Partiyên
siyasî yên Kurd li hev civiyan
Îro, li Hewlêrê, bi mebesta pîrozkirina salvegera
damezrandina Komara Kurdistanê li Parlamentoya Herêma
Kurdistanê bi beşdariya serok û nunerên partî û hêzên
siyasî yên ji her parçeyên Kurdistanê, kombûnek pêk hat.
Dengê Azad/Hewlêr
Beşdarbûyiyên vê kombûnê ji aliyê Serokê Parlamentoya
Herêma Kurdistanê Kemal Kerkûkî ve bi germî hatin pêşwazîkirin
û piştî slavkirin û bixwêrhatinkirina mêvanan ji
aliyê Kerkûkî gotarek di derbarê damezrandin û naverok
û girîngiya damezrandina Komara Kurdistanê pêşkêşî
beşdarên vê kombûnê kir.
Kemal Kerkûkî di gotara xwe de balkişand ser damezrandina
Komara Kurdistan û ew bingehê diyarkirina mafê çarenûsî
ya gelê Kurd bi nav kir.
Hêjayî gotinê ye, bernameya pîrozkirina damezrandina
Komara Kurdistanê berdewam e.
|