe ya li ser boykotkirina zimanê Tirkî û bi destxistina mafê
perwerdeya bi zimanê kurdî da ev rastiyê destnîşan
kiribû.
Dibê meriv tev wan biryarên ku dide, her ji xwe destpê bike, hita ku baweriya
xwe bide der û dor.
Ev bûyerên ku me rêz kirinê me dilxweş dike, lê belê hindek jî me nîgeran
dike.
Esmanê Kurdistanê bi mij û duman e. Roja reviyên gurgan e. Weku tê zanîn çu
caran ji rêkevtinên veşartî û di pişt heft deryan
da hatine kirin, xêrê nedaye û nade tevgera netewa kurd.
Behra pitir nexşe û pilangeriya dewletên dagîrker
serkevtî dibe. Loma dibê her rêkevtinek bi aşkirayî
bê domandin.
Dîsan jî biçûktirîn li hevhatinek ji şer baştir e. Diyalog û dan û
sitandin ji karanîna çekan baştir e.
Di vê navberê da kurd dibê gelek hişyar bin, xwe nexapînin. Li ser daxwaziyên
netewî pêgir bin.
Me got mij û dumanê di ser esmanê Kurdistanê da girtiye. Dijmin di sengerê alozî
xulqanî da ye.
TAK û TÎK li ser ka rin, ew jî TAKTÎK e jî pilanên wana.
Ez hevîdar im ku kesên wekî Osman Baydemir û Xalê Ehmed xwe baş ji qehra
wan TAK û TÎK’na biparêzin.
Qeza nabêje ez hatim gîdî.
|