Konsera
Pişgiriyê ji bo gelên Suriyê
Ji bo pişgiriya raperîna gelên Suriyê ya li dijî
Beşar Esad û rejîma Baas, di roja 09.07.2011, Şemiyê
de, li Elmanya Federal, bajarê Bonnê konserek hat li dar
xistin. Hunermendê Kurd yê navdar Şivan Perwer û
yê Ereb Semih Şiqêr beşdarî konserê bûn.
Di despêka konserê de li ser navê Komîta Amadekar ya
Konserê Akîf Hesen û Yusuf Elo, bi Kurdî û Erebî axaftin
û li beşdarên konserê silav kirin. Di mîtîng û konserê
de pirbûna alên Kurdistan û yên Suriyê balkêş bûn.
Piştî axaftina komîtê, kurê Şêx Maşûq
Xiznewî, Murşîd Xiznewî jî axaftinek dûr û dirêj
kir û li ser rewşa Suriyê agahdarî da beşdaran.
Alîgir
û pişgirên KOMKAR û PSK yên herêma Koln, Bonn û Troisdorfê
jî bi girseyî beşdarî mîting û konserê bûn û pişgirî
dane gelê Kurd yê Kurdistana Suriyê. Her weha li ser navê
KOMKAR.eu jî peyamek hat ragihandin. Komîta Amadekar peyama
KOMKAR.eu xwend û ji bo peyamê spasdariya xwe pêşkêşî
KOMKAR.eu kir.
Şivan Perwer di konserê de bi stranên xwe yên Helepçe
û Ez Dengê Kurdistan im û hwd. dilê beşdaran geş
kir. Şivan her weha axaftinek kurt jî pêşkêşî
beşdaran kir. Şivan Perwer di axaftina xwe da
hestên xwe weha anî ziman: „Gelên Rohilata Navîn ji dîktatoran
pir kişand. Wan dîktatoran bi salan zûlm û zordariya
li ser gelan kêm ne kirin. Lê belê îro herkes jî dibîne,
ku ev dîktator û desthilatdariya wan yek bi yek hildiweşin.“
Perwer di dawiya axaftina xwe de da zanîn, ku çi Ereb,
çi Tirk û çi Kurd, ew dijî dîktatoran e û weha got: „Ez
li vir bang li gelê xwe dikim: Li hember dîktatoran serî
netewînin û ber xwe bidin.“
Di konserê de Şivan Perwer û Semih Şiqer bi
hev re derketin ser dikayê û stranên Kurdî û Erebî yên
gelêri û şoreşgerî pêşkêş kirin. Bilî
Şivan Perwer û Semih Şiqêr hin hunermendên Kurd
jî bi stranên xwe pişgirî dane raperîna Suriyê.
Her weha nûnerê Platforma Demokrasiyê ya Suriyê, ku van
demên dawiyê li Elmanya Federal kar û xebatên lobiyê dike,
Azîz Zaxuranî jî beşdarî konserê bû. Wek tê zanîn
ev platform, bi parlamentera SPD Uta Zapf ve hevdîtinek
pêk anî û her weha têkiliya xwe ya bi rêxistinên sîvîl
yên Elman ve xurtir dike.
Dema Nu-Bonn
|