PDK-Bakur
bûyera Farqînê bi daxuyaniyekî rûreş kir û daxwaza
lêkolînê kir
Bûyera Farqînê provokasyonekî hêzên dewletê ye,
divê lê bê kolîn, rastî derkeve holê
PDK-Bakur doh daxuyaniyekî derbarê bûyera li qeza Farqînê
belav kir. Di belavokê de tê ragihandin ku ev qewimîn
bûyerekî ne ji nîşka ve ye û muhtacî zelal kirirna
gelek pirsên ne diyar e. Partî vê bûyerê wek provokasyonekî
hêzên dewletê bi nav dike û daxwaz dike ku li ser bûyerê
divê bi ciddî werê lêkolîn û rastî derkevin meydanê û
ji raya giştî re were aşkere kirin. Di daxuyaniyê
de ev bûyer bi provokasyonên salên nodî tê berhevdan,
wekî bûyera Basê (Guclukonak) kuştina cerdevanan,
xirakirina Licê bûyera kuştina tumgeneral Bahtiyar
Aydin û bûyera kuştina albay Ridwan Ozden li Mêrdînê
û bi dehan qewimînên wisa.
PDK-Bakur vê qewimînê rûreş
dike û ji hemî aliyan dixwaze ku ev bûyer zûtirîn demê
de werê zelal kirin. Bê guman berpirsiyariya sereke li
ba dewletê û hukumetê ye. Lê KCK jî hewce ye derbarê vê
bûyerê de agahdariyên tatmînkar rabigihîne.
Di daxuyaniyê de ev provokasyon
wek pêşîlêgirtina prosesa aşitiyê û sivîlizekirina
tevgera Kurd tê nirxandin. Bi taybetî hêzên nîjadperest
û şovenist dixwazin pêşî li doz û daxwazên mafê
xwe bi xwe rêvebirinê û bi destxistina mafên kolektîf
yê Kurdan tê dest nîşan kirin.
Dirêjiya daxuyaniyê ji bo tirkî û tirkîaxiva li jêr
bitiqînin:
http://www.pdk-bakur.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2956
|