Li Nürnbergê, Kurdan şeva Newrozê
bi coşek mezin derbazkir
Li Ewrûpayê pîrozkirina cejna Newrozê li Nurnbergê destpêkir.
Kurdên ku li Nurnbergê dijîn, bi klam û stranên hunermendên
wek Şivan Perwer, Fatê, Emir Hasan, Koma Hêvî û Mizgin
ve cejna Newrozê pîrozkirin.
Dengê Azad/Nurnberg
Wek raya giştî jî dizane Komkar hersal girîngiyek
mezin dide pîrozkirina Newrozê li dervayî welat. Ji bona
vê yekî jî amadekirina şevên Newrozê beşek ji
karên Komkarê ne. Li bajêrên Ewrûpa yên sereke wek London,
Berlîn, Stockholm, Amsterdam, Lozan, Nurnber û hwd. Komkar
şahiyên Newrozê amade dike.
Îsal jî li bajarê Almanya li Nurnbergê 6ê Adarê Komkar
li gel rexistinên Kurda wek PDK, YNK ve tev şahiya
Newrozê amade kir. Şev bi sirûda netewî Ey Reqîb
ve destpêkir. Piştî rêzgirtina şehidên Kurdistanê
li ser mitolojiya Newrozê û girîngiya Newrozê bo Kurdan
gotar hatin xwendin, axaftinên li ser yekîtiya Kurda jî
yê balkeşbûn. Mesajê Nivîskar û siyasetmedare Kurd
birêz Kemal Burkay hat xwendin. Gel bi coşek mezin
ev mesaj slav kir. Her wisa mesaja Sekreterê Giştî
ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek jî hat
xwendin. Mesaja civata Elewiyên li Nürnberg jî hat xwendin.
Seroke Komkar eu. Birêz Kovan Amêdî jî di şevê da
amede bû. Her wisa Birêz Amedî axaftina xwe da li ser
bûyerên dawî ku li Rojhilata Navîn, li Tirkiyê û Kurdistan
şîrove kir. Ji bo bûyerên li Kurdistana Başûr
jî ku li bajarê Silemaniyê pêkhatin bîr û raya xwe û rexistina
xwe got. Amedî bo rexneyan got erê lê belê rexne bo çêkirine,
bo avakirine bin, ne bo xeravkirine.
Di şevê da hunermendên wek Şivan Perwer, Fatê,
Emir Hasan, Koma Hêvî û Mizgin bi klam û stranên xwe û
koma Dîlanê ya Komciwanê beşdar bûn. Şeva Newrozê
ya Nürnberg ê bi rengek netewî hat xemilandin.
|