Peyama
pîrozbahiyê a Mesûd Tek bo Mesûd Barzanî û Neçîrvan Barzanî
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Mesûd Tek ji bona hilbijartina Mesûd Barzanî wek serokê
PDKê û Neçîrvan Barzanî wek cîgirê serokê PDKê nameyên
pîrozbahiyê arasteyê rêzdaran kir.
Ev jî tekstên nameyên pîrozbahiyê ne;
Ji Bona Serokê Partiya Demokrata Kurdistan
Hêja Mesud Barzanî
Serokê hêja,
Ez bi navê hemû endam û alîgirên Partiya xwe, pîrozbayiya
xwe pêşkeşê cenabê te dikim ji bona hilbijartina
we bo serokatiya Partiya Demokrata Kurdistan a dost û
tekoşer.
Em piştrast in, PDK di bin serokatiya hêja Mesud
Barzanî da, ji bona cî be cî kirina biryarên Kongre û
parastina deskevtiyên netewî û demokratîk û pêşvê
birina proseya demokrasî û pêşketinê wê pirtir kar
û xebatê bike.
Saxî û serketina we daxwazê me ye.
15.12.2010
Mesud Tek
Sekreterê Giştî
------------------------
Ji Bona Cigirê Serokê Partiya Demokrata
Kurdistan Hêja Neçirvan Barzanî
Hêja Barzanî,
Ez bi navê hemû endam û alîgirên Partiya xwe, pîrozbayiya
xwe pêşkeşê cenabê te dikim ji bona hilbijartina
we bo Cigirê Serokatiya Partiya Demokrata Kurdistan a
dost xebatger.
Em piştrast in, hêja Neçirvan Barzani, weki Cigirê
Serokê PDK, ji bona cî be cî kirina biryarên Kongre, ji
bona “Nûbûn, Dadperweri û Pêkvejiyanê” û pêşvê birina
proseya demokrasî û pêşketinê, wê pirtir kar û xebatê
bike.
Saxî û serketina we daxwazê me ye.
15.12.2010
Mesud Tek
Sekreterê Giştî
|