PSK LI MUNÎH Û HEİLBRONÊ
BÛ
Di bin dirûşmên jêrê“
ROJ ROJA KURDAN E
BİJÎ KURD Û KURDİSTAN
BİJÎ PARTÎYA SOSYALİSTA KURDİSTAN
“
30 salîya PSK li gelek welat û bajarên Avrupayê
konferansan va tê pîroz kirinê.
24 mehê li bajarê Elmanya li Munîhê bi beşdariya
kurdên ji her çar parçên Kurdistanî va Konferansek
bi zimanê kurdî hat dayînê.
Gotarvan bi kurtî behsa dîroka rêxistin û partîyên
Kurdan kir. Piştra damezrandina Partîyek sosyalist
ya pêşin (PSK) li Kurdistanê sekinî, li ser
dijwarîyên li pêş partîyek sosyalist û rewşa
cîvakê ya wê demê peyîvî.
Di heqê bername û destûra partîyê da jî agahdarî
da guhdaran. Bi taybetî li ser xalê Federalîzm û
Kurdistanek serbixwe da agahdariyek fireh da. Gotarvan
di axaftina xwe ya ser vê babetê weha axifî:
“ Di dîroka partîyên Kurdan da
cara pêşîn PSK di bernama xwe da Fedaralîzm
wek çareserîyek realîst destnîşan kir. Helbet
heq û mafê gelê Kurd e ku welatek serbixwe da bijî
bo vê armanca pîroz jî bi her awayî têbikoşe.
Lê gor partîya me, fedaralizm ango du dewletên wek
hev, careseriyeke realist bû. Partîya me heta nuha
jî vê rê çareserîya yekem dibîne. Heke pey azadûbûnê,
gelê me bixwaze, şert û mercên cîhanê û navçê
jî mecal bide, gelê Kurd di Kurdistana Bakûr da
dewletek serxwe avadike. Ev mafê me Kurdan e.
Em gelek serbilndin ku îro, gelek Partîyên Kurdan
ne tenê Kurdistana mezin her usa herdu Partîyên
sereke yên Kurdistana Başûr jî ev rê wek riya
çareserîyê hilbijartine. Çawa hûn jî dizanin ev
daxwaz bi dest jî xistine. Divê em bi hemû hêza
xwe va piştgirî û alikarîya wê destkevtiyê
bikin. Derîyê ku bo me Kurdan vebûye, hin firehtir
û xurttir bikin.”
Gotarvan, di van 30 salan da Partiya Sosyalîs
a Kurdistanê (PSK) ji bo Kurdistaneke azad çawa
di bin zulm û zordarîyek mezin da, kar û xebatên
xwe meşandîye anî zimên. Gor bernama xwe partî
kingê, çawa û bi çi şiklî xebat kirîye, û xasima
bo çi heta nuha yekitîya hezên welatparêz pêknehatîye
jî raxiste ber çawan. Her usa di vê bareyê da di
van salên dawîn li welat HAK-PAR, li dervayî welat
jî yekitîya Komelên demokratîk, Însîyatîfa rewşenbîrên
Kurdistanê û di dawîyê da jî çawa gihîştîye
PLATFORM ê behs kir. Giringîya berdewam kirina van
karan nîşan da. Himber teslîmbûyînê çawa dilsozên
welat bê westan kardikin û gel hîşyar dikin,
para PSK di van bizavan da çîye eşkere kir.
Her usa behsa piştgirî, hevkarîya di nav hêzên
her çar parçên Kurdistanê û karên bo pêkanîna otorîteyek
nav Kurdan da bizavên PSK kir.
Di heqê bikaranîna gihîştina armanca pîroz
jî got:
“ Heqê gelê Kurd heye ku ji bo azadî û rizgarîyê
her cure xebatê bikarbîne. Em dijî şerê çekdarîyê
nînin. Bes divê şert û mercên welat, navçe
cîhanê rê bidê me. Lê divê berê pêşîn gel bê
hişyar kirin, rêzkirinê. PSK heta nuha giranî
daye karên sîyasî, aşitîyane û demokratîk.
Heta ku gel, kadroyên Partîyê bi çekên herî girîng;
bi sîyasetek rast û durust perwerde nebe, dibe ku
şerê çekdarî yên ne bi wext, serda jî bikeve
destê nezan û xwefiroşan malweranîyê, qirkirina
gelê me jî dikare bîne holê. Nimûne vaye li ber
çavên me ye, pêwist nine ku em nimüyek din li cîhanê
da bidin. Dîroka van dawîyan ya gelê me, di vî warî
da jî PSK çiqas xwedî pêşbînîyek rast bûye
carek din jî nîşanê me dike.” Got.
PSK di warê ragihandinê da çiqas
kar meşandîye, behsa navê hin weşananü
rola wan kir. Pişt ra behsa GEL-AG kir. Pêwistî
û girîngîya projeyê anî ser ziman, ji beşdaran
xwest ku bo vê yekê di nav gel da propaxande bikin
û piştgirîyê jê bixwazin.
PSK li gor şert û zemanan, gor pêwîstîyên
waqîyî di serî da bernama xwe, xwe nû kirîye. Ev
pêvajo her wê dewam bike, got û qala hin nimûnên
ji dîroka Partîyê kir.
Gotarvan balkişande ser hevkarî û tevxebata
bi gelên cîran ra û bi kurtî qala wan xebatan kir.
Di rewşa cîhan û rojhilata navîn ya îro
da wazîfe û erkên kurdan û PSK yê kivş kir.
“ Bîr û bawerîya me dîsa wek berê pêwîstiya pêkanîna
yekitîya hêzên Kurdistanî ye. Derîyê me her tim
vekirîye. Kî ku ji bernama me, kar û xebata me razî
ye, em pê ra dikarin kar bikin. Ne şert e ku
em di nav partîyek da bin, di bin sîwanek netewî
û demokratîk da dîvê em bi hevra têbikoşîn!
........
Bi gişk hêzên xwe va divê em piştgirîya
Kurdistana Federal bikin.
Her usa divê em hemû, hevkarîyê bi raperîna demokratîk
û rewa ya Kurdistana bin destê Sûrîyê, bi birayên
xwe va bikin. “
25 mehê jî li bajarê Heilbronê jî ev konferans
hate dayînê. Ji ber ku beşdarên konferansê
kurdîyek wek zimanê civîneke ilmî tenegihîştin,
konferans bi zimanê tirkî bû.
Pey herdu civînan jî beşdaran pirsên xwe
kirin, hin caran bi kurtî bîr û bawerîyên xwe anîn
ziman usa dîyar bû ku gelê Kurd careke dî berê
xwe dide xeta rastîyê. Her usa bi desketîyên Kurdistana
Başûr va ruhîyeta netewî xurt dibe. Neyar û
xulamokên wan êdî nikarin pêşîya vê meşa
pîroz bigrin.
Roj roja Kurdan e
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî Partîya Sosyalîsta Kurdista
|