psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Xwe bi camêrî bidine ber

Newroz Bawer

Her wek tê zanîn, ziman pênas e. Ziman sitûna bingehî ya netewebûnê ye.

Ziman hebûn e, rengvedana jîyanê ye.

Kes an jî sazî û komel, civat û partî eger ku bi rastî bixwazin xizmeta xwe ya dîrokî bikin, welatperwerîya xwe bêxine jîyanê, dibê ji destpêkê hita bidestve inana armancên xwe çand û zimanê xwe yê dayikî vejîn bikin.

Ji ber ku evê serê çendîn sal e bagera pişavtinê di ser warê ziman û çanda wan da têtin. Zulm û zoreke mezin di ser vî gelî da dibare. Dema ku di nava vî sengerî da cihê xwe bigirî û kar û xebata xwe bê rawistan bimeşînî, tu wê serkevtî bî.

Bi dagirtina çeperê parastina ziman, mezintirîn derbe li sîyaseta çepele dagîrkeran dikeve.

PSK her ji ber vê rastîyê hertim ev senger tejî kir, cara yêka mewlûda Kurdî çap û belav kir. Bi dehan û bi sedan pirtukên kilasîk li ser çand û dîroka Kurd û Kurdistanê çap û belav kir.

Ew kar û xebata ku bi Roja Welat destpêkirî hita îro jî berdewam e.

Dema ku kesatîyên dest bi pênivîs û jîr û zana vê rastîyê bipejirînin, kar û erkên xwe bi cih bînin, wê demî kar û tekoşîna tevgerên sîyasî hêsantir dibe, eger ku bixwazin.

Van rojên dumahîyê da pêngavên parlementerên BDP bi kar anîna zimanê Kurdî, di nava Parlemana Tirkêyê da, cihê pesin pêdanê ye. Eger ku BDP vê bizavê ji nava bazara şov kirin derxin û hemu endamên parlementer li ser bi kar anîna zimanê Kurdî û ji bo bi armanca perwerde bi zimanê dayikî xebata xwe bidomînin, wê karekî baş û qenc encam bidin.

Eve rastîyeke ku di holê da ye.

Lê belê rastîyeke dinê jî heye ku em mecbur in li ser bisekinin.

Rast e ez Kurd im, lê ez Kurdekî demokrat im, sosyalîst im.

Li nava mala xwe û civatê da eger ez pîvanên demokrasîyê û yêksanîyê ne jîyînim, ez nikarim ji der û doran ra bixwazim.

Dema ku hûn bibêjin hema bi tenê dengê min, rengê min, hûnê ji baxçê pir rengê gulan durbikevin.

Em mesela aşbetalîyê, pirojên vejîyandina kemalîzmê di Kurdistanê da, pêşengîya tevgerê li girava îmralîyê û xasyet û kiryarên Ocelan nakin.

Em li ser mafê kesatî û demokrasîyê bisekinin.

Di van rojên dumahîyê da gefen li ser Osman Baydemir, gefên li ser Orhan Miroxlu, êrîşa ser qutabîyên Şirnexî li bajêrê Wanê.

Her wusa pêkenoka li ser bûyera reşê Batmanê.

Kerem bikin em bi kurtî çavekê di ser bûyera Batmanê da bînîn. Çar mirovên hêja, kadirên xebata partîya xwe kuştin. Di destpêkê da inkar kirin, piştra mecbur man pejirandin û gotin ku emê bikirên vê bûyerê derxin û siza bidin.

Paşî çend mehan ragihandin ku du kes ji berpirsên wê bûyerê girtine û dadigeh kirine!! Yêk bi 24 salan û yêk ji bi çend salan mehkum kirine!!??

Ew kesê ku PKK nasneke û vî nuçeyî bixwîne, dibe ku bifikre welatekî Europî aqibeta dadigaheke du tawanberan radigihîne.

Bi Soranî peyvek heye ku dibêjine wan kesên wek PKK "bi xot î "

Dema bûyara Batmanê çêbûbû, min pêvendî tev malbeta wana da girt û serxweşeyî bi navê Partîya me û bi xasima bi navê rêzdar Mesud Tek li wana kir. Yêk ji endamê malbeta wana ji me pirsî.

Hun çi difikirin PKK gotîye me lêpirsîn danîye ser bûyerê gelo wê çi bê kirin. ?

Min di bersîv da got ku wê rebenekê wek tawanbar nîşan bidin meselê jî bigirin.

Belê PKK wusa kir.

Henekên xwe bi gelê xwe û binemala wan camêrana dike.

Behsê xeber tawanbar girtine, siza dane û dosya jî dane girtin!!

Bi xot î kaka bi xot î!!

Osman Baydemir ma çigot hita ku şêx Ebdulah ji cihê xwe hejand, qehra û xezaba xwe lê barand.

Orhan Miroxlu, xwendekarên Şirnexî çi kirine, hita ku şûrkêşên pêşengêxsîr hêrişê wana dikin û gefên kuştinê li wana dikin?

estura min bidin ez bo careke din jî ji wan qelemşorên kû hertim hazir û amade ne li dijî rêzdar Kemal Burkay kampanya rexne lê girtinê li dardêxin, gelo niha ew li kuderê ne, ji ber çi dengê wana dernakeve? Ez dizanim ewan tirsonekên her mezine vî serdemî ne. Ew her dibêjin lê qet napêjin.

Belê bi kurtî di bingehê da nakokîya di navbera me û tevgera PKK ê da heyî nasîn û ne nasîna azadîyên kesayetî û pîvanên demokrasî ye.

Mesele ne bi tenê kar û kiryarê Ocelan e, belku navroka wê tevgerê kosp û berpêkên ser rîya kar û tekoşîna demokrasîxwazîya gelême ye.

Ev hevîrê gelek avê dixwaze.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010