Wan wusa kir lê we çi kir?
Newroz Bawer
Heyamekê berî niha, nuçê dest ji çek berdana eşîra
Jîrkîyan belav bû. Bê guman tiştekî siruştî
bû ku medya bi navkêve bi dewletê ve girêdayî cih nedane
vê nuça girîng. Ev nuçe her wusa di nava mala Kurdan da
ma. Bi vî avayî Jîrkîyan gelek bi bêdengî helwêsta çekdanîna
xwe anîne ziman. Bi kurtî gotin ku em şer û alozîyan
naxwazin. Em aştî û tenahîye dixwazin. Mezinê Jîrkîyan
Mihemed Axa li ser vê helwêsata xwe ku ragirtina xwinrêjîyêye
wusa got :
".... Li vê herêmê êşa herî mezin me kişand.
Em naxwazin tu kes bimrin. Divê êdî cenaze neyên. Rondikên
çavên dayikan rawestin. Mafên Kurdan ên bingehîn hene.
Tu kes nikare van mafan pişt guh bixe. Binêrin li
vê herêmê me gelek êş kişandin. Ji ber agirbesta
hat îlan kirin hindik be jî niha aramiyek heye. Lazim
e ev rewş bibe daîmî. Em êdî dixwazin di nav rehetî
da bijîn...."
Belê helwêsta Jîrkîyan helwêsteke dilsozane ye, dibê
em Kurd bi xasima alîyê PKK vê helwestê baş binirxînin.
Eger ku em kêmekê paşda herin û çavekê di ser dîroka
vê eşîrê û bi xasima vê devera Elkîyan ( Beytulşebab)
da bînin, emê bibînin ku ew biryar ji tirsa kesekê yan
ji bi xêra hindek kesan an jî aliyan ne hatîye wergirtin.
Di dîroka Komara Tirkîyê da ji bo cara yêkê serhildan
li vê deverê rû da. Serhildan li dijî komara Ataturk biserkêşîya
Ihsan Paşa û komek ji hevalên wî ji nava tabura leşkerê
Tirk li Elkîyan da rûda, di sala 1924’an da.( Ji bo zêdetir
zanyarî pirtuka Cemil gûndoxan bi navê "1924 Beytulşebap
isyani ve Şeyh Said Ayaklanmasina Etkileri ")
Ji wî demi wera hita sala 1984, bi xasima Eşîra
jîrkîyan pêvendîyeke germ bi dewletê ra negirêdane û bi
giştî harîkar û pişgîrên tevgera rizgarîxwaze
netewî ya başûrê bûne.
Li ser vê bûyerê li hindek malperan da, hindek kesan
di kuncikên xwe da ev bûyere nirxandin û wek yêkitîya
Kurdan anîne ziman.
Yêk ji wana jî Memed Şahîn bû. Şahîn di nivîsa
xwe ya bi navê “ Jîrkî û Yêkitîya Kurdan“ da helwêsta
xwe dîyar dike. Ku di dumahîya nivîsa xwe da tahnan li
tevgera sosyalîstan dike û di nava ristên nivîsa xwe da
tahna li HAK-PAR ê dike. Li vêderê ez dixwazim çend xala
dest nîşan bikim ku birêz Şahîn jî agahdar bibe.
Jîrkîyan di temenê 85 salîya Komara Tirkîyê da welatperwerîya
xwe ji bîrnekirin. Ewan zimanê xwe, cilubergên xwe edet
û urfên xwe yên kurdewarîyê di demê cerdevanê da jî binpê
nexistin.
Jîrkîyan çu caran endamên eşîra xwe heval û hogirên
xwe nekuştin.
Jîrkîyan di deverê da nebûne despêşxer û sebebê
birakujîyê.
Jîrkîyan jî pêhesan ku çareserî şerê çekdarî nine
û dibê dest jê bê berdan.
Gelo qasî ku eşîra Jîrkîyan bi berpirsatî bizavê
dikin, PKK hita îro kiriye ya na?
Memo di nivîsa xwe da li ser helwêsta Jîrkîyan baş
dibêje, lê belê li ser kiryarên PKK xwe wunda dike.
Qe nebe bila derbazbûyîya xwe ji bîr neke.
Çima ew nizane ku destê PKK bi xwina welatparêzên Kurd
sor bûye, ma nabe pirseke biçûk jî wana bike?!
Eger ku ev hesabe neyê dan, wê çawa yêkitîya Kurdan
çêbe?
Memo can, yêkitîya Kurdan, bi bêdengê li helwêsta aşbetalî
û xunrêjîya û diji demokratîk bûna PKK’ê da çênabe.
Bi xasima ew kesên ku ala Kurdistanê dişewitandin,
pirtukxana te dişewitandin, hevalen te dikuştin,
bi sebebê wê ku wek wana nafikirin.
Li ser demokratik bûnê helwêsta wana li ser ewan kesên
ku di referandomê da gotine “erê” li Amedê ji bîra te
çû? Ewan êrişî hevalên xwe kirin mal û wesîlên wan
şewitandin. Ji ber ku wek wana ne difikirin.
Le hûn qasî Osman Baydemir ji bi xêret nehatine meselê.
We rexne li wan kiryarên dijî demokratîk û mafê serekî
negirt.
Memo can, bi bawerîya min başdibe ku hûn careke
dinê çavekê bi nivîsa Ismaîl Bêşîkçî da bînin ku
li jêr navê „ Aydinlar „nivîsandîye.
Yêkitîya Kurdan, di nava mala kurdan da çedibe. Ew ji
li ser bingehê rêz li bîr û bawerîyên cuda girtin û nasîna
mafê biryar dana her alîyeke dibe.
Şexsperesî, helperstî û dijî demokratîkî ne dermanê
derdê me ye.
Eger ku derdê me rizgarîya Kurd û Kurdistanê be.
|