RAPORA PLATFORMA KURDÊN LI EWRÛPA PKE – PLATFORM)
LI SER BERENDAMTÎYA KOMARA TIRKÎYEYÊ YA JI BO YEKÎTÎYA
EWRÛPAYÊ
Pêşgotin :
Kurdistan di rojhilata navîn de weke welatekî
ku, bi erdê xwe zêdeyî 500.000 km2 e
û li dor 35 - 40 milyon nufûsa xwe, di nav sê dewletên
dagirker weke Tirkîye, Îran û Surîye de hatîye dabeşkirin.
Bêgûman Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Iraqê
rizgar bûye û gelê kurd wê beşê azad ji xwe
re kiriye nimûne û lê xwedî derdikeve. Herweha ji
hemû cihanê re da dîyarkirin ku ew dikarin îdareya
welatê xwe bikin.
Miletê Kurd bi tevayî îro di dinyayê de yek ji
wan miletên bi nufûsa xwe ya herî mezin e ku ne
xwedî dewletek e. Herweha ne xwedî mafên xwe yên
neteweyî û demokratîk e jî.
Divê hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz
li ser vê pirsa girîng bifikire û ji bo çareserkirina
vê neheqîyê, piştgiriya gelê kurd bike da ew
jî weke hemû milletan bigihêje mafên xwe yên rewa
yên Neteweyî û Demokratîk.
Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî kevin û mezin
yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê
kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî
tayîn bike, li ser axa xwe serbest û azad bijîn
û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibe.
Bûyer û guherînên ku ji 1989ê û vir de (taybetî
jî, di van deh salên dawiyê) ku li dinyayê û li
welatê me pêk tên, çi bi erînî û çi bi neyînî tesîra
xwe li hemû dewlet û dezgehên nav-neteweyî dike.
Herçuqas di armanc û daxwazên sereke yê milletê
Kurd yên neteweyî û demokratîk de, tu guherînên
bingehîn çênebûbin jî (ji bilî Başûrê Kurdistanê),
bi guherînên "pêvajoya Îmralî"yê Komara
Tirkiye(KT) bi plan û projeyên li dijî berjewendiya
gelê Kurd yên weke ”Komara Demokratîk” û ”Hevwelatiya
Destûrî” û bi siyaseta xwe ya kedîkirinê dixwaze
gelê kurd ji desthilanînê bixe û teslîm bigre.
Lê, KT nikare bi vê siyaseta qirêj milletê kurd
bixapîne. Ji ber ku milletê kurd tu caran vê siyaseta
teslîmbûn û kedîkirinê qebûl nekirîye û îro jî nake.
Ne dewletên rojava û ne jî dewletên din yên di
siyaseta cîhanê de desthilatdarin, heta nuha ji
bo çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê tu gavên
ciddî neavêtine. Di pirsa çareserkirinê de gelê
kurd heta îro jî wek xwedîyê pirsê, wek muhattab
an wek terefê sêyem nehatine qebûl kirin.
Bêgûman di navbêna dewletên YE ê de pirsa kurd
bi sewîyeyeke pirr nizim tê munaqeşe kirin,
lêbelê di van munaqeşeyan de dîtin û pêşniyarên
xwedîyê dozê an xwedîyê pirsê nayê wergirtin.
Kêmasîyeke pirr mezine ku heta nuha tu dewletên
YE ê, milletê kurd bi awayeke fermî ne wek teref
û ne jî wek xwedîyê pirsê qebûlkirine.
Şaşîtiyek pirr mezine ku YE, pirsa Kurd
û Kurdistanê (Bakurê Kurdistanê) bi Komara Tirkîyeyê(KT)
wek “pirsa mirovî, çandî û ziman” çareser bike.
Em careka din dîyar dikin ku gelê kurd ne kêmnetewe
ye û bi dîroka xwe, bi ziman û çanda xwe neteweyeke
bi serê xwe ye. Loma jî divê di pirsa çareserîyê
de gelê kurd jî cihê xwe bigre. Heger ewa ne be,
dê Pirsa Kurd û Kurdistanê wek pirsgrêkeke girîng
di rojeva YE ê de bimîne. Herweha ewê careka din
Tarîx Dubare bibe. Wek nimûne : Sala
1639 û sala 1923.
Çareserî ne tenê li gor berjewendiya dewletên
YE û li gor berjewendîya Komara Tirkiyê ye. Em hêvî
dikin ku YE li prensîp û hêjayîyên xwe xwedî derkeve
û nehêle ku KT wan prensîp û hêjayîyan binpê bike.
Komara Tirkiye(KT) ji destpêkê heta îro hebûna
kurdan wek milet înkar kiriye û gava ku gelê kurd
doza mafê xwe yên neteweyî û demokratîk kirîye,
bersiva KT her zilm û zordarî û jenosîd bûye.
Komara Tirkiyeyê ji bo sed hezar tirkên Qibrisê
federasyonê kêm dibîne û doza konfederasyonê û hetta
dewleteke serbixwe dike; lê ji bo zêdeyî bîst milyon
kurdên Bakurê Kurdistanê tu mafan nas nake. Siyaseta
Komara Tirkiyeyê do jî û îro jî li dijî kurdan înkarkirin,
asîmîlasyon û jenosîd e.
Em Platforma Kurdên li Ewrûpayê PKE – PLATFORM,
li pirsa Kurd û Kurdistanê weke pirseke siyasî
ya miletekî û weke welatekî bindest û dabeşkirî
dinêrin. Em rêya çareserîyê di qebûlkirina mafên
milletê kurd yên Neteweyî û Demokratîk de dibînin.
Loma jî çareserîyên wek “Komara Demokratîk” û “Hevwelatîya
Qanûna Bingehîn” ne çareserîne û dîtinên wusa, beşek
ji wê siyaseta qirêj ya KT ye.
Pirsa NASNAMEYA KURD :
Li KT yê kurd bi nasnameya xwe nayê naskirin û hebûna kurdan
wek Netewe an Gel bi awayeke fermî heta îro jî nehatîye
binavkirin.
- Divê nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû
maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne
di Qanûna Esasî ya KTyê de weke mafên kollektîf
bên bicîhkirin û garantîkirin.
- Divê nasnameya kurd, zimanê kurdî û welatê
kurdan Kurdistan di qanûna esasî ya KTyê
de bê bicîhkirin û garantîkirin. Divê hemû maddeyên
îdeolojîk û fanatik yên ku di qanûna esasî ya KTyê
de hene werin derxistin û qanûna esasî ya nuh bê
amadekirin.
- Komara Tikîye, bi zanebûn navên gund
û bajar û hemû deverên cografîk yên ku bi kurdî
bûn guherandîye û kirîye bi tirkî. Divê evan
guherandinan careka din ji nuh ve, di bin çavdêrîya
YE ê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl yên kurdî ve
serast bibin.
Statuya ZIMANÊ KURDÎ û mafê PERWERDEKIRINÊ
:
Divê zimanê kurdî jî wek zimanê tirkî bibe xwedî
statuyeke resmî. Loma jî, ji bo KTyê pêwistîya bernameyek
taybetî ji bo pêşveçûn û parastina zimanê kurdî
heye.
Bi alîkarîya aborî ya YE ê û di bin çavdêrîya
Rêxistinên Civakî yên Sivîl (NGO=Rêxistinên nehukumetî)
û yên kurdan zimanê kurdî wek zimanekî perwerdeyê
were bikaranîn. Mamosteyên zimanê kurdî werin perwerdekirin.
Di vê hazirîyê de divê bikaranîna bîrûbawerîyên
îdeolojîk û nîjadperest neyên bikaranîn û di warê
naverokê de mudaxuleya dewletê ne be. Heta ku endametîya
resmî ya KTyê ji alîyê YE ê ve bê qebûlkirin, divê
her hemwelatî bi zimanê xwe yê zikmakî di hemû sewiyeyan
de, ji sinifa yekê û heta dawîya xwendina bilind
bibe xwedîyê mafên xwendin û perwerdeyê.
- Divê enstîtûtîyeke taybetî ji bo parastin
û bipêşdexistina zimanê kurdî were damezrandin
û Komara Tirkîye jî, ji bo bicîhanîna van erkan
berpirsîyar (mukellef) be.
MAFÊN XWEÎFADEKIRIN Û XWE BIRÊXISTINKIRINÊ
:
Ji destpêka damezrandina KTyê heta îro, mafên
azadîya fikirînê, xwe îfadekirinê û xwe birêxistinkirinê,
bi qanûnan hatiye qedexekirin. Bi hezaran kes ji
ber wan qanûnan ceza xwarin e û hatine îşkencekirin
û hepskirin. Ev rewş di gel hin guherandinên
biçûk, hê jî dom dike.
- Azadîya fikir û serbestîya damezrandina rêxistinên
sîvîl, demokratîk û sîyasî bi nasnameya kurdî divê
wek mafên bingehîn di qanûna esasîya KTyê de bên
bicîhkirin û garantîkirin. Herweha, divê qedexeyên
ku heta îroj jî li ser mafên axaftin û propagandaya
sîyasî ya bi zimanê kurdî hene, werin rakirin.
PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ Û KONVENSÎYONÊN KU KT
ÎMZE KİRİyE :
Sîstema dadwerîyê û huqûqê divê ji binî ve li
gor normên YE ê were guherandin. Divê di pêvajoya
dadwerîyê de zimanê kurdî û tirkî bi alîkarîya tercumanan
were bikaranîn.
- Divê KT hemû şerh û şertên xwe
yên ku ji bona pêşîlêgirtina maf û azadîyên
gelê kurd ku ne li gor pîvanên peyman û konvensîyonên
navneteweyî ne rabike û pêwistîyên pîvanên wan peymanan
û konvensîyonan bi tevahî bicîh bîne.
Pirsa WEŞAN Û ÇAPEMENÎYÊ
:
Li KT ê, pêwiste her du ziman (kurdî û tirkî)
bi awayekî sîstematîk û fermî werin bikaranîn. Ji
bo çapkirin û weşandina pirtûkên zarok û mezinan
yên bi zimanê kurdî û ji bo rojnameyên kurdî, divê
alîkarî û teşwîqên aborî werine kirin.
- Divê hemû weşanên çapemenî û ragîhandinê
yên weke weşanên TRTyê, ji bernameyên zarokan
bigre heta bernameyên li ser ziman, kultur, dîrok,
nûçe û magazînan çawa bi zimanê tirkî amade dibin,
herweha bi zimanê kurdî jî amade bibin.
Rewşa penaberan û mafê vegerê Tazmînata
aborî :
Kesên ku dixwazin vegerin warê bav û kalên xwe,
divê ku ji alîyê YE ê, NGO yên kurdî û dezgehên
KTyê ve bên tesbît kirin û ji alîyê aborî ve werin
destek kirin.
Hemû gund û deverên ku hatine wêrankirin, berîya
ku xelq vegerin cîhên xwe; divê di bin kontrola
YE ê de bên avakirin. Kes yan malbatên ku ji mal
û warên xwe hatine nefîkirin divê bi awayeke fermî
werin tesbîtkirin û bi awayeke fermî jî zerara wan
li wan were vegerandin.
- Komara Tirkiyeyê di bin kontrola YE ê û NGO
yên kurdî ji bicîhanîna van erkan berpirsiyar e.
cudahîya (Ferqa) di navbera herêmên tirk û
kurd de :
KT ê ji despêkê û heta nuha ji bo pêşveçûna
herêmên kurdî weke “herêmên rojavayê Tirkiyeyê”
ji bo avakirin û pêşdexistina herêmên Kurdistanê
bi zanebûn tu xebat û projeyên berbiçav pêk neanîye.
Di navbera her du herêman de cudahîyek pirr mezin
heye.
- Divê YE ê û KT ê, ji bo bipêşdexistina
herêmên Kurdistanê bernameyeke taybetî amade bike
û di zûtirîn wext de vê BERNAMEYÊ derxîne pêş
û têxe jiyanê.
Bernameyeke taybetî ji bo mafên zarokan û jinan
:
Li KT ê û Kurdistanê zarok û jinên kurd, du(2)
beşên civatê ne ku di bin sîstema asîmîlasyonê
de herî zêde zerar dîtinin û hîna jî dibînin. Zarokên
kurd, ji ber asîmîlasyon û bêxwedîtîyê her demê
di bin rewşeke xirab de bûne. Gelek zarok û
jin ji ber neçarî û bêalîkarîya dezgehên fermî yên
dewletê, bûne qurbana sîstemê û xwe di bazara laşêxwefirotinê
de dîtin e. Herweha gelek zarok ketine nav sîstema
krîmînalîteyê. Bi hezaran jinên kurd di bin zordestîyeke
mezin de ne û hinek ji wan bi rêya xwe kuştinê,
dawî li jiyana xwe anîn e.
- Pêwîstîya zarok û jinên kurd ji alîkariya
bi bernameyeke taybetî heye. Ev kar û xebat divê
di bin kontrola YE ê, bi beşdarîya NGO yên
kurdî û rêxistinên taybetî yên zarok û jinan ve
werin meşandinê.
PIRSA ABORÎ:
- Divê ji alîkarîya aborî ya ku ji terefê YE
ê ve ji bo hazirîya berendametîya KTyê hatiye qebûl
kirin, beşek ji vê alîkariyê li gor hejmara
kurdan, ji bo bipêşxistina heremên Kurdistanê,
zimanê kurdî,xwendin û perwerdeya bi kurdî û ji
bo bi serbestî vegera penaberan were serf kirin.
Ev alîkarî divê di bin çavdêrîya NGO yên kurdî
û yên Ewrûpayî de were serf kirin.
Rêya mekanizmayên ku Kurd beşdarîya muzakereyan
bibin
Di gel ku hejmara kurdan li KTyê ji siseya yek
ya nifûsa giştî be jî, gelê kurd di pêvajoya
muzakereyên YE ê û KTyê de, ne xwedî gotin û statuyeke
fermîne.
Di muzakereyên ku heta îro pêk hatine, gelê kurd
weke teref beşdar nebûnin. Delegasyonên KTyê,
xwe wek temsîlkarê tirkan û kurdan nîşan daye
û didin.
Di pêvajoya pêywendî û muzakereyên ku bi KTyê
re tên meşandinê de ku kurd jî bikaribin beşdarî
muzakereyan bibin, pêwîst e YE rêya mekanizmayên
beşdarîyê ji bo kurdan veke.
- Ji bo ku di vê pêvajoyê de neheqî li kurdan
neyêkirin, heta tarîx dayîna muzakereyên bi KTyê
re, divê di bin berpirsîyarîya YE ê de dezgeheke
çavdêrîyê pêk were.
Pirsa Kurdên li Ewrûpayê :
Nêzîkî mîlyonek kurd li seranserê Ewrûpayê weke
kurd û ewrûpayî dijîn. Îro jî bi hezaran kurd ji
ber zilm û zordariya dagirkeran berê xwe didine
Ewrûpayê. Maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê
wek kurd û ewrûpayî hene. Pirsa kurd, bi tevahî
û bi hemû pirs û pirsgirêkên xwe ve, êdî bûye pirsa
Yekitiya Ewrûpayê.
Di pirsa entegrasîyonê de ji bo kurdan ya herî
girîng ewe ku, kurd bi nasnameya xwe ya kurdî bên
qebûlkirin û naskirin. Ji ber ku kurd ne azad û
xwedî dewletek serbixwenin, loma jî ji bo çareserkirina
vê pirs û rewşê, divê kurd xwedî înîsîyatîfeke
taybetî bin.
Jiyana rêxistinî ya kurdan li Ewrûpayê gelek dewlemend
e. Bi sedan rêxistinên sivîl û demokratîk bi awayekî
gelek aktîf ji bo piştgirîya welatê xwe û ji
bo pêvajoya entegrebûna bi civata ku tê de dijîn
roleke girîng dilîzin.
- Divê li hemû welatên YE ê de, ji kurdan re
mafên kulturî û kêmneteweyî bête naskirin. Herweha
civata kurd, weke civateke ku ne xwedî dewletek
serbixweye bête nirxandin û qebûlkirin.
Îroj, hejmara kurdan ya li tevahîya Kurdistanê
ji 35 mîlyonan zêdetir e. Bi tenê li Dewleta Komara
Tirkîyeyê (KT) ji % 30 yê nifûsê kurd in. Di hundirê
sînorên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) de nêzïkî milyonek
kurd dijîn.
Di pêvajoya çareserîyeke adil û rewa
ya ji bo pirsa kurd û Kurdistanê de, van daxwazên
li jêrîn, divê berîya destpêkirina muzakereyên endametîyê
ya di navbera KTyê û YE ê de pêk werin. Herweha
divê YE jî bibe çavdêr û garantorê vê yekê.!!!
1- Divê Konseya Ewlekariya
Neteweyî û hemû dezgehên di ser qanûna esasî û yasayên
bingehîn re ne, bên belavkirin.
2- Dive Serokatîya Karên Dîyanetê bê
belavkirin û ji hemû ol û mezheban re azadîya bawerîya
dînî bi wekhevî bê dayîn û dewlet teva karên bawerîya
dînî nebe.
3- Divê KT dev ji sîstema xwe ya kevnare,
merkezî û otorîter berd e û sîstemeke desenteralîze
hilbijêre. Divê ji bilî kar û barên bergirîya welêt
û ji bilî karûbarên derve, hemû karûbarê din dewrî
Îdareya Herêmî ya Kurdistanê û Parlementoyeke Herêmî
ya Kurdistanê bibe.
4- Divê rê li ber legalîzekirina tevgera sîyasî ya kurdî bê vekirin
û partîyên kurdî bi nav û nasname û programên xwe
ve karibin bên damezrandin.
Divê partîyên sîyasî neyên qedexekirin û girtin. Herweha, divê ji bo temsîleke
adil û rewa baraja ketina parlementoyê li gor pîvanên
dewletên YE ê bê seraskirin ango ji %10 bê %4an.
6- Di pêvajoya berendametiya KTyê de,
divê YE daxwaz û armancên kurdan jî bide ber çavên
xwe.
Bi
pirr kurtî jî be armanc û prensîbên Platforma Kurdên
Ewrûpayê PKE – PLATFORMê evana ne :
- Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî
kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan,
mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û
bi azadî tayîn bikin; li ser axa xwe serbest û azad
bijîn û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibin.
- Weke hemû miletan mafê miletê Kurd jî heye ku qedera xwe bi
destê xwe û bi azadî tayin bike, li ser axa xwe
serbest û azad bijî, îdareya welatê xwe bi destê
xwe bi rê ve bibe.
- Dewleta Komara Tirkiyeyê ya kolonyalîst, ji destpêkê heta îro
hebûna kurdan weke milet înkar kiriye. Îro jî vê
siyaseta xwe ya înkarkirinê ya nîjadperest û kolonyalîst
didomîne.
- Divê Komara Tirkiyeyê rê li ber çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê
veke. Çareserî jî, di qebûlkirina mafên miletê Kurd
yên Neteweyî û Demokratîk de ye.
- Zimanê kurdî wek zimanê tirkî divê
bibe xwedî statuyeke resmî. KTyê divê ji bo pêşveçûn
û parastina zimanê kurdî bernameyeke taybetî bide
pêşîya xwe.Divê zimanê kurdî bibe zimanê xwendin
û perwerdekirinê û yê ragîhandinê û di her sewîya
dibistan û xwendegehanên dewletê de yên resmî.
- Divê dewletên Yekîtîya Ewrûpayê,
li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê rawestin
û piştgirîya hêzên kurdan bikin da ku çareserîyeke
rewa û daîmî ya ku ji alîyê kurdan ve bê qebûlkirin,
derkeve holê. Pirs, bi tenê bi "însafa"
dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê hiştin.
- Miletê Kurd tu
caran nîrê bindestiyê û siyaseta teslîmbûn û kedîkirinê
qebûl nekiriye û îro jî qebûl nake. Heta miletê
Kurd, mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bi dest
nexîne, wê têkoşîn û xebata xwe bidomîne. Ji
ber vê yekê, divê Komara Tirkiyeyê dev ji vê xewna
pûç berde, vê rastiyê bibîne û rê li ber çareserkirina
pirsa kurd û Kurdistanê veke. Riya çareseriyê qebûlkirina
mafên miletê kurd ên neteweyî û demokratîk e.
Em weke Platforma Kurdên li Ewrûpayê PKE- Platform,
bangî rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), YE,
Rêxistina Ewleyî û Hevkarîya Ewrûpayê (REHE)
û bangî hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku pirsa
kurd û Kurdistanê di rojeva xwe de bi cih bikin
û herweha ji bo çareseriya vê pirsê bixebitin.
Em dixwazin dengê xwe bigihînin Yekîtiya Ewrûpayê
ku rê nede Komara Tirkiyeyê da ku normên Yekîtiya
Ewrûpayê (YE) dejenere bike. Heta ku Komara Tirkiyeyê
bi rêyên aştiyê ji bo çareseriya pirsa kurdî
gavan neavêje; divê Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya
xwe ya siyasî, leşkerî û aborî de bi hesasiyet
be.
Tu miletî weke kurdan êş û kûl û azar ji
destê zulm û terorê nekişandiye. Heta ku kurd
mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest nexînin,
ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê
(Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) û ne jî li Rojhilata
Navîn aştî, aramî û demokrasî pêk nayê.
Platforma Kurdên Li Ewrûpayê (PLATFORM), di wê
bawerîyê deye ku, muzakereyên di pêvajoya berendametiya
KTyê û danûstendinên wê yên bi YE ê re, li ser rewş
û pêşeroja kurdan jî xwedîyê tesîreke mezin,
girîng û pirralî ye. Li gel vê yekê jî kurd bi
îradeya xwe ya sîyasî û azad weke xwedîyê dozê û
teref di vê pêvajoyê de cîhên xwe nagirin.
Dive kurd, di pirsa kurd û tesbîtkirina statuya
Kurdistanê de xwedî peyv û desthilat bin.
21.08.2004
Platforma Kurdên Li Ewrûpa
PKE - PLATFORM
Platforma Kurdên li Ewrûpayê (PKE – PLATFORM),
ji nûnerên sê beşên civata kurd;
1. Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur - PNK-Bakur,
2. Însîyatîfên Kurdên li Ewrupayê – IKE
- ÎNSÎYATÎF,
3. Koordinasyona Demokratîk a Kurdên li Ewrupayê
- DEM-KURD
ve di 20-21.07.2002 de li Swêdê li
bajarê Stockholmê hate damezrandin.
PNK – Bakur : Partiya Azadî Demokrasî
ya Kurdistanê - PADEK, Partîya Îslami ya Kurdistanê
- PIK, Partiya Sosyalist ya Kurdistanê - PSK, Rêxistina
Sosyalist û Demokratik ya Kurdistanê - RSDK, Partiya
Rizgarîya Kurdistan - PRK-Rizgarî
ÎKE - ÎNSÎYATÎF : İnsîyatîfa Kurdên
Almanya-IKA, İnsîyatîfa Kurdên Danimarka-IKD,
İnsîyatîfa Kurdên Fransa-IKF, İnsîyatîfa
Kurdên li Swêdê-IKS, İnsîyatîfa Gelê Kurdistanê
li Swisre-IGKS.
DEM – KURD : Civata Kurd (Giessen) , Civata
Kurd li Elmanya (Koln), Dengê Kurdan li Duisburgê
, Hevkar-Elmanya, IVK (Mainz) Komela Navnetewi ya
ji bo Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya), Yekitîya
Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya) FKKS Federasyona
Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî
li Stockholmê, Komela Kurdistan li Belçîka, Komela
Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK, Komela Karkeren
Kurdistan -Avusturya, Komela Karkeren Kurdistan-
Danîmarqa, Komela Karkeren Kurdistan Swîsra, Komela
Karkeren Kurdistan-Frensa, Kurdish Advice Centre
(Brîtanya Mezin), XOYBÛN-Berlin, XOYBÛN-Danîmerqa,
Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland, ) Mala Kurd
li Biremen, Mala Kurd li Lubek, Mala Kurd li Parîs
|