Werin Em di Roja 21 Şûbatê da
...
Newroz Bawer
21’ê Şubatê roja ziman, ya navnetewî ye.
Ew roj di sala 2000’an da ji alîyê UNESCO ve hate destnîşan
kirin.
11 sal di ser da derbaz dibin.
Bê guman ji bo netewên ku xudan desthelat û dewlet in
belku ew hinde girîng nebe.
Lê belê ji bo neteweyekî wek netewa Kurd ku hatîye parçe
kirin û ji bona ku hebûna xwe berdewam neke bi salan e
dewletên dagirker ziman û çanda wî netewî ber bi pişavtinê
xistine û xwastine ji holê rakin.
Ez bawer im li devera Rojhelata Navîn û herwusa di seranserî
cîhanê da ji bilî Kurd û Belûçîyan welatê kesê wusa li
bi ber qeyd û benda ne hatîye dan û ne hatîye parçe kirin.
Beluçî jî welatê wana di nava sê dewletan da, Îran,Pakîstan
û Afxanistanê da hatîye parçe kirin.
Kurdistan û Belûçîstan meydana zulm û hovîya dewletên
dagirkerê wê deverên e.
Her wusa qada xweragirî û berxwedana wan her du gelên
biran e.
Belê roja 21 Şûbatê bi xasima ji bona me Kurdan
û Belûçîyan rojeke girîng e.
Ji ber ku rêxistina çandi,zanist û perwerdehî ya netewên
yêkgirtî, pêgir bûne li ser wê rastîya heyî, ji bona ku
dewlemendîya civatgeha mirovî ji xizîna çand û zimana
xusar neke.
Xaleke wusa destnîşan kirin û rojeke wusa dîyar
kirin.
Her weku tê zanîn li cîhanê da qederê 200 dewlet bi
ala xwe û bi zimanê xwe bi fermî hene, lê belê qederê
6500 ziman hene ku li ser rûyê vê cihanê da di nava civatgeha
mirovî da tê bi kar anîn.
Gelek mixabinî roj bo roj ew hêjmara zimanên ji hev
cuda kêmtir dibe.
Lê belê şansê me Kurda û welatê me Kurdistanê heye
ku çand û zimanê me hita roja îro berxwe daye û xwe ji
war û axa Kurdistanê dernexistîye.
Ji ber ku gelek kom û civat hebûne ku di dîrokê da gelek
deman da desthelatdar bûne, niha ber bi nemanê da ne.
Her weku em dibînin ziman kesatî ye, ziman rumetî ye,
ziman hebûna me ye.
Ji bona vê rastîyê em bi birayên xwe yên başûrî
serbilind in.
Ewan li welat û li derweyî welat li nava mala xwe û
li nava civatên Kurd da ziman û çanda xwe bi kar tînin.
Li bakur xala here lewaz û ber bi piçanê diço, bi kar
ne înana zimanê dayikî bû.
Roleke gelek mezin dikeve ser milê rêxistinên Kurd yên
ilegel û legal, kom û komelên çand û hunerê ku xwe bidine
bin vî barê qurs û giran.
Piranîya kom û komel û partî û sazîyên Kurda, bi dehan
dezgehên ragihandinê yên deng û rengên, bihîstin û bînînê,
giranî nadine ser bi kar înana zimanê Kurdî,f erq nake
bi kurmancî yan jî bi zazakî.
Ya giring ev e ku em Kurd vî erka xwe bi cîh bînin.
Ji ber ku ziman situna netewebûna me ye.
Pênasa me ye.
Loma ji bo her Kurdekê rumetî ye.
Her tim dibêjim, yêk ji şertên bingehî ya pîvana
welatperwerî ya Kurdekê, bi çend û zimanê xwe xweyî derketine.
Pîvana her mirovekî demokrat jî, bir û boçonên wî li
hemberê maf nasîna jinan û mafê perwerda zimanê dayikî
ye li her derê cîhanê.
Felsefebafî ya bi filan û fîstana em xwe nexapînîn.
Nebine xelef û selefên hev nenas.
Werin em di roja 21’ê Şubatê da, li seranserê Tirkîyê
da zarokên xwe nehinêrine xewndigehan, mamosta, dersdar
neçine dersxana, wê rojê dem û dezgehên ragihandinê wê
rojê li ser vê xalê bisekinin.
Kor û komel, partî û sazî xelkê rêz bikin, bila roja
21 Şubatê bibe roja piştgirîya zimanê Kurdî.
Bila duruşma her Kurdekê mafê perwerda zimanê Kurdî
be.
Ez hêvîdar im ku Kurd bi tevahî li Kurdistan û li seranserî
cîhanê bikarîbin di rojeke wuha da dengê xwe berz û bilind
bikin.
Ji ber ku perwerda zimanê Kurdê wê me bike xudan ala
û dewlet.
Werin em vê rojê bo hergav bikine destpêka xebata bi
dest xistina mafê perwerda zimanê dayikî.
Pîroz be, roja 2’ê Şûbatê.
|