Piştgirî
ji bo berxwedanên Sûriyê
Îro , 31.05.2011, li bajarê Heidelberg ji bo berxwedanên
gelên Sûrîyê xwepênişandanek li Hauptstraße hate
dirûst kirin. Ev çalakî ji alîyê „ Komela Suria azad li
Heidelberg “ hate amadekirin
Ev komele ji Komciwan Mannheim, Komkar Mannheim, Amnesty
International, Asylkreis Heidelberg û Initiative zur Integration
kurdischer Migranten in Heidelberg pêkhatîye.
Bi rêya vê çalakîyê, amadevanan piştgirtîya berxwedana
gelê Sûriyê kirin û daxwazên xwe ji bo Sûriyeka azad,
bılınd kirin.
Ji
heyva Adarê wir da gelê Sûriyê tev Kurd û Ereb bi rêya
xwepeşandanên bê westan, bi rêkeka aşitî, dijî
rejîma Sûriyê ber xwe didin, dijî diktatorî û Zordarîyê,
azadî û demokratî dixwazin. Heta îro 1100 mirov hatine
kuştin, pirtir ji 6000 kesan hatine birîndarkirin
û pirtir ji 12000 mirovan hatine girtînê. Herwiha qebrên
sedan zarok û jinan li bajarê Daraa hatine dîtin. Hemû
ji wan, tevî xwepêşandanan bûbûn û daxwaza mafên
xwe yên mirovî dikirin.
Ji bo piştgirîya gelên Sûriyê li Heidelberg Hauptstraße
çadirek mezin hatbû avakirin, cıwan û zarokan bi
hevre, bi alayên kurdî û sûrî, bala xelkên Heidelbergê
kêşan ser xwe.
Herwiha bi rêya Amnesty International imza hatin komkirin.
Bi kurtî, ev çalakîyeke bi rêk-û-pêk û serkeftî bû.
Û niha em hemû bi hevre tenê li benda serkeftina berxwedana
gelê Sûriyê ne.
Komciwan Mannheim
|