RAPOR
LI TIRKIYEYÊ PÊŞNİYARÊN
JI BO DEMOKRASIYÊ Û ÇARESERKIRINA PIRSA KURDî
26-27ê Hezîrana 2004an
DI PÊVAJOYA YEKITIYA EWRÛPAYÊ
DE PÊŞNIYARÊN JI BO DEMOKRASî Û ÇARESERKIRINA
PIRSA KURDî
Wek tê zanîn di 11yê Çileya Paşîn sala 1999an
de di Zîrveya Helsînkiyê de Yekîtiya Ewrupayê,
statuya“ Dewletta Namzet” da Tirkiyeyê.
Bi vî awayî; di zîrveya meha Çileya Paşîn ya
2004an de Qonseya Ewrûpayê bi T irkiyeyê re di warê
destpêkirina beşdarbûna muzakeran de îhtîmala
biryardayînê zêde ye.
Em wek Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), nirxandina
pêvajoya endametiya YEyê ya Tirkiyeyê, ji bo tespîtkirina
daxwaz û helwêsta Gelê Kurd ya pêwajoya endametiya
YEyê ya Tirkiyeyê , me di serî de li Diyarbekirê
,li gellek cî û bajarên Tirkiyeyê bi babeta “Di
pêvajoya YEyê de Kurd û Tirkiye” sempozyûman
pêk anî. (Çi heyf e civîna ku 11ê Nîsana 2004an
de ku me yê li Diyarbekirê pêk bianya, ji aliyê
Waliyê Diyarbekirê ve hat qedexekirin. Ev kiryar,
bi rastiya vê pêvajoyê nakeve û rewşeke bedbext
e.)
Ev civînên ku me pêk anîne, bi beştarbûna
bi sedan mirovên ku ji her aliyên civaka Kurdan;
ji rewşenbîr, hûqûqnas, nivîskar, sendîqakar,
hunermend, nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar
pêk hatin. Pirraniya beşdaran, bi nivîskî û
bi devkî ramanên xwe yên derbarê daxwazên Kurdan
yên pêvajoya YEyê eşkere kirin. Di encama hemû
ev civîn û gengeşiyan de fikir û pêşniyarên
ku derketin rastê, em dixwazin wan bi her awayî
bi we re parvekin.
Kurd, Yek Ji Ew Gelên Kevnare Yên Rojhilata
Navîn E û Divê Wek Her Gelî, Hemû Mafê Xwe Yên
Neteweyî û Demokratîk Bi Serbestî Bikarbîne.
Ku her tim tê dîyarkirin, Kurd ne kêmnetew in.
Ew di Rojhilata Navîn de gelê herî kevn û mezin
yê dêmatî ye. Kurd, zimanekî wan ê bi xwe ku ji
malbata Hînd û Ewrûpa tê, bi navê Kurdî zimanekî
wan, çandeke wan a dewlemend û dîrokeke wan a kevnare
heye. Ji vî gelî, nêzikî 20 milyon kes di nav tixûbê
Tirkiyeyê de dijîn.
Di dema Şerê Rizgariyê de sozên ku ji aliyên
rayedarên wê demê ve ji Kurdan re hatine dayin,
bi damezrandina komarê re û bi imzekirina Peymana
Lozanê re hatine jibîrkirin. Di ciyê wê de polîtîkayên
yekalî ku hebûna Kurdan înkar dike dest pê dikirine.
Heçî Kurd in kîngê ji bo daxwazên mafên demokratîk
yên neteweyî serî hildabin jî bi tevkuştin
û bi awayekî hovane hatine fetisandin, bi milyonan
Kurd ji cih û warên xwe hatine bidûrxistin. Di nav
van serîldanan de serîldana 1925an ya Şêx Seîd,
di sala 1930an serîhildana Agiriyê û di sala 1937an
de serîhildana Dêrsimê serîhildanên Kurdan yên sereke
ne ku di heman demê de bi xwîn û tevkuştin
hatine fetisandin in.
Piştî damezrandina komarê wek hebûna gelê
Kurd, ziman û çanda wan jî hatiye înkarkirin û bi
kampanyayekî mezin yên asîmîlasyonê xwestine ku
Kurdan Tirkîze bikin.
Herêma ku Kurd lê dijîn di warên aborî û civakî
de paş ve hîştine, li van deran hebûna
saziyên kevneperest bi zanebûn hatine parastin û
li ser piyan hîştine.
Bi kurtasî Kurd di pêvajoya dîroka Komara Tirkiyeyê
de, di warên aborî, siyasî û çandî û di aliyan de
hatine qewirandin.
Piştî derbeya leşkerî ya di sala 1980ê
de polîtîkayên înkar û zilmê yên ku li himberê Kurdan
hatine bidarxistin bêtir hovane bûne. Şerê
çekdarî ya PKKê ku di sala 1984an dest pê kiribû
jî ji bo bicihanîna polîtîkayên înkar û zilmê ji
wan re bûye firsendeke mezin.
Di pêvojova vî 15-20 salên dawîn de Kurd û herêma
ku lê dijîn bi her awayî bûye hedefa polîtîkayên
heloşkirin û wêrankirinê.
Bi polîtîkayên koçkirinê yên ku bi darê zorê hatine
kirin, demografiya herêma Kurdan hatiye guhartin.
Bi dehan hezar gund û navçe şewitandine û vala
kirine. 3 milyon Kurd ku li van deran dijiyan bi
darê zorê hatine koçkirin. Di encama di vî şerê
15 salê dawîn de qewimiye li gor çavkaniyên fermî
35 hezar kes, di rastiyê de jî 50 hezarî zêdetir
kes jiyana xwe ji dest daye, her ewqas jî birîndar
bûne. Di vê demê de jî bi hezaran mirov jî bi cinayetên
qisas nediyar hatine qetilkirin.
Bi avakirina Sîstema Cerdevanên Gundan, di nav
civata Kurdan de hesûdî û dijminahî pêk anîne. Di
herêmê de bi pêkanîna saziyên wek Walitiya Herêma
Awarte (OHAL), Tîmên Taybetî û Jîtem jiyana civakî
dijwar kirine.
Di van demên dawîn de di çarçoweya YEyê de hinek
guhartin hatibin kirin jî polîtîkayên înkarina pirsa
Kurdî di rastiyê de nehatiye guhartin. Hebûna gelê
Kurd hê jî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin.
Ji aliyê din ve rayedarên Tirkiyeyê bi salan e
pirsa Kurdî wek pirseke ewlekariyê dane xwuyakirin,
çareseriya vê pirsê jî spartine hêzên ewlekariyê
û serî li riya zordariyê dane. Di 20 salê dawîn
de jî pirsa Kurdî wek pirsa PKKê nîşan dane,
vê pirsê di raya giştî de li hundur û li derve
wek pirsa “terorê” dane nîşandan. Bi vî awayî
bi polîtîkayên xwe yên zordar li himberê gelê Kurd
xwestine ku ev kiryarên xwe meşrû nîşan
bidin.
Lê bi rastî pirsa Kurdî pirseke neteweyî ye. Lê
di heman demê de xwedî aliyên aborî, siyasî, çandî,
civakî, dîrokî û jeopolîtîk e. Digel vê yekê di
nav çend welatî (wek Tirkiye, Iraq, îran û Sûriyeyê)
de xwedî hebûneke komplîke ye. Ji ber vî aliyê wî
hewldana çareserkirina vê pirsê gelek girîng e.
“Teksta Tevlêbûna Şirîkayiyê” û “Bernameya
Neteweyî” Dûrê Nasandina Mafên Gelê Kurd e.
Armanceke damezrandina YEyê jî dewamiya
jîngeha aştiyê ye. Di şertên Tirkiyeyê
de bicihanîna armanceke weha ya herî girîng çareserkirina
Kurdî bi awayekî demokratîk û di bingeheke wekhev
de ye. Lê çi heye “Teksta Tevlêbûna Şirîkayiyê”
“Bernameya Neteweyî” ya ku hukumetê ew amade kiriye
û ji aliyê wan ve ji nû ve hatine sererastkirin
û ji vê mantiq û ferasetê gelek dûr e.
Her wek din di rapor û Teksta Tevlêbûna Şirîkayiyê
ku ji aliyê YEyê hatine amadekirin, çareserkirina
pirsa Kurdî û Kurdan ku tevlî vê çarçoweyê nekirine,
di nav gelê Kurd de bûye sedema nexweşî û fikareyên
rasteqîn. Lê Perlementoya Ewrûpa di sala 1992an
de biryara naskirina Mafê Tayinkirina Çarenûsiya
Xwe ya Gelê Kurd daye.
Ger di Teksta Tevlêbûna Şirîkayiyê de û ger
di Bernameya Neteweyî ya Tirkiyeyê de di hin deman
de Pirsa Kurdî ji nedîtinê hatine û pirrî çaran
jî daxistine fêza mafên kesayetiyê. YEyê çawa ku
ji bo pirsa Qibrisê behsa çareseriya wekhevî û edaletê
dike, di mesela Kurdî de jî qîma xwe bi tenê daxwaza
mafên biçûk aniye û ev yek bi rikn û prensîbên edaleta
vê yekitiyê nakeve.
Amadekirina Bernama Neteweyî ya Tirkiyeyê, bi
felsefe, krîterên demokratîk û mantiqa Yekîtiya
Ewrûpayê ve naedile. Ji aliyê din ve di pêvajoya
amadekirina Bernama Neteweyî de civak û di serî
de jî Kurdan beşdarê vê yekê nekirine û daxwazên
wan nedane pêş çavan. Bernameyek weha eşkere
ye ku wê têrî demokrasiyeke hevbeş, piraliya
Tirkiyeyê û bi normên YEyê nakeve.
Partiya me di dema ku “Zagonên Entegrasyona YEyê”
di parlementoya Tirkiyeyê de dihat nîqaşkirin
de, di rapora xwe ya 25ê Adara 2003an de hatiye
îlankirin de bi israr behsa kêmasî û xeletiyên vî
alî de kiribû. Lê çi heyf e ku nûnerên parlamento
û hukumetê di yeka xwe de israr kirin. Di encamê
de li Tirkiyeyê dîmeneke dûrî daxwazên demokatîzebûneke
bi bingeh derket holê.
Gelo heta îro digel “Paketên Entegrasyonê” û yên
guhartinê ku hatine amadekirin, mafên mirovan, mafên
birêxistiniyê, civîn û mafên numayişên girseyî,
bi kurtahî rewşa normên ku nebe nabe yên demokrasiyê
di çi rewşê de ye?
Di Çarçoweya Entegrasyona YEyê de Yên Hatine
Kirin û Nehatine Kirin Çi Ne?
Heta tarîxa vê rapor hatiye amadekirin, di meclîsê
de heşt pakêtên ku bi gelek guhartinên zagon
û Zagona Bingehîn çêbûye. Pakêta nehemîn jî şandine
parlamentoyê.
Guhartinên di zagon û Zagona Bingehîn de ku di
sala 2002an de çêbûne, ev guhartinên sereke weha
tên rêzkirin:
Di nav vê demê de ;
Hebûna OHALê dawî lê anîn.
Xala 8. ya Zagona Bi Terorê re Tekoşîn (TMY)
hat rakirin.
Cezayê îdamkirinê, di serî de li dervayî şertên
şer, paşê jî bi temamî ji Zagona Bingehîn
hat derxistin.
Xalên derheqê qedexekirina Kurdî de ji Zagona
Bingehîn hat derxistin.
Girtina partiyan hat zehmetkirin.
Digel gellek şert û astengan ‘Bi zimanên
din ên dervayî Tirkî weşana televîzyon û vekirina
qûrsan’ hat serbestkirin.
Çi heye ku ev guhatinên hatine çêkirin, hem di
çareserkirina pirsa Kurdî de hem jî li Tirkiyeyê
di warê daxwazên demokratîzekirineke bingehin de
gelek gavên paşdemayî û nebes in.
Beriya her tiştî, Zagona Bingehîn ya 1982an
ku dema sazûma leşkerî de hatiye çêkirin li
ciyê xwe sekinandiye. Di rewşa qada îhlalkirina
mafên mirovan de jî bi eşkereyî di raporên
salane ya Navenda Giştî û Şaxên Weqfa
Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TİHV), Komeleya
Mafên Mirovan (İHD) û Mazlûm–Derê de xuya dike.
Li gor raporên van saziyan ku di sala 2003an de
hatine weşandin; Di van deman de jî eşkence
û bûyarên kiryarên xerab dom dikin. Di encama êrîşên
cinayetên qisas nediyar û înfaz bêdaraz de
mirov jiyana xwe ji dest dane. Ji ber raman û çalakiyên
wan li kedkarên dewletê lêpirsîn vedibûne. Di wan
raporan de her weha; ‘ji bo ku ramanên xwe yên li
dervayî ramanên fermî bilêvkirine li ser partîyên
siyasî, saziyên li dervayî hukumetê, rojnemevan,
nivîskar û hunermendan zordestî dewam e ’ diyar
bûye.
Em wek HAK-PARê û birêvebirên wê, ji ber ku qala
çareseriya pirsa Kurdî kirine, partî û birêvebir
bi dawayên cûrbecûr re rûberû man e.
Tenê kirinên ne demokratîk yên li hember partiya
me hatine kirin, li Tirkiyeyê di aliyê astenkirina
maf û azadiyan de gellek balkêş e.
Derheqê HAK-PARê de di Adara 2002an de, ango di
meha ku partiya me hat damezrandin de Mahkemeya
Zagona Bingehîn derheqê partiya me
de doza girtinê kir. Doza ku hat kirin bêyî dawîbûnê
hatiye sekinandin. Lewra, ji ber ku di komcivîna
me ya 04.01.2004an de bi Kurdî hat axaftin û vexwendinameyên
komcivînê bi Kurdî-Tirkî hatin çapkirin ji aliyê
Serdozdarê Komarê yê Enqereyê ve lêpirsîn hat kirin
û ev lêpirsîn hê jî didome. Dîsa derheqê serokê
giştî yê partiya me Abdulmelîk Firat û birêvebirên
partiya me de ji ber ku derbarê çareserkirina pirsên
Tirkiyeyê de ray û ramanên xwe eşkere kirine
yan jî di civînan de bi Kurdî axifîne gelek doz
tên kirin. Digel ji hin van dozan bi dawî bûne hin
doz jî her berdewam in.
Ne bi tenê ev in.
Sazûmana Cerdevaniya Gundan hebûna xwe hê jî dom
dike.
Di 82. xala Zagona Partiyên Siyasî de hatiye diyarkirin
ku ji xeynî Tirkî divê tu ziman neyê bikaranîn.
Ango zimanên din qedexe ne. Ev jî pirsgirêkeke mezin
e.
Digel xala 8. ya TMYê hatibe rakirin jî ji dêlve
wê re xala 312. ya Zagona Cezaya Tirk li ber raman
û azadiya îfadekirina ramanan de astengeke mezin
e.
Xala 159. ya Zagona Ceza ya Tirk rexnegirtin
û azadiya îfadekirina ramanan dijwar kiriye.
Kiryarên derbarê weşana Kurdî ya bi riya
Radyo û Telewizyonê û qursên Kurdî ji dawxazên Kurdan
gelek dûr în û li ber dilê me wek ku tinazên xwe
bi Kurdan dikin tê.
Digel ku di mevzûatê de ‘Weşana bi ziman
û zaravayên herêmî yên ku hemwelatiyên Tirk di jiyana
xwe ya rojane de bi kar tînin’ hatiye pejirandin
jî bi bandornameyê ev ‘maf’ di nav hefteyê
de bi çend sietan hatiye sînorkirin. Di vê çarçoweyê
de ji 09.06.2004an vî alî de kanala radyoya TRTê
û kanala TVya TRT3ê de heftê 35 deqîqe dest bi weşana
Kurdî kirin. Ev pêngav ji bikaranîna mafên weşana
Kurdî pirr dûr e.
Di warê perwerdeyê de jî di mevzûatê de ‘Ji bo
hînkirina ziman û zaravayên ku herêmî yên ku hemwelatiyên
Tirk di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin de
hin guhartin hatin çêkirin. Lê him bi destê dewletê
tu qursek nehatiye vekirin him jî di warê perwerdeya
zimanê zikmakî de tu gavek nehatiye avêtin.
Li gor Partiya me divê zimanê Kurdî digel zimanê
Tirkî li herêmên ku Kurd tê de bi siftî dijîn de
him di kar û barên gelemperî/dewletê de wek zimanê
fermî û him jî di saziyên perwerdeyê de wek zimanê
perwerdekariyê bê bikaranîn.
Ji ber ku ji 20 milyonî zêdetir Kurd bi vî zimanî
diaxifin, divê di hemû fêzên saziyên perwerdeyê
de –di dibistan, xwendegehên serate, zanîngehê de-
divê ev ziman wek zimanê perwerdeyê bê bikaranîn.
Lewra ji krîterên Kopenhangê wêdetir mafeke hemwelatiyiyê
ye.
Dîsa divê sînorkirinên derbarê radyo û telewizyonê
de hatine kirin bên rakirin, TRT divê kanalek xwe
ji bo weşana Kurdî bi rêk û pêk bike.
Divê Normên Navneteweyî Rêzaniyê Ji Bo Çareserkirina
Pirsa Kurdî Bikin
Wek ku xwuya dibe digel li Tirkiyeyê ji bo endametiya
YEyê hin guhartin hatine çêkirin hê jî ji bo çareserkirina
pirsa Kurdî tu polîtîkayên dilsoz nehatine kirin.
Lewra him hebûna gelê Kurd nehatiye naskirin, him
jî di warên weşan û perwerdeya bi zimanê Kurdî
de tu gaveke ku tê daxwazkirin nehatiye avêtin.
Lê Kurd, wek gelên din yên dinyayê tevlî xwe îdarekirinê
divê xwedî hemû mafên demokratîk bin. Dixwazin vê
yekê jî bêyî ku sînorên Tirkiyeyê biguhurînin bikin.
Wek Tirkiyeyê gelek dewlet hene ku pirsgirêkên
xwe yên navxweyî yên neteweyî-etnîkî bi riyên aştiyane
çareser kirine. Îspanya, Belçîka, Elmanya û Îngilîstan
ku endamên YEyê ne ku pirsgirêkên xwe yên bi vî
rengî yên neteweyî-etnîkî bi riyên aştiyane
çareser kirine. Di vî warî de Plana Çareserkirinê
ji bo Qibrisê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye
amadekirin ji Tirkiyeyê re ji bo çareserkirina vê
pirsê wek modelek e.
Wekî din jî di tekst û biryarên lihevhatinên navneteweyî
ku wek tekstên huqûqa navneteweyî jî tên hesibandin
û di heman demê de him YEyê him jî Tirkiyeyê bi
xwe ve girêdidin, daxwazên Kurdan meşrû tên
dîtin.
- Di Prensîbên Wîlson ku piştî Şerê
Cihanê yê Yekemîn de hatibûn weşandin de “Qels
yan jî xurt hemû gel bi awayekî wekhev, azad û di
nav ewlekariyê de xwedî mafê jiyînê ne” wek prensîbeke
hatiye qebûlkirin.
- Di Lihevhatina Sewrê de ku di sala 1920î de
hatiye îmzekirin de hemû aliyên lihevhatinê diyar
kirine ku wê Dewleteke Kurdî ya Serbixwe nas bikin.
- Di Konvansiyona Rêxistina Neteweyên Yekbûyî
ya sala di 1966an de prensîba “Hemû gel xwedî mafê
xwe îdarekirinê –self determinasyonê- ne.” cih girtiye.
- Li gor Daxwuyaniya derheqê Nasandina Gelên Kolonî
ku di 14yê Çileya Paşîn a 1960î de û hejmara
wê 1514 e û ji aliyê Komîteya Giştî ya Neteweyên
Yekbûyî ve hatiye îlankirin de hemû netewe xwedî
mafê self-determînasyonê ne. Di encama vî mafê xwezayîde
ew dikarin statuya xwe ya polîtîk diyar bikin, pêşveçûnên
aborî, çandî û civakî bi serbestî taqîb bikin.
- Li gor Deklerasyona Koloniyan ya 1950yî ji hemû
gelan re mafê xwe îdarekirinê hatiye dayîn.
- Di Deklerasyona Pêywendiyên Biratiyê ku di sala
1970yî de ji aliyê Komîteya Giştî ya Neteweyên
Yekbûyî ve hatiye pejirandin de ji hemû gelan
re mafê xwe îdarekirinê hatiye pejirandin.
Ji Bo Çareserkirina Pirsa Kurdî û Demokrasiyeke
Li Gor Standartên YEyê;
Tirkiye li gor avahiya xwe ya pirretnîk divê bi
awayekî plûral û beşdarî xwe ji nû ve bi rêk
û pêk bike. Divê him ji bo demokrasiyê him jî ji
bo çareserkirina pirsa Kurdî dev ji helwêsta xwe
ya navendî, yekane û sist berde. Li gor normên YEyê
sazûmaneke federal bê avakirin. Sazûmaneke bi vî
rengî divê hemû mafên Kurdan nas bike û jiyaneke
wekhev bi xwe re bîne. Tirkiye derbarê vê mijarê
de dikare ji yek van modelan yan jî li gor mercên
xwe çend modelan sentez bike û vê pirsê çareser
bike.
Ji bo vana jî çend pêngavên sereke ev in:
- Ji dêlve Zagona Binhgehîn ya 12ê Îlonê ya ku
bi darê zorê bi civakê dane pejirandin Zagoneke
Bingehîn a demokratîk, plûral, li gor qaîdeyên hûquqa
navneteweyî û wê hebûna Kurdan bipejirîne, maf û
azadiyên wan nas bike bê avakirin.
- Divê hemû qedexeyên ku li pêşiya azadiya
birêkxistiniyê ye bên hilanîn. Her ramaneke ku tundiyê
naparêze di çarçoweya azadiya birêkxistiniyê de
bi zagonan bê pejirandin. Ji ber vê yekê divê ji
partiyên Kurdan re jîngeha xebatê bê amadekirin.
-li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de divê ji
perwerdeya bingehîn hetanî zanîgehê zimanê perwerdeyê
bi Kurdî be û li herêmên din jî Kurdî di xwendegehan
de wek zimanê bijarte bê xwendin.
- Ji bo weşana Kurdî qedexe û sînorên di
telewizyon û radyoyan de hatine dayîn bên hilanîn.
Digel vê yekê ji bo di seranserê rojê de weşana
Kurdî divê TRT kanalek xwe bi rêk pêk bike.
- Li herêmên ku Kurd tê de bi siftî dijîn de divê
li saziyên fermî û gelemperî digel zimanê Tirkî
divê zimanê Kurdî jî bê bikaranîn.
- Enstîtuyên ku wê derbarê ziman, çand, dîroka
Kurdî de lêkolînan bikin ji aliyê dewletê ve bên
vekirin.
- Navên jîngehên jiyanê û cihên coxrafîk (çiya,
çem, deşt, gol û hwd.) ji paş ve bên dayîn.
- Partiyên siyasî, komele, weqf, sendîka, kulûb,
odeyên karan bên serbestkirin û ji bona di çalakiyên
xwe de bikaribin zimanê Kurdî bikarbînin hemû astengên
huqûqî bên hilanin.
- Li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de divê Parlementoyeke
Herêmî bê avakirin; ev parlemento bi karên wek perwerde,
tendurustî, ewlekarî û karên îdarî yên herêmê re
mijûl bibe.
-Ji bo xeyd, pevçûn, suketinên di civakê de qewimîne
bên hilanîn efûyeke giştî bê îlankirin.
- Sîstema Cerdevanên Gundan û saziyên Tîmên Taybetî
divê bê rakirin.
- Ji bo vegera yên bidarê zorê ji gundên xwe koçkirine,
divê bi her awayî şert û merc ji wan re bê
naskirin.
- Divê qisasên cinayetên siyasî yên ku berê qewimîne
derxin holê û ceza bidine wan.
- Li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de û ku ji
aliyê aborî û civakî de ji paş ve mane, divê
mudahale lê bê kirin. Divê herêm, ji aliyê aramiyê
ve bê tekûzkirin, projeyên taybetî ji bo betal û
belengazan bên bicîanîn.
- Di serî de zagona partiyên siyasî, ya helbijartinê,
ya Civînên Girseyî, ya meşê, ya Zagona Cezayê
û wek yaTMYê zagonên antîdemokratîk, divê li gor
standart û muktesebata YEyê bên sererastkirin.
- Divê kiryar û zagonên ku laîkiya navnetewêyî
û serbestiya baweriyan pûç dike ji holê rabin. Ji
dêl ve Serokatiya Karên Diyanetê ve kar û barên
bawermendiyê bi awayekî azad ji xwedî bawermendaran
re bihêlin.
Partiya me di hemû pêvojoyên çareserkirina ji
bo pirsa Kurdî de çi bikeve ser milê wê dike û amade
ye ji bo xizmeta çareserkirina vê pirsê.
Partiya me dema ku Tirkiyeyê pêngavan ji bo bicihanîna
Krîterên Kopenhangê avêt, daxwaz dike ku bi Tirkiyeyê
re ji bo endametiyê hevdîtin bên kirin.
Di vê çarçoweyê de em bang li hemû partiyên ku
di parlementoya Tirkiyeyê de cih girtine dikin ku
bingeha qanûnî yên ji bo xalên ku me li jor pêşniyar
kirine tekûz bikin. Ev guhartinên wê bên kirin ji
bo me hemûyan; ji bo Tirkan, Kurdan û herkesî li
Tirkiyeyê dijiye.
26-27ê Hezîrana 2004an
|