Reşîd
Hemo hate bîranîn
Siyasetmedarê Kurd Reşîd Hemo piştî qezayekê
ku di 17ê Çileyê Pêşîn 2010’da li ser rîya Heleb-Qamişlî
pêk hatibû, çû heqiya xwe. Reşîd Hemo 85 salî bû.
Jiyana xwe ya dirêj ji bo azadiya gel û welatê xwe bi
kar û xebat derbaz kir. Di vê rê da gelek eza û cefa kişand.
Yek ji hîmdarê Partî Demokrat a Kurdên Sûrîyê bû ku di
sala 1957 da ava bûbû.
Îro (5 Sibat 2011) bi destê partiyên Kurd ên Kurdistana
Sûrî, li Stokholmê ji bo bîranîna wî civînek hate darxıstin.
Dı civînê da gelek Kurdên ji çar parçên Kurdistanê
amade bûn. Sîyasetmedarên Kurd yên ji Kurdistana Sûrî,
Ehmed Çeto, Omer Şêxmûs, Avdilbasid Seyda, Sami Nami
û Said Mele li ser jiyan û xebata wî ya balkêş qisekirin
û agahdarî dan. Bi navê Komîta Hevkarî li Swêdê Şefîk
Kaya, bi navê Federasyona Kurd Selam Cizîrî axaftin. Her
usa siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay di axaftina xwe da
kar û xebata hêja yê çandî û siyasî li Kurdistana Sûriyê
anî ziman, behsa naskirina xwe û Reşîd Hemo kir û
got keda wî di tevgera Kurd da gelek e û ew di dîroka
kurd da cîyê xwe wê bistîne û neyê ji bîrkirin.
Dengê Kurdistan
Stokholm
|