RADYOYA YÊRÊVANÊ Û PÊŞDAÇÛYÎNA
SİTRANBÊJYA KURDÎ
Eskerê Boyîk
Nîvê salên pêncîyî li Ermenistana Sovyêtê dîsa
rojên xweş seva pêşdaçûyîn û gulvedana
çand, huner û kûltûra Kurdî vebûn, karê kurdewarî
geş bû.
Ew mecalên pêşdaçûyînê, ku dewleta Sovyête
dema demezirandina xwe da dabû Kurdên welatê xwe
sala 1937 an hatibûn rawestandin. Herba cihanê
ya dudan, ku bi altindarya welatê Sovyêtê bi dewî
hatibû, êdî ji pey xwe çend sal hîştibûn. Tengasî
û dijweryên şer hêdî-hêdî derbaz dibûn, birînan
kew digirt. Kurdê wî welatî jî şer da bedelê
mezin dabûn, wan jî weke xwe telî-tengasî dîtibûn..
Tevgera gelê Kurd ya azadîxwez jî cihanê da dijî
zulm û zora dagerkiran xwe dida hisandin. Rojhilata
Navîn da bûyarên sîyasî yên giring diqewimîn.
Hukumata sovyêtê dîsa Kurd kirine bîra xwe. Paytexte
Ermenistanê: Yêrêvanê da dîsa dest bi weşena
rojnema RIYA TEZE, radyoya Ermenistanê ya dewletê
da axaftinên bi zimanê Kurdî bûn. Ji bo dibistanên
gundên Kurdan dersdarên ziman û edebyete kurdî hatin
hazirkirin. Beşa Nivîskarên Kurd li rex Yekîtya
Nivîskarên Ermenistanê, Akadêmya Ermenistanê da
tevî beşên Rojhilatzanyêye din usan jî kar
û xebatên li ser kurdzanyê geş bûn.
Bawarkî temamya ew para gelê Kurd, yên li wê komarê
dijîtin li dora wan merkezên xwe yên kûltûrî, çandî,
perwerdeyî, zanyarî civyan. Ji bo ew merkez tev
jî li bajarê Yêrêvanê da bûn, ji hev dûr nî bûn,,
rewşembiran jî teva hev nas dikirin, bûbûn
wek malbetekê, hêza xwe kiribûn yek, ku ew karê
pîroz bi serketin bimeşînin.
Sal hatin bihurîn û jîyanê nîşan da, ku li
dervayî welêt, bi mecalên pir kêm, halê sansûryê
yê berkî duqet da ( him ya Welate Sovyêtê, him ya
Ermenya) rewşembirên Kurdê Ermenistanê ew karê
welatparêzyêyî hêja bi serfirazî pêşda birin
û emekê xweyî layîq kirin di xizna çand û medenyeta
gelê xwe, bûn çira hişyarbûnê, gûman-hêvyên
azayê seva hemû Kurd û Kurdistanê..
Ji wan merkezên kûltûrî, zanyarî, çandî yên jorgotî,
her yekî di salên heyîtya xwe karne pir eyan û binghîn
kirin. Lê dema derheqa wan da axaftin dibe, berê
ewlin navê Radyoya Yêrêvanê tê bîranîn, bexsa stiran
û dengbêjan, sazbendî û sazbendan tê kirin.
Ji bo wî wextî, gava li heçar perçê Kurdistanê,
berê ewlin, perçê herî mezin Kurdistana Bakûr da
dagerkiran, nîrê xwe yê zulmê û tunekirinê li ser
sutyê gelê Kurd giran kiribûn, bi toqê Kemalîzmê
û şovenîzmê, pantûrkîzmê gel dixeniqandin,
dipelçiqandin, ziman, nav, nasneme, dîrok, çand,
heyîtya kurdewarî dihate înkarkirin, aşê asîmlekirinê
bi temamya hêza xwe dixebitî, dengê Radyoya Yêrêvanê,
zarê Kurdîyî şîrin, kilam û miqamên Kurdan
wek leylana biharêye xweş her roj hidûdên xezevê,
yên polaye cemed dibirîn, derbaz dibûn, diçûn digihîştine
dilên evdên zêrandî, bindest, ji wan ra dibûn hêvî,
dermanê jîyana kurdewaryê, heyîtyê, kela azadî û
berxwedanê...
Di destpêkê da ji tunebûna kadirên pêwîst di rêvabirina
wî karî da dijwerî pêjda dihatîn. Wê demê li nava
civaka kurdên wê heremê rojmemevan, kadrên pispor,
usa ji zanên têxnîkî yên wî karî pir kêm bun, yan
qet tune bûn. Heta dîktorê (sipîkêr) ku karibin
gotarên kurmancî pak bixwûnin û axaftinên bi radyoyê
bi zanyarî rêva bivin, tune bûn.
Salên ewlin bi alîkarya zaneyên ermenî karekî xurt
hate kirin. Li cîyê vala di nava çend sala da, axaftinên
kurdî ji axaftinên radyoyê yên bi zimanên din danedixistin.
Di demeke kin da nav û dengê Radyoya Yêrêvanê li
nav temamya Ermenîstanê, Kurdên welatê Sovyêtê û
hidûdên wê der bela bû.. Ne tenê kurda lê, ermenya
jî bi hizkirin sitiran û mûzîka kurdî dibihîstin..
Salên ewlin axaftinên zimanê kurdî bi pêlên cî
dihate dayîn. Di nav her gundekî da derva radîyo
hebûn. Çawa xelkên gundên kurda, usan jî yê ermenya
bêsebir hîvya axaftinên bi kurdî bun, ku kilam
û miqamên kurdîye xweş bibihên.
Radyoya Yêrêvanê ya Kurdî roleke dîrokî di pêşdabirina
sitiranbêjya kurdî da lîst. Dengê wê radyoyê tê
bêjî temamya Kurdistanê da bû ronaya xwehisyanê,
kulîlka sitiranbêjyê ya çilmisî geş kir, jîyaneke
nû, hêzeke nû, hişyarbûneke nû wî werî da çê
kir..
Eger hinek warên pêşdabirina ziman û çanda
kurdî da rola kovara HEWARÊ û Bedirxanyan tê
pêş, lê di warê pêşxistin, parastin û
di nû va jîyankirina stiranbêjyê û sazbendya kurdî
da rola Radyoya Yêrêvanê kêm nîne.
Ciqas ku ez zanim, sitirana kurdî ya ewlin, ku
bi radyoya Yêrêvanê hatye dayîn Bêrîvana dengbêj
Efoyê Esed bû .
Paşê ji pey hev sitiranên Şeroyê
Biro, Ahmedê Mîrazî, Sûsîka Simo, Fatma Îsa,
Egîtê Têcir, Belga Qado, Bêmalê Keko, Zadîna Şekir,
Reşîtê Baso , Mehmedê Mûsa, Karapêtê Xaço,
Mecîtê Silêmîn, Memoyê Silo, Xemoyê Hesen, Kubara
Xudo, Seyadê Şamedîn, Şiblyê Çaçan, Sîsa
Mecît û gelek gelekên din hatine nivîsar. Ew
tev ji dengbêjên gelêrî, yên xurt û dengxweş
bûn. Sitiranên wan, hîmlî ji derya zargotina me
ya ji dewrana dihat. Demeke kin da ew dengbêj tev
jî li nav guhdarên radyoye da hatin naskirin û hizkirin.
Fonda dengxana Radya Yêrêvanê bi kilam û dengê wan
tije bû.. Niha ji wan dengbêjan tek-tûka mane. Lê
xêra Radyoya Yêrêvanê dengê wan, sitiranên wan,
ew durr-cewahirên xizna dengbêjya gelê kurd ji undabûnê
xilaz bû û bû hebûna gel ya heta-hetê.
Wê demê wek niha nî bû, ne têxnîka dengnivîsarê
hebû, ne komên stiranbêjyê, folklorê,ne jî komele
yan kilûbên kurdan, ne jî mecalên belevkirina sitiranan.
Xwestina dewleta Ermenya jî tune bû ku dengbêjî
û folkilora kurda pêşkeve.Kom çêbin. Komê wane
wî teherî ra bikevne hucetê. Ji bo reqas û sitiranên
wan hîmlî rwqas, miqam û ewazên kurdî kurdî danîne
bîra mêriv. Cilên folklorî jî ji xemla kurda cuda
nedibûn..
Dengbêjî karê dengbêja yê hîmlî nî bû.. Wek niha,
dengbêjî dengbêja ra ne bûbû karekî aborî. Dewat
jî bi def û zurnê dihatin kirin. Usa ku ji bo pêsdaçûyîna
dengbêjyê, xwe pêsxistina dengbêjan tu mecal tune
bûn.
Xebatçîyên Radyoyê pê dihesyan li nav civaka kurdan
da, kê kilaman xweş distirên, diçûne cem, teglîf
dikirn danîn cem xwe, tevî girûpên sazbendyê dengê
wan dicêribandin û dinivîsîn. Payê sitiranbêjaye
pirê, merivne gundî, nexwendî yan nîvxwendî bûn..
Tiştê sereke ew bû ku sitiran pir bi pirofêsyonalî,
xemxurî, bijartî, bêy tiştên zêde dihatine
nivîsar. Guhdarya mezin dihate danîn li ser zimên,
ewêz, deng. Saya wê yekê jî kilamên 40-50 sal berê
Radyoya Yêrêvanê da hatne nivîsar, tê bêjî kevn
nabin, bedewî, şîrnayî û tema xwe unda nakin.
Naha jî dema hinek dengbêj wan kilaman nû distirên,
tê bêji nikarin di wan da tiştên zêdekirinê
yan guhestinê bikinê (çawa têksta kilamê ûsan jî
ewaz da ), xofê dikşînin dest bidine temametya
wan.. Meriv tirê ji nû va sitiranêna wan kilaman
kopî kirina bingeha ne.
Tevî kilam û miqaman usan jî destanên gelêrî yên
wek Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Zembîlfiroş,
Ker û Kulik, Sêva Haco, Dimdim û gelekên din
bi sitiran û çîrok hatin nivîsar. Ji wan gelek,
bi veçêkirna nivîskaran bûne, radîokompozîsya, şano
û hatine parastin. Evan, ne tenê tîatroyê bi deng
in, lê kompozîsyayên kilam, miqam û mûzîka kurdî
ne...
Dengên dengbêjan bi ewazên sazbendên mezin Şamilê
Beko, Egîtê Cimo, Xelîlê Evdile, Taharê Emer
û gelekên din dihat xemilandin. Vira cîye, ku emekê
Egîtê Cimo bê şêkirandin. Emekê wî sazbendê
gewre di nav serrastkirin, hazirkirin û dengnivîsara
her sitiranekê da heye. Şureta sazbendyê ya
bilind û xwendina sazbendyê ew kirine hunurmendekî
gewre, mamistakî zane di warê dengbêji û sazbendiya
kurdî da. Ew her dengbêjî ra li ser deng û sitiranên
wan xebitîye, bi ewazên bilûra xwe şîrnayîke
xezayî daye sitiranan.
Bi miqamên wî hûnandi gelek helbesên helbestvanan
bûne kilamên nemir. Kilama Welatê min Kurdistanê
jî ya wîye.
Hostatya sazbendya Şamilê Beko evseneyî
bû. Di warê bilûr, fîq, zurnê da dijwer yek hebe
bigihîje bilindaya wî.
Di sewta zurna Xelîlê Evdile da şîrnayî,
nazikayî û nermayîke kurdewarî hebû. Sewta zurna
wî, teyê bigota guhê mêriv da dihelya. Sewteke usan
bû, ku bi xeberan meriv nikare temamya his, hewas
û lezeta bihîstina dengê zurna wî bîne ziman...
Dema derheqa sitiranbêjya kurdên Ermenistanê û
Radyoya Yêrêvanê da axaftin dibe gerekê navê Sûsîka
Simo neyê bîrkirin.Ew hê berî vekirina Radya
kurdî jî sitiranbêja kurde pirofêsyonal ya tek
û tenê bû li rêspûblîka Ermenîstanê. Ew tev komên
başqe-başqe (yan jî koma xwe çê dikir)
digerya û konsêrtên kilamê kurdî dida. Rind tê bîra
min, wê demê ez zaro bûm, girûpa wê, Şamilê
Beko û hinekên din dihatin û kilûba gundê me da
konsêrt didan. Emekê Sûsîka Simo di piropagandakirina
dengbêjya Kurdî da li Ermenîstanê pire. Heta dewya
salên heyştêyî jî kilamên Sûsîkê yên teva zeftir
bi radyoye dihatin dayîn.
Salên qeyde Sovyêtê, yên ewlin da, di nav dengbêjya
kurdî da kilamên bi sitîl, cûre û naveroka nû peyda
bûn.. Sûsîkê jî hîmlî ew kilam û kilamên gelêrîye
sivik distiran. Wan da pesnê qeydê sovyêtê, jîyana
nû, xebatê, xwendinê, partîya komûnîsta, Lênîn,
Stalîn, kolxoza, sosyalîzmê, pismamtî-biratya gelan
dihate dayîn. Hîmê sitiranbêjya wî teherî li
nav kurda da, aşiqên gelêrî yên wê demê Ahmê
Çolo, Aşiq Nazûk û hinekên din danî bûn,
paşê ev warê stiranbêjyê bi alîkarya dengbêjên
gelêrî û helbestvanan berfire û xurt bû… Vira cî
ye derheqa dengbêj û sitirannivîs Mecîtê Silêman
da jî bê bîranîn. Ewî, bi kilam û mûzîka xwe
tiradîsya stiranbêjya jorgotî berdewam kir û pêş
xist. Gelek kilam bi xeber û miqamê wî sêwirandî
radyoye da hatine gotin. Ewî ew kilam tev Sûsîka
Simo, Zadîna Şekir, Aslîka Qadir û hinekên
din sitiraye.
Di dereca pirofêsyonalîzmê û propagandakirna kilama
kurdî da gerekê karê dengbêja dengxweş û xwedêdayî
Zadîna Şekir bê şêkirandin. Ewê
jî tevî gurûpên ermenya bi salan kilama kurdî li
ser dikên rêspûblîkayê û hidûdên wê der sitiraye.
Dema navê Zadînê tê dayîn dengbêjî, sitiran, ewazên
mûzîkaêye nazik dikevin bîra mêriv. Zadîne ji dayka
xwe dengbêj hatibû dinê. Eger xweyê wê hebya, mecalên
wê wek sitiranbêjên gelên mayîn bûna ez sedî sed
bawarim Zadînê bibya siteyrkeke sitiranbêjyê ya
bi nav û deng.
Salên heftêyî kilam û helbestên aşiqê ermenyayî
mezin yê sedsalên navîn Sayat Nova hatine
wergerandin bi kurdî. Ew helbest çawe kilam jî bi
ewazên wan hatin hazirkirin û sitirana wan sipartine
xwendkara ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê Aslîka Qadir.
Bi van sitiranan wê cîyê xwe li nav malbeta dengbêjên
kurd da girt. Paşê bi sitirana kilama Welatê
min Kurdistanê li nav gelê kurd da hat naskirin
û hiskirin.
Aramê Tîgran hewake nû û xweş anî
Radypya Kurdî ya Yêrêvanê û bernemên dengbêjyê,
mûzîkayê bi sitiranên xwe xemiland. Bi alîkarya
rewşembirên kurd yên Ermenistanê Aram radyoyê
da li ser kar hate cîkirin. Ji wî ra mecalên efrandaryê
hatin sazkirin. Civaka kurd e rêspûblîkayê ew hemêz
kir. Çawa doktora hunermendîyê Nûra Cewarî dinivîse:
“Di nav hunermendîya Aramê Tîgran da xeysetê
ermenya û kurda, du sitîlên qedandinê tevî hev bûne
û stîleke stiranên kurdî, ya bajaryê ya xisûsî çê
bûye.”
Aram hostayê hûnandina miqamê kilama ye. Ewî li
ser hîmê helbestên Feqîyê Teyran, Cegerxwîn, Şikoyê
Hesen, Fêrîkê Usiv, Mîkayêlê Reşît, Sihîdê
Îbo û gelekên din salên xwe yên Radyoya Yêrêvanê
da gelek kilamên nemir sêwirand, bi kîjana dengxana
kilamên kurdî ya Radyoya Yêrêvanê dewlemend kir.
Di emrê Radyoya Yêrêvanê da bûyareke mezin bû dema
kilamên hunurmendên bi nav û deng Şivan
Perwer û Gulistanê gihîştinê Yêrêvanê.
Dengê Şivên bi radyoya Yêrêvanê temamya Kurdistan
da ber xwe, bela bû, bû banga serhildan û berxwedanê,
hisyarbûnê, jîyanê û heyîtyê, azayê û serbestyê.
Bi vê radyoyê salên dirêj dengê bilbilên Kurdistanê
Mihemed Arifê Cizîrî, Eyşê Şanê, Îsa
Berwarî, Hesen Cizîrî, Meyrem Xanê,Mihemed Şêxo
li cihana kurdan bela bûye.
Radyoya Yêrêvanê da usan jî enekê hunermendên dema
meye bi nav û deng Dilovan, Casimê Cerdo
pire. Dengxana Radyoya Yêrêvanê da usa jî çend sitiranên
Xana Zezê, Naza Kokil, Naza Xeto gelekên
din hene.
Bi texmîna me Ermenistanê da bi xebatên doktora
Hunurmendyê Nûra Cewarî sitiranbêjî û sazbendzanya
kurdî ra pirî-hindikî hîmê zanyarî jî hate danîn.
Sitiran hatine parevekirin ser beşa: yên meranyê,
govendê, xebatê, yên sîyasî, yên welatparêzyê, sitirabên
şinê, yên olî û hivd.
Payê sitiranaye pirê bi nota hatine nivîsar, çawan
bi pirtûkên başqe,û usan jî kovar û rojnema
da hatine weşandin.Vî werî da karne hêja tev
Nûra Cewarî usan jî, Cemîla Casim, Egîtê
Cimo kirine.
Berpirsyarya beşa sazbendyê û dengbêjyê ya
Radyoya Yêrêvanê timê jî pispor û zanyarên wî warîye
eyan kirine. Nûra Cewarî, Cemîla Casim, Egîtê
Cimo, Tîtalê Efo. Ew tev jî bi xwendina sazbendyêye
bilind û pirofêsyonalê wî karî bûn…
Nav pirin. Di salên heyîtya xwe da, di dereca
pêşxistina sitiranbêjî û sazbendiya kurdî da
Radyoya Yêrêvanê karekî pir mezin kirye. Ew kar
bi xebata hezara merivan hatye kirin. Gotareke wa
biçûk da bi gişkî emekê teva bê nîsandan mimkûm
nîne..Wekî emekên hêja, bi rastê bê li ber çevan
û ewleda ra bimîne arşîva Radyoya Yêrêvanê
beşa Kurdî ra lênêhêrîna lêkolînkirna zanyarî
pêwîste.
Van dewyan dema derheqa radyoya Yêrêvanê, kar û
barê wê da axaftin dibe, tê nivîsar, ew fikira şaş
pêşda hatye, ku destanînê wê, kara sala ye
gewre navê çend dengbêja va tê girêdan. Ew jî
dengbêjên usa ku bi xera wê radyoyê hatine naskirin,
li nava salên heyîtya wê da bi çend cara bûne
mêvanê wê. Carna bi têlêvîzyonên kurdî evdine usa
derheqa Radyoya Yêrêvanê da pêşda tên kû hêç
haj kare wê tune ne. Hinek jî yekalî nêzîk dibin,
bi qestî naxwezin hinek nava bêjin, derheqa karê
wan da binivîsin,hewl didin karên kirî navê xwe
û merivên xwe va girêdin..
Di bingeha vî karê gewre da emekê temamya rewşembirên
kurdê Ermenistanê ye. Ji berpirsyarên wî beşî
girtî heta mamostayên gundan, zanyarên kurdê here
mezin girtî heta xwehdkaran…
Du salên ewlin berpirsyarî wan radyoaxaftinan kirye
nivîskarê kurdî bi nav û deng Casimê Celîl. Paşê,salê
dirêj berpirsyar Xelîlê Çaçan Mûradov bû.
Gerekê bi heqî bê gotin karê bingehîn dema wî rewşembirê
welatparêzî hêja da hate kirin.. Çawa berpirsyar
emekê Ahmedê Gogê jî kêm nîne. Salên nodî da kar
û barê wê merkeza kurdî temam kete li ser milê Keremê
Sîyabend û malbeta wî… Kerem karekî welatparêzyê
yê hêja kir, nehîşt wan salên dijwer da ew
merkeza kurdî Ermenistanê da vêse…
Beşê radyoaxaftina da salên başqe-başqe
xebitîne helbestvanên bi nav û deng Şikoyê
Hesen, Fêrîkê Usiv, Mîkayêlê Reşît, nivîskarên
eyan Wezîrê Eşo, Emerîkê Serdar, Sîma Semend,
Tosinê Reşît, rojnemevan Mirazê Evdo,
Têmûrê Xelîl, Hamoyê Rizgo, Baryê Mehmûd, Îşxanê
Eslan, Hesenê Mehmûd û gelekên din.
Dîktorî (spîkêrî) kirine:Nûrê Polatova, Eznîfa
Reşît, Keremê Seyad, Sêvaza Evdo, Lûsîka Huseyn,
Gulîzera Casim…
Di pêşxis xebata bê merkezê da emekê Erebê
Şemo, Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo, Emînê Evdal,
Nado Maxmûdov, Sihîdê Îbo, Şekroyê Xudo, Semend
Sîyabendov, Xalit Çetoyêv, Maksîmê Xemo, Karlênê
Çaçanî, Elyê Ebdilrehman…pire…Meriv vira kare navê
tev, nivîskar, rojnemevan, hunermend, zanyar, sîyasetmendarên
kurde Ermenîstanê û hinek jî yên Gurcistanê binivîse.
Bi tifaq û karê tomerî radyoya Yêrêvanê navê xwe
li nav dîroka gelê me ya bi hezaran sala da nivîsî.
Karê wê, kirinê wê wê neyên bîrkirin.
03. 08. 04.
|