Pêşengeha
“Tarîxa Mezopotamyayê” hat li darxistin
Mihemed Eren/Amed
Li Amedê hunermend Şarro Malke pêşengeha xwe
ya şexsî ya “Tarîxa Mezopotamyayê” ku tê de çanda
Suryaniyan hatiye hunandin, hat li darxistin.
Pêşangeha ku li salona Şaredariya Mezin a Amedê
hat li darxistin, dê hetanî 25ê vê mehê li pêş çavan
raxistî bimînê.
Pêşangeh, bi beşdariya hêjmarek hunerhez û
şêwekaran ve kurdeleya wê ji aliyê Sekreterê Şaderiyê
Ebdullah Sevinç, Şewekar Şarro Malke û Metranê
Dêra Dayîk Meryem Yusuf Bulut ve hat birîn.
Beşdar pêşî li pêşêngehê geriyan û her
wênek bo wan hat danasîn, paşê jî bi kokteylek hat
şanezîkirin.
Di kokteylê de hat diyar kirin ku ev pêşengeh hêj
zêdetir ji bo danasîna çanda Suryaniyan ku yek ji wan
qewmên ku di nav kurdan de dijîn.
Hat ragihandin ku hunermend Şarro Malke heta nuha
li çendî welatên Ewrûpayê qasê 15 pêşangehên weha
li darxistiye û dê di vê dema nêz dê li bajarê Merdînê
j îli dar bixe.
|