PDK-Bakur
bûyera li Ruha-yê, hêrîşkariya li dijî xortên Hak-Par-ê
bi tundî rûreş dike!
Hêzên welatparêz hewce
ye dijî provakasyonan şiyar bin
Partiya Demokrat a Kurdistana Bakur bi daxuyaniyeke
nivîskî êrîşa ku li Rihayê dijî xortên HAK-PARê qewimîbû,
bi tundî şermezar kir û bang li hêzên welatparêz
kir ku bila li dijî provakasyonan şiyar bin.
Daxuyaniya PDK-Bakur bi vî awayî ye;
Doh roja 25.01.2011 li bajarê Ruha-yê bûyereke dilêş
qewimî. Li gora agahdariyên Hak-Parê sê xortên aligirên
Partiya wan rûberûyê hêrîşên komekî xortên aligirên
BDPê bûne û du ji xortên Hak-Parî brîndar bûne. Ev bûyer
cihê xemgînî û dilêşiyê ye. Di nav hêzên welatparêz
de husumet û hêrîşkarî zirarê daye û dide tevgera
welatparêz. Kurdan bi têra xwe ji şerê birakujiyê
kişandiye. Şer û hêrişkariyên nav hêzên
welatparêz hertim dijminên Kurdan keyfxweş kiriye.
Şerkerî û hêrişkarî di nav hêzên welatparêz
de hewce ye bibe xeteke sor di nav Kurdan de. Destê Kurdekî
ku li Kurdekî din rabe, bila bijan be û bişke. Bes
e! Êdî divê Kurdekî welatparêz şerê Kurdekî din neke.
Em hemî bi yekdeng û yek mejî li dijî şerê birakujî
û hêrişkariyên bi vî cureyî derkevin.
Di demeke ku bahsa provakasyonan tê kirin ku hin hêzên
tarî dixwazin careka din PKKê û Hizbullahê berê hevdu
bidin, di nav Kurdan de neleheviyan peyda bikin, hêzên
welatparêz berê hevdu bidin, pêwist e tevgera welatparêza
bakurê Kurdistanê bi taybetî şiyar be û van plan
û provakasyonan têk bide, pûç derxe. Di demeke wisa xesas
de qewimîna li Ruha-yê serberdeyatiyeke bêhnketî ye, rê
li ber provakasyonan ve dike.
PDK-Bakur vê bûyerê û hêrîşkariyê bi tundî rûreş
dike. Em bang li berbirsiyarên BDPê û KCDê dikin ku vê
bûyerê zûtirîn zelal bikin û bi helwesteke ronî û aşkere
li dijî şer û hêrîşkariyên nav Kurdan û Kurdistaniyên
welatparêz de rabigihînin. Banga me li hemû rêxistinan
û kesayetên xwedî rol û erk, ew e ku li dijî hêrîşên
navxweyî li nav Kurdan derkevin. Ev cure herîşkariyên
navxweyî tevgera Kurd ji demokrasiyê û medeniyetê dûr
dixe.
Li dora tevgera parastin bi zimanê Kurdî û daxwaza perwerdeya
bi zimanê kurdî yekîtî û yekrêziya tevgera welatparêz
li bakurê Kurdistanê pêkhatiye. Buyerên wekî li Ruha-yê
zirarê dide yekrêziya tevgera Kurdî.
Kurdno, Kurdistanîno, welatperwerno li dijî hêşandina
Kurd bi destê Kurd derkevin, dijminên Kurdan bi van bûyeran
şa nekin. Kî dike bila bike, hewce ye Kurdên welatparêz
li dijî van hêrişkariyan û şerê birakujiyê derkevin.
26.01.2011
PDK-Bakur
Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur
|