PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ji bo şaîrê kurd kek Kemal Burkay!

Kek Kemal Burkay!
Gava ku min di nav rûpelên malpera Roja Nû de xwend, ku te, kek Kemal Burkay, ji bo helbesta xwe "Hêlîn" xelata "Premio Cremona" ya bajarê Cremona li Îtalyayê girtîye, pir dilxweş bûm û wek mamostê dersên zimanê kurdî li Almanyayê jî serbilind bûm. Ez wisa bibawerim, ku hemî kurd, hemî zimanzan û lêkolînvanên di warê ziman û canda kurdî de bi girtina xelata "Premio Cremona" ya şaîrê kurd dilxweş dibin, ji ber ku her ciqas ev serfirazî û serbilindî ya cenabe te ye jî, ev hewqas jî ya canda kurd e. Lewma ez dixwazim te kek Kemal Burkay, şaîrê kurd, bi dil û can pîroz bikim! Bila destên te sax bin!

Ali Tuku

 

  Dengê Kurdistan © 2004