Li
Amedê Qadî Mihemed hat bibîranîn
Mihemed Eren/Amed
Li Amedê pêşewa û serokê Komara Kurdistan ya Mahabadê
Qadî Mihemed bi merasîmek hat bibîranîn.
Merasîma ku ji aliyê Grûba Dijle Firat ya Diyalogê ve
hatibû amadekirin, tê de peyama seroka Barzanî jî hat
pêşkêşkirin.
Di rêza yadkirin û bibîranîna serok û mezinên kurdan
de vê carê jî hîmdar û serokê Komara Kurdistan ya Mahabadê
Qadî Mihemed hat bibîranîn û tê de bahsa rola Barzaniyê
Nemir ku çawa vê komarê parastina hat kirin.
Merasîma ku li salona Kaplanê pêk hat, ligel hin rewşenbîr
û nuneren partiyên siyasî, nûnerê Serok Barzanî û endamê
serkirdayeta Partî Demokratî Kurdistan-PDKê Felakatîn
Kakayî û prof. Dr. Şûkrîye Resûl jî beşdar bûn.
Merasîm,
deqek rêzgirtin û bo yadî pakî şehîdên Kurdistanê
û bi xwendina Sûrûda Ey Reqîb dest pê kir
Di merasîmê de Serokê Grûba Dijle Firat ya Diyalogê Muhtîn
Batmanli axaftina destpêkê kir û tê de xwest ku hemû kurd
li serok û pêşewayên xwe xwedî derkevin.
Paşê ji aliyê rêzdar Felakatîn Kakayî ve peyama
Serok Barzanî hat xwendin.
Di merasimê de cigirê Serokê Partima Maf û Azadiyan HAK-PARê
Mehmet Vural jî axaftinak kir. Vural di axaftina xwe de
bahsa rola Qadî Mihemed ya ji bo di seranseriya tevgera
kurd de kir.
Merasîm piştî pêşkêşkirina çendî axaftinên
din gihîşt encam û xilas bû.
|