Walî û Mîyazakî Hovîtî û mirovhezî
Newroz Bawer
Rêzdar Dr. Atsushî Mîyazakî, Ji Japonê hatibû jî bo
harîkarîya xelkê Wanê, ew gelê belingaz ku ber bi qehra
erdhejînê ketî, biket. Lê belê gelek mixabinî ew camêre
jî, her wekû ewan qurbanîyên dinê cane xwe ji dest da.
Befrê lê kir sir û seqemê di ser Wanê da dagirt.
Gel di nava sir û seqemê da, di nava tirs û xofa erdhejînê
da, di nava belingazî û bêkesîyê da berxwe dide û bi her
du desta, xwe bi jîyana xwe ve girêdide. Bi kerb û rik
berxwe dide.
Di vê erdhejîna Wanê da, pêlên regezperestîya sîyaseta
dewleta dagîrkerê Kurdistanê , ji caran berfirehtir û
mezintir bûn. Ev pêlên hovîtîya kurdnevîyan û mafnenasîna
Kurda, li dem û dezgehên medya ya Tirkan da serhildan
û wekû karekî gelek berkevtî avêtine holê. Lêv sor û por
rengînên wana wekû vanpîran kêlbên xwe derxistin û di
girnijîn.
Bi gotineke dinê jengara nava mejî û hizrên xwe yên
genî verijandin.
Rastîya xwe ya li jêr banê biratî û beraberîya -barbarî
ya- xwe da, ji bin lihêfa xwe da derxistin.
Heyamekê berî niha wezîrî kar û barê hundirî Idrîs Naîm
Sahîn, her wekû wezîrî M.Kemal rastîya siyaseta fermîya
dewleta Kemalîst ji bo careke dinê destnîşan kîr
li hemberî kurdan.
Dema kû wezîrek wî peyînî belav biket, ma walî xwe pare
dihêle gelo? Bê guman ne.
Walîyê dewleta kolenyalîst, walîyê Wanê Munîr Karaloglu
her ji roja destpêka erdhejînê hita vê gavê jî, ew mujilê
dijminkarîya kurdan e û dixweze ku bajêrê Wanê di nava
gola Wanê da wunda bibe.
Ji ber ku siyaseta kerê dêz armanca wana ye.
Mesela Peyva siyaseta kerê dêz dur û dirêj e.
Ji bo cara yêkê ew peyv ji alîyê rêzdar serokkomarê Iraqê
Mam Celal Telabanî hate gorê. Rêzdar di sala 1994’da li
bajêrê Hewlêrê di civîneke partî û hêzên sîyasîyên hersê
parçên Kurdistanê (Bakûr, Başûr, Rojhelat ) da ji
bo pêrevîya siyaseta hêzekê Kurd gotibû.
Lê bi rastî her wekû bî soranî tê gotin pir bi postê
cenabê walî û wezîr û gîzerên vê dewleta dagîrker e.
Dewleteke ku bingehê xwe li ser inkar û pişavtin
û kûştina Kurdan danîye û çavkahnîyên ku wê rejîmê
li ser piyan radigire her xwîna gelên jêrdest û çîna ccewsawa
ye.
Loma dema ku Yunusê belingaz bi Kurdî digot " Ez
mirim mirim." Li ser darbestê dinalê,nikarî destê
hewara mirovatîyê bigirîtin.
Nikarî hewara xwe bigihîne Dr. Atsushi Mîyazakî yê Japonî...
Niha herdu jî, yêk jî axa ber bi bomba atomî ketî, yêk
jî zarokê welatê kîmyabaran ditî, herdu di Kurdistana
dilovan da jîyana xwe jî dest dan.
Walîyê regezperest bi aşkira harîkarîya şehirdarîya
Wanê nake jî ber ku di destê Kurdan da ye.
Erdhejîn bûyerekê diltezîn e, lê ne qeder e.
Ji vê jî dijwartir, ew cînayeta sîyaseta desthelatdare
li Kurdistanê ye.
Ewan hovîtîya xwe her bi jopên xwe nîşan didin.
Di nava sir û seqema befrê da wekû gurgên dev bi xwîn
berbûne canê xelkê ber bî belaya erdhejînê ketî.
Belê Dr. Mîyazaka ez bawer im eger ku tu nemiribayî
tê wê hovîya ji erdhejînê mezintir bi çavên xwe dîtiba.
Te wê desthelatdarîya dewleta kolenyalîstê Tirka li
beranberî gelê Kurd dîtiba.
Ez hêvîdar im şeherdarîya Wanê navê te li kolaneke
bajêrê lêqewmayê Wana rengîn bikin.
Bila ew nîşana biratî û hevderdîya gelên Kurd û
japon her jîndar bimîne.
Ruhate û hemû qurbanîyên erdhejîna wana bi ezdanê mezin
şadbin.
|